‘Ez Şahmerana xwe diafirînim’
- 09:10 7 Adar 2020
- Jiyan
Safiye Alagaş
ÎZMÎR - Hunermenda Mask Eylem Surek ku ji ber aboriyê xebata xwe ya bi navê ‘Parêzvanên Şahmeran’ temam nekir, piştî ku atolyeya tê de dixebitî ya li şaredariyê hat girtin şûnde betal ma. Lê Eylemê xebatên xwe berdewam kir. Eylem wiha dibêje: "Rûpûş di esasê de di navenda jiyana me hemûyan de ne. Ji welîdînê heta mirinê, em bi gelek rûyan tên rû hev. Rûpûş ji xwe di jiyana me de heye."
Hunermenda mask a serbixwe Eylem Surer berê du pêşangehên bi navên ‘Ji ber we’ û ‘Rûyên ku dijîn’ pêk anî. Eylem bi hunera mask jiyana xwe didomîne û çîroka naskirina wê ya maskê xwe dispêre 10 sal berê. Eylem piştî dest ji hevjînê xwe berdide, li kar digere û ji bo xwe karekî nabîne.
‘Min wê demê mifteya bi sîhîr dît’
Eylem li Menemen a Îzmîrê ji bo biçe qursa xişir diçe Navenda Perwerdeya Gel. Eylem der barê mijarê de wiha dibêje: “Ez çûm cem Midûr. Midûr got ‘tu dizanî mask çêbikî?’. Ez çend saniyeyî sekinîm. Nizam çawa bû lê min got ‘ez dizanim’. Min wê demê mifteya bi sîhîr jî dît. Di vir de derewek mijara gotinê ye lê min potansiyela xwe dizanibû. Piştî ku min wisa got, midûr jî got ‘li Îzmîrê muzeya mask tê vekirin. Xebatên xwe bigire bibe wir. Bila ew binirxînin’. Min ji çend hevalan rûpûşên wan girtin û ez çûm. Min hinek ji wan jî çêkirina wan fêr kir. Min prensîba esas fêr kiribû. Ez çûm muzeyê û hat qebûlkirin.”
‘Ez ketim pey çîrokê’
Eylem tevlî qursan dibe û piştî demekê dibêjin ne rûpûşên çerm, rûpûşên Venedîk çêbike. Lê Eylem der barê vê de tiştek nizane. Eylem wiha berdewam dike: “Li polê 12 jin hebûn. Dema mamoste nîşanê hevalên din didan min temaşe dikir. Bê navber xebitîm, min dîroka rûpûşan lêkolîn kir. Ez ketim pey vê çîrokê.”
‘Min xwe sînor nekir’
Eylem ji ber ezmûna Mamostetiya Wêneyan a Hunera Xweş a Zanîngeha 9 Eylulê derbas nekiriye, xemgîn dibe. Eylemê destnîşan kir ku wê xwe sînor nekiriye û li atolya mask 5 salan mamostetiyê dike. Her sal perwerdeyê dide bi dehan jinî û piştî hilbijartinê çawa şaredar diguhere, atolye jî tê girtin û got: “Min wê demê li Urlayê pêşangehek vekir. Kulubek motosîkletê hat serdana me. Diyaloga me çêbû. Gotin em nirxê didin jin û hunerê. Bi rastî jî wisa ne. Ez li kolejekê xebatên atolyeyê didomînim. Ev demek e ez aliyê hunerê nikarim bimeşînim. Aborî û huner girêdayê hev in. Alavên tên girtin hene. Jiyana me didome. Du zarokên min hene. Kirê, fature hene. Em nikarin weke ku ev tune tev bigerin. Ez niha hewl didim debara xwe bikim. Xişir û magnetan çêdikim. Carna standê vedikim. Lê ez vê jî hîn dibim. Rûpûş nîşan da ku di vê civakê de pêkanîn a hunerê zehmet e. Lê ez dîsa jî berdewam dikim.”
‘Mirov rûpûş dibin ber rihê xwe’
Eylemê daxuyakirin ku rûpûş di esasê de di navenda jiyanê de ye û got: “Li gorî min rûpûş li rihê mirovan hatiye xistin. Mirov rûpûş didin ber rihê xwe. Ji welîdînê heta mirinê em bi gelek rûyî re tên rû hev. Rûpûş ji xwe di jiyana me de heye. Ji du gotinan yek ‘me rûyê wan yê rast nedît’ e. Ji ber vê jî rûpûş di navenda jiyana me de ye. Li Tirkiyeyê pêkanîna hunerê gelek zehmet e.”
‘Çîroka min ya bi Şahmeran re di 6 salî de dest pê dike’
Yek ji xebatên herî girîng ya Eylemê fîgura Şahmeran e. Eylem diyar dike ku di 6 salî de çîrokên Şahmeran nas dike û got: “Wêneyên Şahmeran li dîwarê kalê min wan bû. Min dirêj dirêj lê mêze dikir. Min nizanibû jê hez bikim jê bitirsim. Min herdu hest ligel hev dijiya. Bi salan sempatiya min jê hebû. Piştre çîroka wê bandorek mezin li ser min kir. Îxaneta mirovan a li hember mirovan vedibêje. Tê gotin ku divê em baweriya bêdem li aliyekî bihêlin. Navberekê min xwest ez pêşangeheke ‘Vegera Şahmeran’ pêk bînin. Wê ji 7-8 rûpûşî pêk bihata. Min çend heb çêkiribû. Pêvajoyekê ez bê pere mam. Neçar mam çend heban bifroşim. Niha yek maye destê min de. Yek ji damezerînerên Şahmeran e. Şahmeran şûnde vedigere. Piştre min proje wisa hişt. Lê ew proje hîna di hişê min de ye. Ez dixwazim wê bidomînin.”