Di ronahiya têkoşînê de deriyê ji azadiyê re vebûye

  • 09:06 14 Tebax 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Dîcle Muftuoglu
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jineke di 19 salî de hat girtin û bi têkoşîn û berxwedana xwe wek şitlekê li ber deriyên hesin diyar bû. Sekna wê, dilê her kesên ku dildarê azadiyê re ronî kir.
 
Di şeva 10’ê Tebaxê de di rupelên çapemeniya azad û hesabên çapemeniya civakî de dîmenek belav bû. Min li her parvekirinê mêze kir û min yer yek bi dehan carî temaşe kir. Min li dîmenan mêze kir ez ketim navê û çavên min tije bûn. Wek rojnamegerek jin ji ber min şahidiya rojek wisa nekiribû ez xemgîn bûm. Heman rewş min ji bo girtiyên din yên azadiya wan hatiye dizîn hîs kir, lê ji ber ev kes me zêe dizanibû û xwendibû min bi hewesek din ew dem temaşe kir. Min kelecana kesên ew pêşwazî kiribû dît. Dîmenan carek din nîşan da ku hesta azadiyê çawa bi berxwedanê li ser piyan maye. Zîhniyeta serdest bi hepskirinê namîne, dişîne surgunê, tecrîd dike û ji bo ji jiyanê qût bike her tiştî dike.
 
Têkoşîna ku nayê hepskirin
 
Mîzgîn Ronak jî 30 salan wek girtiyên azadiyê yên din bi pratîka xwe nîşan da ku têkoşîn nikare bê hepskirin. Bi zanabûna ku dizane têkoşîna kurdan agire xwe davêje nav. Wek perperokekê berxwe dide di vî agirî de. Agir wê nake koz. Bi ahir re dibe yek, xwe dibîne, têkoşîna xwe diafirîne. Di temenê ciwan de di lorîneke ku ji bo komkujiyekê tê strîn xwe dibîne. Têdikoşe. Dikeve nav çav dîwaran. Mizgîn hepsê vê tarîbûnê nabe, bi pênûsê xwe li dîwaran dipêçe. Ev pêçan li ser destan digere, vediguhere pirtûkê. Dibêje, dinivîse, bi çalakiyan berxwe dide, teslîmê tarîtiyê nabe. Bi gotinên xwe têdikoe. Li dijî nexweşiyên ku têkoşînê jê re anîn têdikoşe lê serî natewîne.  Wek Yaşar Kemal dibêje ‘Ez hesinbûma wê biriziyama, ez çûm ax û min berxwe da’ li dijî îşkencê serî hilda.
 
Piştî 30 şûnde derî tên vekirin û tevî her tiştî serbililnd ji girtîgeha Gebzeyê derket.
 
Bîhna kulîlk û biharê
 
Mizgîn Ronak bi tilîlî û kulîkan tê pêşwazîkirin. Piştî 30 salan ji bîhna kulîkan têr dibe, dikeve nav qelebalixa mezin ku bi salane nedîtiye û yek bi yek hembêz dike. Di roportaja ku daye Jinnewsê de diyar dike ku herî zêde bêriya bîhna demsalan kiriye. Niha bi wê re ji bo wê û hevalên wê demsal wê hîn bêtir xweş bîhn bidin. Wê bihar hîn watedartir derbas dibin û wê sar û serma zivistanê kêmtir bi bandor bin û dawiya biharê de wê pel bikevin û tevli axê bibin.
 
Tê dîtin ku jineke bi temen ji wê mezintire hewl dide destê wê maçî bike. Li hember meznahiya têkoşîna girtî ya bi salan serê xwe ditewîne û hewl dide destê wê maçî bike. Sekna wê ya serbilind wê mezintir dike.
 
Bi rewşa berxwedanê re xatirxwestin
 
Ji girtîgeha ku bi salan lê maye bi sirûda netewî ya Kurdan ‘Ey Raqîq’ derdikeve derve. Ji bo kesên ku ew hepskirin carek din nîşan dide ku têkoşîn çiqas mezin bûye. Ji hevalên xwe yên ku bi salane ligel hev maye bi rewşa berxwedanek wisa xatir dixwaze.
 
Ev baskê ku hat xwestin bê şikandin wek şitlekê ji paş deriyên hesin derdikeve. Têkoşîna azadiyê silav dike. Li deriyê pişta xwe dayê axivî û vê azadiya ku 30 sal şûnde hatiye diyariyê berxwedêrên jiyana xwe ji dest dane û dibêje ‘Kesek jî girtî be ew azadî ne azadiye’. Di esasê de nîşan dide ku azadî di esasê de civakîbûne. 
 
Cotstandardî 
 
Girtîgeh nêzîkatiya serdestan a li hember gelan nîşan dide. Di vê derê de bêguman polîtîka dijminwarîya li hember Aysel Tugluk ku wek Mizgîn Monak nexweş ket divê bê bîra mirovan. Dema mijar dibe kurd û jin, hinceta girtinê nayê pirsîn û hemû riyên li ber tahliyeyê tên girtin. Çevîk Bîr yê li hember gel sûcê darbeyê kir, ji heman nexweşiyê hat berdan. Lê li jineke kurd ya ku tenê siyaset kiriye îşkence tê kirin.
 
Tevî hemû tiştên neyînî kurd, jin li ber xwe didin. Dema têkoşîna derve û hundir dibe yek, hemû baskên ku tên xwestin bên şikandin, koka xwe dadixin û ji nûve şîn dibin. Piştre dibin Mizgîn û her derê ronî dikin, yên li derve, yên li hundir, yên li çiyan têdikoşin.