Li Dîkmeceyê têkoşîna hiqûqî dest pê kir

  • 09:04 23 Îlon 2023
  • Jiyan
 
 
Melîke Aydin
 
HATAY - Gelê Dîkmeceyê ku bêyî agahiya wan erdê wan hat cemawerîkirin, dest bi têkoşîna hiqûqî kirin. Ji gundê Dîkmece jinan diyar kirin ku axa wan tê dagirkirin û li benda piştgiriyê ne.
 
Li Hatayê bi hinceta wê erdhejzedeyan lê bi cih bikin di 14’ê Nîsanê de bi biryarnameya serokomariyê re, erdên gundê Dîkmece ji bo çêkirina avahiyên TOKÎ, hat cemawerîkirin.  Welatiyên ku piştî wesayîtên kar ketin erd  ji mijarê agahdar bûn dest bi berxwedanê kirinj û bi cendermeyan re hatin rû hev. Welatyan diyar kirin ku heta ev biryar neyê rawestandin wê têbikoşin û axa xwe terk nekirn. Jinên Dîkmece diyar kirin ku ev  hewldanek li dijî Elewiyên Ereb e û gotin ger piştgirî neyê dayîn wê ev cemawerîkirin zêdetir bibe.
 
‘Ez bi dewletê bawer nakim’
 
Nesrîn Dogu ya ku yek ji berxwedêrên Dîkmeceyê ye, diyar kir ku ji ber fikarên ku wê axa wan bê îstîmlakirin her roj kontrola tapoyê dikin û got dewlet îtîrazên wan cidî nagire û wiha domand: “Dewletê axa Elewiyên Ereb cemawerî kir. Di vir de nêzîkatiya li hember nasnameyan dertê holê. Çima ne gundê Oglakoren, karaksî?  Ji ber ji wir ji AKP’ê re deng derdikevin. Em nabin AKP’î. Çima piştî erdhêjê AFAD, Kizilay nehat alîkariya me? Ew roj ji bo me dojeh bû lê ne xema kesekî bû. Cenazeyên me di bin kavilan de man. Kesî dengê me nehbist. Ev pêkanîn bi taybet li hember me pêk hat. Ez bi dewletê bawer nakim.”
 
‘Bêyî ji gundiyan bipirsin axa me firotin’
 
Ji berxwedêran Sabahat Aysel Olgun jî bertek nîşan da û got roja ewil a erdhêjê xizmên xwe winda nekirine, xaniyê wê hilneweşiyaye û wiha bi lêv kir: “Piştre çeteyên diz ketin taxê. Lê tax bû yek û ji hev re bûn alîkar. Ketin piştevaniyê. Yên xaniyê wan tûnebûn piştgirî ji wan re hat dayîn. Hîna van berdewam dikir dron di ser serê me re firiyan. Bêyî agahiyê bidin me axa me cemawerî kirin. Me meşek mezin pêk anî. 19 donim li cihekî 6 donim li cihekî erdê malbata min çû.  Rayedar ne li ser erda ne. Karker hene. Bila kesek ji me re tiştekî bêje. Biryara îstîmlaqê hebe jî em erdên xwe terk nakin. Bi kîjan hiqûqê îstîmlaq dikin. Em di bin dagirkirinê de ne. Em ê ji erdên xwe dernekevin.”
 
Sabahatê wiha dawî lê anî: “ Wekê ku em li dijî çêkirina avahiyan e nîşan didin. Lê em tiştek wisa nabêjin. Em dibêjin ku bên çêkirin jî bila agahiya me pê hebûna. Em bi rayedarên fîrmayên taşeron û leşkeran re hatin rû hev. Ez dibêjim ku ger axa min nayê parastin hun ne leşkerên me ne. Em hatin rû hev. Ez sûc nakim. Ez axa xwe diparêzim.”
 
‘Têkoşîna hiqûqê dest pê kir’
 
Yek ji berxwedêrên din Meryem Kutlu jî destnîşan kir ku pêvajoya îstîmlaqê veşarî hatiye kirin û tebligat ji wan re nehatiye şandin û got: “Makîne hatin ser erd em piştre fêr bûn. Me agahî ji parêzeran girt. Niha em bi komî dozê vedikin. Ji bo biryar bê rawestandin me doz vekir. Em ê di alî hiqûqî de jî li mafên xwe bigerin. Divê ji bo me zêdetir piştgirî hebe. Em li ber xwe nedin wê zêdetir bê talankirin. Wê bi awayekî tûnd êrîş bikin. Dîkmece here wê Serînyol , Karaalî û Samandag jî biçe. Em berxwe nedin wê êrîşî me bikin. Rayedar bi gundiyan re neket diyalogê. Em ê desturênedin vê talanê. Bila bibin mudaxabê me û em li ser maseyê runin.”