Di 8’ê Adarê de çîroka 8 jinan…
- 09:11 8 Adar 2020
- Jiyan
‘Gelek jinên di navbera cemaatê de tengezar bûne hene’
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Aysel Gezgîncî ku berê di gelek cemaatan de cih girtiye û her ku pêkanîna li hember jinan dîtiye, xwe jê daye alî. Aysel niha hevseroka HDP’ê ya Bornovayê ye. Ayselê got jin bi taybet ji ser malbatên xwe diçin cemaatan û got: “Gelek jinên di cemaatan de tên tezgezarkirin hene. Ji bo jinê her tim heram lê ji bo mêran helal e. Mêr dikarin her tiştî bikin lê jin nikarin. Dema jin dikin jî tên înfazkirin, cezayê wan tên dayîn.”
Em bi xebata xwe ya ‘Di 8’ê Adarê de çîroka 8 jinan’ îro jî çîroka hevseroka navçeya Bornovayê ya HDP’ê ya Aysel Gezgîncî bi we re parve dikin. Aysel berê di cemaatên Menzîl û Îsmaîl Aga de cih girtiye. Ayselê da zanîn ku di cemaatan de têgehên îslamî lihevdigerînin û li gorî berjewendiyên mêran rêbaz tên dayîn û jinan jî hepsê vê jiyanê tê kirin û got: “Tavîz tavîzan derdixe holê. Em çiqas eciz tevbigerin wê evqas jî bipelçiqin. Dem dema ku divê em ji vê re bêjin êdî bes e.”
‘Têgeha şukur, ji bo kolekirina jinê hat bikaranîn’
Ayselê got di 38 sal temenê xwe de tenê ev çend sal in dikare xwe bibîne û got ger jin xwe wek kirde bibîne wê hem xwe bibîne û hem jî civakê ferq bike û wiha pê de çû: “ Di cemaatand serîtewandin û şukurkirin hebû. Di esasê de şukurkirin wek kolekirinê bû. Zarokan bîne dinê, li zarok binêre, benda mêr bimîne. Tu hewcedarê mêrî. Tu tiştekî xwe nadî kesekî, lê her tim ji Xwedê dipê. Lê dema ku Xwedê bide te divê tu jî bidî kesên din.”
‘Di Quranê de wisa nabêje’
Ayselê destnîşan kir ku lêpirsîn di her qada jiyana wê de hebûye û hîna jî didome û ev tişt bi lêv kir: “Dema em li cemaatê bûn jin di plana herî dawî de bûn. Min ev lêpirsîn kir. Mafên ji bo mêran dihat nasîn ji bo jinan nedihat nasîn. Cemaat dibêjin ‘Xweda û Teala piştî xwe, emr dike ku jin li dijî mêran serî bitewînin’. Lê di Quranê de titşek wisa tune û dibêj e; ‘Hûn wekhev in’, ‘Ji bo hûn hev temam bikin’min hûn afirandin.”
‘Mêr dixwazin jin hewcedar bin’
Ayselê di berdewamiyê de wiha got: “Serbilindiya jinan, li gorî mêrane. Serbilindî tê wateya ‘neqebûlkirina zilmê’. Tê gotin ku dema hûn rastî şîdetê tên bêdeng bin. Mêr dixwaze jin hewcedarê wan bin. Me ev li cemaatan bi kurahî hîs kir. Lê her ku mirov lêpirsîn dikin, mirov jê dûr dikevin. Hevalek min pirsa ‘ger cehnem û bihûşt hebe, çima mirov min lêpirsîn dike?’ pirsî. Li gorî min pirsa wê di cih de ye. Xweda jî min jî wisa dibêje. Wê demê çima hûn tevlî dibin? Çima hûn bê aramiyê diafirînin Mêr xwe dikin, şûna Xweda. Dibêjin ‘em çi bêjin ew e’. Yanî her tişt ji mêran re helal, lê ji jinan re heram e. Her tiştê mêr tê efûkirin lê jin tên kuştin. Tên înfazkirin. Yanî rêbaz tenê ji bo jinan hene. Ji bo mêran tune. Em ji bo baştir Îslamê fêr bikin ketin cemaatê. Lê mixanin me nêzîkatiya ku ol tenê ji bo mêran e dît. Piştî hinek lêpirsîn dest pê dike vê carê dibêjin ji ol derketiye.”
‘Em jin têkoşîna hebûnê didin’
Ayselê daxuyakirin ku çawa lêpirsîna wê dest pêkiriye jî ji cemaatê dûr ketiye û bi daxwaza xwe wir terk kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di qursa Quranê de di sohbeta hat kirin de Komkujiya Roboskê hat axaftin. Ev zilm bû. Lê wan got ‘tiştên heq kirin dîtin’. Min wir terk kir. Li gorî min hemû jin lêpirsîn dikin lê tiştekî nakin. Cemaata Menzîl jî, partiya ku min denga xwe dabûyê lêpirsîn kir. Gotin ‘tu bi dijmin re dibî yek.’ Lê em azadiyê dixwazin. Aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes bimre. Ji ber van fikran ez nehatim qebûlkirin. Ez bi kesî heyî nebûme. Xweda ez anîme dinê. Em jin têkoşîna hebûnê didin di esasê de.”
‘Jin di plana dawî de ne’
Ayselê got di nîqaşeke din de jî gotine ‘divê Musliman wek mîhan bin’ û li ser vê nîqaş hatiye kirin û got: “Her kes li gorî xwe tevdigere. Quranê venakin naxwînin. Tefsîrê dikin. Tefsîr jî şîrovekirina Quranê ye. Mirov dikarin bixwe fêr bikin. Lê tên wir ji wan guhdar dikin. Yanî mirov bixwe lêkolîn nakin. Bi tiştên ku xoce dibêjin bawer dikin. Jin jî di plana herî dawî de ne. Jinên ku tiştên mêr dixwazin tînin cih jî wek kolene û serî ditewînin. Divê jinê di cemaetê de hebûna xwe ferq bikin. Gelek jinên di cemawetê de hatine çewisandin hene. Ji ber ku ditirsin, serîhilnadin. Dibêjin wê neyên qebûlkirin, wê civak wan qebûl neke. Lê divê jin di ferqa hêza xwe de be. Min gelek baş kir. Ez di alî hevjînê xwe de bi şans bûm. Hewl da ku ez hinek tiştan bibînim. Ez dîsa bi teseturim. Ez ola xwe dijîm. Ez lêkolîn dikim. Jin divê bên cem hev û lêkolîn bikin, nîqaş bikin. Lê li cemaatan ev tune.”
Ayselê herî dawî der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jî axivî û ev bang kir: “Tavîz tavîzan derdixe holê. Em çiqas eciz tevbigerin wê em evqas bipelçiqin. Êdî dema em bêjin bes e hatiye.”