Em ne bê çareserî û alternatîf in

  • 09:03 13 Cotmeh 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
 
“Li Rojhilata Navîn heta niha perspektîfa herî berfireh (netewa demokratîk) ji aliyê serokatiya me ve pêk hatiye. Em girtî jî amadene berpirsyariya xwe bînin cih. Em ne bê çareserî û alternatif in. Em destûr nadin gelê me 100 salekî din jî bê qetilkirin. Hêza me bi qasî çiyayê Agirî bi heybet e, bi qasî Munzurê herikbare. Divê her kes vê bizanibe.”
 
Leyla Guven
 
Ji roja civakîbûn heyî bûye, rêvebirin, wekhevî, azadî, jiyana kolektîf û gelekên din jî derketine holê. Li gorî çavkaniyên mitolojik mirovahiyê jiyana wekhev, dostanî, dostê xwezayê û bidengiyan esas girtiye. Pêşengên vê demê jinên xwedavendin. Piştre mêran ev jiyan ji holê rakirine û serdestiya xwe ava kirine. Koleyên ewil yên vê pergalê jî jin in. Êdî li şûna jina xwedavend, zana û bi şifa; pîrebok, nebaş, şeytan û mar cihê xwe girtiye. Dewleta li Zîguratan teşe bûye her cureyê despotiyê aniye. Jinan şikestinên mezin jiyane û ev pêşketin heta roja îro htaiye. Civak jî jin jî yên li dijî vê pergalê seransrê dîrokê berxwedane her tim di berxwedanê de bûn.  Her çiqas hejmara kesên vê berxwedanê dimeşînin zêde bûn zext jî zêde bûne. 
 
Mirov her ku tên kuştin zêde dibin
 
Pandemiyê hemû cîhan xist bin bandora xwe. Niha bi versiyonên cuda cîhanê tehdîd dike. Ev pirsa dawiya kapîtalîzmê ye an jî reorgasyona wê ye tîne hişê mirovan. Her ku zilma zalim zêde dibe berxwedan jî zêde dibe. Bêguman berxwedan bi derfetên heyî pêk tê. Foucault dibêje armanca serdest ev e ku di zindanan de îradeya kes teslîm bigire. Tam di vê nokteyê de afrînerî dikeve dewrê. Ger tu tiştek destê girtî de nemîne jî bedena xwe datîne holê. Li cîhanê gelek mînakên vê hene. Di têkoşîna me de jî mînakên mezin hene û xwedî cihên girîngin. Bi bedenên xwe yên roj bi roj diheliyan peyam didan girtiyên şoreşger. Li dijî van çalakiyan rêbazên îşkencê wateya xwe winda kirine.
 
Tecrîd di şexsê serokatiya me de li Gelê Kurd tê kirin
 
Zindana Amedê bi berxwedana lehengan ronî dibû. Tişta ku hêzên faşîst jê ditirsiya pêk dihat. Ev berxwedan pêl bi pêl mezin dibû û sempatiyek mezin pêş diket. Kemal, Hayrî, Alî di bedena hezaran de zindî bibû. Rojiyên mirinê yên 14’ê Tîrmehê çalakiyên girseyên mezin afirandibûn. Çalakiya 14’ê Tîrmehê hem li hundir hem li derve motîvasyonek mezin afirandibû. Teza serdestan vala derket. Ji bo protestokirina tecrîda 25 sale li ser serokatiya me didome, her tim çalakî pêk hatin. Ji ber di şexsê serokatiya me de tecrîd li ser Gelê Kurd pêk tê.
 
Ev pêkanîna kêfî tu carê qebûl nekirin
 
Zarokên leheng yên vî gelî ev pêkanînên taybet ên kêfî qebûl nekirin. Ji çalakiyên ‘HÛn nikarin roja me tarî bikin’ heta grevên birçîbûnê gelek çalakî pêk anîn. Herî dawî bi hezaran girtiyên kurd di 2018 û 2019’an de ketin greva birçîbûnê û tecrîda Îmraliyê  deşifre kirine. Êdî dost jî dijmin jî dizanin ku di şexsê serokatiyê de tecrîd li ser civakê pêk tê. Fedayiyên vê pêvajoyê Zulkuf, Ayten, Zehra, Medya, Gonca, Sîraç, Mahsum in. Lê faşîzma li pêş me li şûna vê tecrîdê rake, ketiye hewldana ku roja xwe xilas bike. Şerma tecrîdê ya di stûyê me de di nokteya em hatinê 9’ê cotmeha 2023’yan de hîna li cihê xwe dipê.
 
Konsepta qirkirinê ya li Îmraliyê destpê kiriye li ser cihên ku kurd dijî bi lez didome. Em kurd vê xetereyê dizanin û dibînin. Serdest dixwazin dengê Kurdên ku bûne hêz û polîtîk bûne bibirin.
 
Divê her kes plana têk birine baş fêm bike
 
Divê her kes vê plana têkbirinê baş fêm bike. Bêguman em di ferqa vê de ne. Lê ez bi xemgînî dibêjim ku  hîna kesên ne di ferqa vê de ne hene û hêzên kurdan yên wekê PDK’ê ku dibin alava lîstikên Osmanî hene. Ger çavkaniyên rast bên xwendin wê bibînin ku divê tu carê bi van hêzan bawerî tuneye. Di vê esasê de divê em di essa paradîgma serokatiyê ya di rêya sêyemîn de israr dike, nêz bibin. 
 
Têkoşîna jinan ya navendî û têkoşîna demokratîk a azadiya jinê esas digire ji ber vê gelek girînge û dertê pêş. Di esasê de rêya sêyemîn bi karekterê jinê pêş dikeve. Hemû têkoşînên demokrasiyê neçarin di esasa jinê de û jinê bigirin navenda xwe bimeşin. Têkoşîna li dijî pergalê ya îro têkoşîna jinê ye. 
 
Serhildana jinê ya li Rojhilat mînaka vê ya ya şênber e. Têkoşîna jinan wek têkoşînek çinî nikare bê destgirtin. Nikare tenê bibe têkoşîna aliyekî civakî û gel. Nikare bibe rewşa şerê desthilatdarbûn û dewletbûnê. Di esasa têkoşîna jinê de gerdunîbûn û demokratîkbûn heye. Ji ber vê jî karekterê têkoşînên sedsala 21’ê jinê esas digire.
 
Di 25’emîn sala komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî de, dema dîtina parastina rewa a jinên kurd a rêxistinkirî hatiye. Ji bo pêkhatina azadiya zarokatiya me wê çalakiyên dewlemend xeta berxwedanê ya li cîhanê ava bike. Azadiya serokatiya me hem li hundir hem li derve hinceta têkoşîna me ye. Divê serokatiya me demildest bigihêje azadiya xwe û ev hewcedariyeke ku nikare bê taloqkirinê ye.
 
Li Rojhilata Navîn heta niha perspektîfa herî berfireh (netewa demokratîk) ji aliyê serokatiya me ve pêk hatiye. Em girtî jî amadene berpirsyariya xwe bînin cih. Em ne bê çareserî û alternatifin. Em destur nadin gelê me 100 salekî din jî bê qetiklirin. Hêza me bi qasî çiyayê Agirî bi heybete, bi qasî Munzurê herikbare. Divê her kes vê bizanibe. Ez komploya 9’ê Cotmehê carek din şermezar dikim, soza bilindkirina têkoşînê ya li dijî hêzên komploger didim.