Niha dema axaftina xweseriyê ye
- 09:10 20 Sibat 2023
- Ji Pênûsa Jinan
“Gelê Kurd di 15’ê Sibata 1999’an de got ‘Êdî bes e’ û li her derê rabû ser piyan. Dayikên me 15’ê Sibatê wek roja reş îlan kirin û rojî girtin, cilên reş li xwe kirin. Her kes dizane ev dîlgirtin di şexsê rêberê gel de li hemû kesî hatiye kirin.”
Leyla Guven
Di 15’ê Sibata 1999’an de ji bo gelê Kurd roj sekinî. Hinek roj, meh û salên di hişên gelan de tu car paqij nabin, hene. Ji bo gelê Kurd jî gelek rojên reş, bi êş û bi hêrs tên bibîranîn hene. Di 1925’an de Şex Saîd, di 1938’an de Seyît Riza, di 1946’an de Qaî Muhammed, di 1999’an de jî Rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan. Pêşengên li dijî polîtîkayên înkar û îmhaya li hember Kurdan têkoşîn dan hedef hatin girtin û hewl hat dayîn çavên gel bitirsînin. Ji ber vê gelê Kurd di 15’ê Sibata 1999’an de got êdî bes e û li her derê cîhanê rabûn ser piyan. Dayikên me 15’ê Sibatê wek roja reş îlan kirin, rojî girtin, cilên reş li xwe kirin û protesto kirin. Her kes dizane di şexsê rêberê gel de dîlgirtin li hemû kesî hatiye kirin. Birêz Ocalan ku hemû jiyana xwe daye ser têkoşîna gel, bi komployek navneteweyî hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Dîmenên wê demê hatin serwîskirin jî bi armanca têkbirina moralê gel bû. Hêzên navneteweyî ku hemû serhildanên Kurdan bi xwînê çewisandin di 1999’an de jî hemû helwest nîşan dan. Rêberê Gelê Kurd ev komplo bi berfirehî ku kîjan hevpar tê de ne nivîsiye.
Bi tecrîdê giran dikin
Zekaya pratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îradeya wî ku çareseriya aştiyane datîne holê ji aliyê her kesî ve baş tê zanîn. Di vê dema ku êdî netew-dewlet û teşeyên din ên rêveberiyan nayên qebûlkirin, despotî, yekparêzî, olperestî, zayendperestî, netewperestî tê redkirin, zêdetir teşeyê jiyana azadîxwaz tê qebûlkirinê de, modela netewa demokratîk a Rêberê Gelê Kurd, wek modela esas tê qebûlkirin. Ji ber vê û hîna gelek sedemên din hêzên komploger bi rayedarên Tirk re li Îmraliyê tecrîdê hîn bêtir giran dikin. Divê em pir zelal bînin ziman ku ev tecrîd bi hevkariya Ewropa û Tirkiyeyê tê kirin.
Odeya kozmîk a AKP-MHP’ê
Belê tecrîda giran a ku gelê Kurd bi kurahî hîs kiriye ket 24 saliya xwe. Polîtîkaya tecrîdê ku wek îşkenceya giran di hiqûqa navneteweyî de tê venasîn bê navber didome. Gelê kurd 24 sal in bê navber bêyî xwe bide alî bêyî xwe vekişîne heta ku dengê xwe bidin bihîstin, diyar dikin ku ev tecrîd dijhiqûqî ye, dijexlaqî û bê wijdanî ye, dibêjin ku ger ev tecrîd neyê bidawîkirin wê bandor li hemû qadên jiyanê bike. Bi hezaran kesên vê rastiyê îfade dikin, bi hiqûqa dijminahiyê tên girtin û dikin girtîgehan. Ji bo ev rastî neyên zanîn jî qanûnên taybet hatin derxistin. Êdî tê zanîn ku li Grava Îmraliyê odeya kozmîk a AKP-MHP’ê heye. Hemû dijhiqûqiyên li vê odeyê tê tecrubekirin li hemû girtîgehên li ser hemû muxalîfan pêk tê. Em jî girtîne, mafên xwe yên ji qanûnan tên bi kar tînin lê Birêz Ocalan û girtiyên li Îmraliyê nikarin bi kar bînin. Wê demê divê em vê bipirsin. Girtîgeha Îmraliyê bi kîjan hiqûqê tê birêvebirin. Di heman demê de Zulkuf, Ayten, Mahsum, Zera, Sîraç, Gonca, Umît di vê rê de bi cesaretek mezin nemir bûn. Îradeya ku van mirovên ciwan daniye holê, AKP matmayî hiştiye lê piştî çend taktîkan dîsa tecrîd domandiye.
