Avzê ji bo zarokên Mexmûrê bû cihê avjeniyê
- 09:02 18 Tîrmeh 2023
- Jiyan
Berjîn Kara
MEXMÛR - Bi taybetî di demsala havînê de avzêya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê heyî ji bo zarokan bûye cihê lîstok û avjeniyê.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), ligel zor, zehmetî û êrişan jiyanek nû hat avakirin. Piştî 25 sal şûnde bi xebata Şaredariya Wargehê avzêyek derket û ev avzê ji bo zarokên wargehê bû cihê avjeniyê.
Xelkê Wargeha Mexmûrê di salên 90’î de ji ber zilma Dewleta Tirk koçî başûrê Kurdistanê bûn û piştî 7 wargehan li wargeha Mexmûrê bi cih bûn. Ji gelê wargehê re hat gotin ku li Mexmûr av heye û cihê jiyanê ye. Lê dema hatin wargeha dîtin ku ew ava ji wan re hatî gotin ava germavê ye û nayê vexwarin, ango bi vî şêweyî terkî mirinê hatin kirin. Lê gelê wargeha Mexmûrê tu caran hêviya xwe qut nekirin û ew av ji bo wan bû çavkaniya jiyanê.
Bi kerpîçan avahî çêkirin
Bi wê avê pêwîstiyên xwe pêkanîn, kel û pelên xwe pê şûştin, lawirên xwe pê xwedî kirin, çandiniya xwe pêkanîn. Di destpêkê de xelkê Mexmûrê di nava konan de dijiyan, lê piştre bi ava germavê herî çêkirin û bi kerpîçan xaniyan pişt re jî dibistanan çêkirin. Ava germavê li gel sûdên xwe yên cuda şifayê belavî derdor kiriye. Germava wargeha Mexmûrê ji bo tenduristiya mirovan jî pir giringiyek xwe hebû, heriya Germavê ji bo nexweşiyên çerm weke derman dihat bikaranîn. Lê ji ber guherîna avhewayê û hişkesalî bandora xwe li germava wargehê jî kir û di navbera salên 2008-2009’an de di demek kurt de zuha bû.
Di xebatên şaredariyê de ev avzê hat dîtin
Piştî zuhabûna germava li wargehê bi salan av ne hatibû dîtin, lê beriya mehek li wargehê avzêyek derket ku dişibe germava ku ji beriya niha bi salan bûyî çavkaniya jiyana şêniyên wargehê. Dema Şaredariya Wargehê kar û xebatên projeyên ku danî li pêşiya xwe temam dikirin, rastî vê avzêyê hatin. Ji bo ku welatiyên wargehê jê sûd werbigirin bi rêya boriya pergalî jêre hate danîn. Bi vê yekê şêniyên wargehê dikarin bi vê avê baxçeyên xwe av bidin, jinên wargehê ji bo laşê xwe wek derman bikartînin û herî zêde jî ji bo zarokan jî bûye çavkaniya keyfxweşiyê.
Fatma Kara li Mexmûrê dijî wiha bal kişand ser jiyana wargehê: "Em di sala 98’ê hatin vir. Jixwe me ne ji mayînê re anîbûn vir, me ji mirinê re anîbûn vir. Xaka mar û dûpişkan bû, heta mar jî bivê xakê razî nebû, tenê dûpişk li vir hebûn. Dema ku em nu hatin vir ne avek bû ne tiştek, Mexmûreke jêr hebû em diçûn me bi bîdonan av dianî. Her wiha dema em nû hatin wargehê li vir germav hebû. Me pê ve germavê îdara xwe dikir. Danê sibê me diçûn germavê piştre dihatin malê teştiya xwe dikir. Piştî 25 salan li vir avzêyek derket. Ev av ji bo me derman e, kesê ku laşê wê bixure, bi êşe diçe ser vê avê."
'Dixwazim fêrî melevaniyê bibim'
Zaroka biçûk ya binavê Berjîn Kara jî wiha keyfxweşiya xwe anî ziman: “Em zarok bi derketina vê avê pir keyfxweş in, me tu car avek wiha ne dîtiye. Ez siharê bi dayika xwere têm vê derê. Em xwe li avê didin û em gelek keyfxweş in. Em xwe lê didin, melevanî dikin û ez jî dixwazin xwe fêrî melevanî bikim."