Jinek Zimanek Jinek Jiyanek

  • 14:14 28 Gulan 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Di serî de felsefe, zanyarî, mîtolojî, bawerî, çand-hunerê û wêjeyê bigire heta hîndekarî û perwerdehî û hemû beşên civakê li ser binesaziya rêz û rêçikên zimanê zikmakî ya dayikê hatine avakirin. Ev heqîqeta zimanê dayikê taybetî jî herî zêde di qada Bizîşkî ( TIPÎ) de xwedî pênaseyeke xwe ya şahane heye.
 
Xecê Şen 
 
Xwînêrên hêja, min di nivîsên me yên beriya vê de li ser dîroka Kovara Hawarê û Cejna Zimanê Kurdî û taybetmendiya wê nivîsî bû. Ez ê di vê nivîsa xwe de jî balê bikişînim ser zayendîperestiya Kovarê û nêrîna Celadet Bedirxan a zayendperest. 
 
Çima Celadet Bedirxan û çima zayendperestî?
 
Her weku min di nivîsa xwe ya beriya vê de jî anîbû ziman, gelê kurd û taybetî jî saziyên zimanê kurdî û çapemeniya azad a kurdan, bi salan li ser rêz û rêçikên Kovara Hawarê ya ku Celadet Elî Bedirxan pêşengtî dikir xebatên xwe dimeşandin û hê jî dimeşînin. Taybetî jî saziyên ziman ên ku hîndekarî û perwerdehiya zaravayên kurmancî û kirdikî (dimilkî-zazakî) yên zimanê kurdî dikin li ser esasê rêzimana Celadet Elî Bedirxan diçin û ji bilî rêzimana wî heta niha tu rêziman ji aliyê saziyên hindekarî û perwerdehiyê nehatine pejiradin jî. Gelê kurd ewqas qedir û qîmetê didin Celadet Bedirxan. Li gor baweriya min divê were dayîn jî û jixwe îtîraza tu kesî ji vê yekê re tune ye. Lê li gor ramana min divê hêla wî ya zayendîperestî were dîtin û were rexnekirin. Ji dîroka mirovahiyê û heta niha pênaseya ku ji bo zimanê zikmakî anku zimanê dayikê hatiye kirin, ew pênaseya “zimanê dayîkê” Celadet Bedirxan têk biriye û li şûna wê zimanekî li ser esasê “Zilamek û Zimanek” pênaseyeke nû kiriye. Anku ramaneke nû li ser esasê mêrperestiyê ji bo ziman pênase kiriye. Mixabin ev pênaseya zimanê mêrperestî bi awayekî şênber di hemû rêz û rêzikên Kovara Hawarê de xwe ava kiriye. Ji bo ku mijar şaş neyê fêmkirin, dixwazim ji bo şênberiya mijarê bi yekser nivîsa ku Celadet Elî Bedirxan bi xwe nivîsiye bi û di Kovara Hawarê de bi halê wê yê resen ve di vir de bidim xuyakirin. 
 
'Zilamek û Zimanek'
 
Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî jihevdeke li saz bike û carîna zimanekî mirî vejîne. Herwekî em ê niha bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên zindî, nav wan zimanên ko mirov pê diaxivin û mexsedên xwe pê eşkere dike.
 
Me got zimanên mirî û zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jinyinbariyê ve ziman ji wek mirovan û wek her heybera rilîber dizên, dijin û dimrin.
 
Ji zimanên mirî hin hene warkor û ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserên mezin, kitêbên hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro ji têne xwendin. Lê ziman bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê devikî ne û tu kes bi wan napeyive. Lê Evropa latînî, li rohelatê nizing Îbranî zimanê miribûn. Latînî îro ji zimanekî miri ye. Lê herçi Îbranî êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye”. (624)
 
Belê, Celadet Bedirxan bi mijara xwe ya "Zilamek û Zimanek" ve ji bo pêşxistin û jîndeweriya zimanê kurdî û zimanên zindî ku di Kovara Hawarê de hatiye weşandin pênaseyek bi vî rengî kiriye.
 
Lê ev pênase ji heqîqeta ziman û ji heqîqeta jinê ya hebûn û xwebûnê pir û pir “dûr”e. Dema ku mirov li ser dîroka heqîqeta mirovahiyê û heqîqeta jinê lêkolînê dike û belgeyên dîrokî yên li ser ziman dixwîne, mirov dibîne ku fikir-hizr û hişmendiya civakbûnê li ser hîmê herî bingehîn a felsefeya jinê û zimanê dayikê hatiye avakirin.
 
Di serî de felsefe, zanyarî, mîtolojî, bawerî, çand-hunerê û wêjeyê bigire heta hîndekarî û perwerdehî û hemû beşên civakê li ser binesaziya rêz û rêçikên zimanê zikmakî ya dayikê hatine avakirin. Ev heqîqeta zimanê dayikê taybetî jî herî zêde di qada Bizîşkî ( TIPÎ) de xwedî pênaseyeke xwe ya şahane heye. Di qada Bizîşkî ( TIPÎ) de ji ziman re jî zimanê zik-mak-î anku zimanê dayîkê tê gotin. Gotineke ya Bizîşkî ( TIPÎ) heye dibêjin; “Zimanê Zikmakî” anku zaroka ku hêj ku di zikê dayika xwe de ye û nehatiye dinê re tê gotin. Her wiha li gor lêkolînên ku li zanîngeha Pasilif Lutheran hatine kirin, zarok hêj ku di zikê dayika xwe de û di 10’emîn hefteyên xwe de ye, hînî ziman û dengê tîpan dibe. Lêkolîner Christine Moon dibêje; “Ev lêkolîn cara yekemîn e ku di derbarê ziman û zarokê ku ji beriya zayînê, anku hêj di zikê dayika xwe de ye hatiye kirin. 
 
Li gor lêkolînê, zarok hê ku di zikê diya xwe de ji %40 hînî ziman û dengên tîpan dibe.” Ev jî tê wê wateyê ku dayikê bi hîs, hest, raman û lorîkên xwe û diyalog ku bi zaroka xwe re datîne, zarok hê ku di zikê wê de ye tê perwerdekirin. Dema ku dayik zarok tê dinê û şûnde, bi qasî mijandina şîrê xwe, ew zarokê hem hînî zimanê zikmakî yê dayikê û hem jî hînî zimanên biyanî dibe. Bêguman tiştê ku di vê lêkolînê de jî derketiye holê jî diyar dike ku  zanyara ziman û mamosteya ziman a yekemîn jin-dayik e. Ev rastiyek e û hemû felsefemedar û zanyarên cîhanê vê yekê piştrast dikin. Ji ber vê yekê mirov pir bi hêsanî dikare bibêje ku zimanê dayikê îfadeya jiyana mirovahiyê ya herî azad e. Li gor baweriya min dê ev pênaseyeke ne şaş be û dê pênasekeye herî di cihê xwe de be. Her wiha ji ber heqîqeta felsefeya “Jin Jiyan Azadî” dibêjim Zêdetir jin zêdetir ziman û zêdetir jin zêdetir jiyan...!
 
Her Bijî Zimanê Dayikê!
 
Jin Jiyan Azadî!
 
Çavkanî: Kovara Hawarê ya weşanxaneya j&jyê. Hejmar 40/rp-757.