Di van rojên ku em ketine sala 2023’yan de du hevalên me bi îradeya xwe ya azad rota xwe diyar kirin. Heval Veysî û Heval Mehmet bi çalakiya xwe rê didin ber her kesî. Dibêjin ‘em naxwazin bi tecrîdê bijîn’ û ‘tecrîd mirina li demê hatiye belavkirinê ye’. Ez li dijî bibîranîna her du hevalan bi rêzdarî serî ditewînim û ji malbatên wan sebr û sersaxiyê dixwazim.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê di asta niha de hewl dide bi şer û pevçûnan hebûna xwe bidomîne. Ji bo hegemonyayên xwe pêk bînin bi dehan carî hemû rê hatin cerebandin. Lê hemû jî têk çûn, bi ser neketin, ji ber vê jî niha serî li rêbazên kevn û yên tên zanîn, didin. Di vê rewşê de em dikarin bêjin ku di şerekî de ne. Lê pir aşkera ye ku yekane rê di siyaeta demokratîk de bi israr e.
Di destê AKP’ê de tenê zext û qedexe man
Konfuçyus 2600 sal berê gotiye ‘dewletên zextan dikin ji guran bi xetertir in’. Dema em vê gotinê îro bi bîr bînin em dikarin bêjin ku mekanîzmaya dewletê ku civakê binpê dike û xwe li ser piyan digire ye. Di notkeya dawî ya înkara sedsalî de, hilweşîna ekolojîk, çandî, civakî, aborî û siyasî ye. Ji roja zîhnê me ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye xespkirin heta niha wek desthilatdarî nîşan dide em dibînin û îdealên ku desthilatdariyê dane pêş me rast dihesibînin. 20 salên dawî yên komarê di destê desthilatdariya AKP’ê de ye. AKP ku dema xwe wek qehremanê demokrasiyê îlan kir û projeyên li ser vê ava kir niha hemû têk çûne û cihê xwe ji zext û qedexeyan re hiştiye. Ji ber çavê hemû kesî girtiye. Lê siyaset ne bi polemîkên rojane, bi polîtîkayên demdirêj tên kirin. Rêberê Gelê Kurd der barê karekterê dijdemokratîk yê komarê de tespît kirine û dibêje ger ku veguhertinek demokratîk neyê kirin wê êş bên jiyîn û her kes bi bandor bibe. Tiştên ku bi dehan sal berê gotibû niha yek bi yek dertê pêşberî me.
Yên dewlet bi rê ve birin tenê desthilatdariya xwe esas girtin
Lê mixabin li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îradeyeke çareseriyê nehat nîşandan. Herî dawî di hevdîtinê de gotibû ‘Ji bo mirina ciwanan raweste çi dikeve ser milê min ez dikim’, ‘Ger ku yên vê dewletê bi rê ve dibin bixwazin ez pirsgisrêkê hefteyekê de çareser dikim’. Lê yên vê dewletê bi rê ve dibin, tenê desthilatdariya xwe esas digirin û bersiv nedan vê banga dîrokî.
Kurd çi dixwazin?
Di encamê de em ji bo kesên ku dibêjin Kurd çi dixwazin, vê bersivê didin; Divê demildest şert û mercên tenduristî û ewlehiya Birêz Abdullah Ocalan, bêyî hincet demildest bê sererastkirin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî şert û mercên mayînde pêk bên. Bêyî ku tu şert bên pêşwazkirin, divê mafê ziman ji bo Kurdan bê nasîn. Di serî de girtiyên nexweş divê hemû girtiyên polîtîk bên berdan.Hinek wijdan, axlaq, empatî û cesaret wê di vê mijarê de serkeftinê bîne. Bi saya vê em ê bigihêjin aştî û aramiyê.
*Girtîgeha Jinan a Xarpêtê