Li hemberî gotina 'Nikare bike' serî rakir
- 09:04 29 Îlon 2023
- Jiyan
Rojda Aydın-Nazlıcan Nujin Yıldız
QERS - Nûran Yilmaz, li hemberî gotina civak û malbatê "Nikare bike" serî rakir û dikana cil û bergên kurdewarî vekir. Nûran, bang li jinan kir ku li dijî şîdet û zextan bêdeng nebin û çend zehmet be jî ji xwe re jiyaneke nû biafirînin.
Tundiya li dijî jinê hem di aliyê derûnî, fîzîkî, cinsî û aboriyê de her ku diçe zêde dibe. Şûna ku jin bên parastin, kiryar ji aliyê saziyên dewletê û darazê ve tên parastin. Ji ber vê yekê hin jin li dijî tundiyê li ber xwe didin, hin jin jî ji neçariyê bêdeng dimînin. Jinên ku li ber xwe didin û serdikevin ji gelek jinên din re dibin mînak.
Nûran Yilmaz jî yek ji wan e. Nûran li navçeya Kaxizmanê ya Qersê dijî û dayika 2 zarokan e. Nûrana ku piştî zewicî şûnde ji aliyê mêrê pêre zewicandî re tim bi tundiya derûniyê re rû bi rû maye. Nûrana ku 10 salan bi wî kesî re zewicî maye û 4 sal berê jî jê veqetiyaye. Nûran, piştî ku vediqete zarokên xwe digire cem xwe û ji xwe re jiyaneke nû diafirîne. Niha li Kaxizmanê cil û bergên gelerî difroşe.
Nûran serpêhatiya xwe û berxwedana xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anî ziman.
Nûrana ku di aliyê madî, manewî û derûniyê de rewşeke zehmet dijiya tu carî ji malbatê jî piştgirî negirtiye. Nûran hewl da ku bikare zarokên xwe xwedî bike û mihtacê tu kesî nebe. Ev pêvajo ji bo Nûranê zehmet bû. Her wiha ji ber ku veqetiya bû û bi zarokên xwe re mabû ji hêla civakê vê jî dihat vederkirin. Nûran hem li hemberî zextên malbatê û hem jî li hemberî pêşdaraziya civakê li ber xwe da û hewl da ku bi ser keve. Ji bo vê yekê jî aboriyeke serbixe pêwist bû.
Bi tena serê xwe dikana cil û bergan vekir
Nûran daxuyand ku dema biryar daye dikana cil û bergên kurdewarî veke, çanda kurdewariyê bi firotina kiras, fîstan, şal û şepikan bide nasandin hem bi zextên malbatê re û hem jî yên derdorê re rûbirû maye û wiha behsa serpêhatiya xwe kir: "Ji min re gotin tu nikarî bixebitî û vî karî bikî. Min ji wan re got ez ê vî karî bi derfetên xwe bikim. Ez alîkariyê jî naxwazim. Min bi tena serê xwe dikana xwe vekir. Dema ku min vekir jî malbat û hevalên min gotin tu nikarî ji bin vî karî derkevî û gotin tu yê di nava du rojan de dikana xwe bigirî. Lê min dikana xwe negirt û min têkoşînek mezin da. Li Kaxizmanê cara ewilî dikanek wisa ya cilên gelerî hat vekirin. Dema ku min vekir jî esnafên derve gotin ‘Ev kê ye û bi kîjan cesaretê ev cilan tîne Kaxizmanê û difroşe'. Gotinên bi vî rengî tim dihat gotin. Li gel zextên malbatê bi zextên civakê re jî rû bi rû mam. Lê di vê pêvajoyê de ez serketim."
Li hemberî gotina 'Nikare bike' serî rakir
Nûran, ligel her cûre zext û zordariyê têkoşîna xwe ya jiyanê berdewam kir û bi vekirina dikana xwe berxwedana xwe domand. Nûran wiha behsa karê xwe kir: "Min li hemberî gotina 'nikare bike' serî rakir. Ez hêj jî li ber xwe didim. Ez karê xwe gelek hez dikim. Ji ber ku ez li ser nigên xwe disekinim hezm nakin. Dema ku min dikana xwe vekir hîn belgeyên min ne temam bûn. Kesek çûbû û gilî kiribû. Piştre ji Maliyê çend kes hatin. Em rûniştin axivîn û ji wan re rewşê zelalî vegot û pirsgirêkê çareser kir. Carekê jî polîs hatin dikanê. Ji ber cilên gelerî, şal û şepik difroşim hatin dikanê nêrîn. Ji xwe wê demê min dikana xwe nû vekiribû. Du kes hatin ketin dikanê û gotin ‘Xwediyê vê derê kî ye’ û min jî got ez im. Şal û şepikan nîşandan û gotin ‘Ji van cilan bi tenê ev hene?’ û min got belê. Piştre gotin ‘Wekî din hûn naynin’ û min jî got li ser daxwazê ez tînin. Gotin temam, piştre dikanê nêrîn û derketin. Piştre ez hîn bûm ku ew polîsên sivîl bû ne."
Bi dirûna cil û bergan xwedî li canda xwe derdikeve
Nûran, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser nêzikatiya derdorê ya li hemberî karê wê: "Cil û bergên kurdî li vir kirê didim mişteriyan. Kesên derdorê gotinan dibêjîn mişteriyên min. Ji mişteriyên min re dibêjin 'Ew çawa li derve bi rehetî bi vî awayî digere. Çima tiştek nayê kirin’. Ez hertim ji mişteriyên xwe re behsa karê xwe dikim û dibêjim karê ku ez dikim ne qedexe ye. Ev karê min e û ez hez karê xwe dikim. Divê pêwîste hemû kes xwedî li çanda xwe derkeve. Ez jî xwedî bi vî karî xwedî li çanda xwe derdikevim."
Axaftina bi kurdî
Nûran, bal kişand ser qedexekirina nasnameya kurd û got ew ji zarokatiya xwe ve bi vê yekê re rû bi rû maye û wiha pê de çû: “Ez li gund mezin bûm. Dema ez diçûm sûkê axaftina bi zimanê kurdî qedexe bû û ev yek di dilê min de ma. Ez 7 salan li Erziromê mam. Li wir jî min nikarî kurdî biaxivîm. Mirovên li derdora min dema ez kurdî diaxivîm bi çavek cûda li min dinêrîn. Ev yek tim di dilê min de mabû. Ez dixwazim xwedî li çanda xwe derkevim. Ez dixwazim bi kurdî biaxivim. Ez bang li Gelê Kurd dikim ku bila hemû kes bi zimanê xwe biaxive. Li Erziromê cîranên me yên kurd jî hebûn lê dema ez kurdî diaxivîm ji min re digotin ‘Ev kes çawa dikare li cem me kurdî biaxive’. Dema ez diçûm nexweşxaneyê min bi dayika xwe re kurdî diaxivîm bi çavek cûda me dinêrîn. Çima? Welatiyên ku ji derveyê welat tên û li vir bi her zimanî diaxifin. Çima dema ez kurdî diaxivim bi çavekê wîsa li min dinêrin?”
‘Li dijî tundiyê bêdeng nebînin’
Nûran, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bila jin li ber xwe bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila tu kes nebêje ez nikarim. Dema mirov bixwaze dikare her karî bike. Ev roj hebû ku ez birçî jî mam û min nekarî nan ji zarokên xwe re binîm. Ez gelekî xebitîm û ez li ser nigên xwe mam. Ez bang li jinan dikim ku bila li dijî tundiyê derkevin û bêdeng nebînin."