Gundê ku di sînorê du welatan de maye: Pekran

  • 09:02 9 Kanûn 2023
  • Jiyan
 
Rojda Aydin
 
QERS - Gundê ku di sînorê du welatan de maye Pekran a Dîgorê, pêşî ermen û piştre jî kurd bûn hedefa polîtîkayên bişaftin, koçberî û qirkirinê. Şopên dîrokî bi serê xwe serpêhatiyên ku li ser vê erdnegariyê hatiye jiyîn tîne ziman. 
 
Qers a ku mazûvaniya şaristaniyên curbecur kiriye, hem dewlemendiyên dîrokî û hem jî bedewiyên xwezayê dihewîne. Çemê Arpaçayê ango Çemê Reş jî di nav xwe de dihewîne. Çemê Arpaçayê di navbera Kurdistan û Ermenîstanê de bûye sînor. Ji serî heta binî dewlemeniyên dîrokî, xwezayî, gerdûniyên çandî û bedewiyên veşartî hene. Yek jî wan gundê Pekranê ku 32 km dûrê Dîgor û 45 km jî dûrê Qersê ye. Gund bi taybetî di nava zinaran de maye. Gund bi tevahî li ser cihê niştecihbûna kevin hatiye avakirin. Ji ber ku gund di sînorê du welatan de maye bêtir bala tûrîstan dikişîne ser xwe û rastî eleqeyek mezin tê. Li Pekranê 9 dêr û 9 çavkaniya avê hene lê li bendê ye ku bên keşîfkirin. Bermahiyên wargehên ermeniyan dişibin muzexaneyek vekirî.
 
Ev gund jî para xwe ji polîtîkayên bişaftin, koçberî û qirkirinê girtiye. Gundê ku heta sala 1915’an ên ermeniyan bû, ji bo guhertina demografiyê kurd hatin bi cih kirin, ermen bi zorê hatin koçberkirin. Lê di salên 90'î de heman polîtîka ji bo kurdan jî hat nûkirin. Polîtîkayên koçberiyê li kurdan hat ferzkirin. Niha li gund tenê 35 xanî hene. 
 
Şêniyê gund Naîme Kemer (65), ji ajansa me JINNEWS'ê re behsa taybetmendiya gund û serpêhatiya gund kir. 
 
‘Di xaniyên ermeniyan de bi cih bûn' 
 
 
Naîme, anî ziman ku ew dîroka vê gundê ji kal û pîrên xwe guhdar kirine û hîn bûne. Naîme, destnîşan kir ku berê ev gund gundê ermeniyan bû piştî ermeniyan li vir kurd hatin bi cih kirin û got: “Gundê me sînorê Ermenîstanê ye. Niha tenê di navbera me û Ermenîstanê de ava Reş heye. Berê ermenî û kurd bi hev re dijiyan, sînor tunebûn. Kurd li aliyê Ermenîstanê dijiyan û ermenî jî vê aliyê dijiyan. Ji ber ku sînor tunebû diçûn û dihatin. Lê belê piştî ku li dijî ermeniyan di sala 1915’an de şer hat destpêkirin Gelê Ermenî ji ber şer neçar man ku derbasî Ermenîstanê bibin. Kurdên wê derê jî derbasî vê gundê bûn. Lê kal û bavê me ji gundê Dolamançê ne û ji wir hatine vê derê. Ez jî li vê gundê ji dayik bûm. Kurd li vê derê di xaniyên ermeniyan de jiyana xwe domandine.”
 
Du welat û sînor
 
 
Naîme, bi lêv kir ku li gund hîn xaniyên ermeniyan hene û tu guhertinek xaniyên wan nehatiye kirin. Naîme, diyar kir ku ew tenê ser baniyên xaniyan çêkirine û wiha axivî: “Şopên xaniyên ermeniyan hîn li vir hene. Xaniyên ku em niha tê de ne jî xaniyên ermeniyan e. Me tenê baniyên xaniyan çêkir, tamîr kir. Dema ermeniyan de nêzî 750 xaniyên wan hebûn. Di heman demê de li gund dêr jî hene. Berê 9 dêr hebûne. Lê belê niha 2 dêr tenê mane, yên din hemû hilweşiyan. Li gund niha dêrekî heye, dêrekî jî aliyê sînorê Ermenîstanê ye. Li hemberê me ye. Em nikarin Ava Reş derbas bikin û biçin li wî alî. Ji ber ku sînorê Ermenîstanê ye û qedexeye. Dema ku em sînor derbas bikin me digirin.”
 
Defînegeran dêra gund texrîp kiriye
 
 
Naîme, da zanîn ku xaka vê gundê gelek dewlemende û çi biçinin şîn dibe. Naîme, bi lêv kir ku gundek dewlemende di vê hêlê de û wiha pê de çû: “Hem axa wê başe û hem jî ava wê heye. Ji ber vê yekê mirov çi biçine şîn dibe. Berê ermeniyan jî li vê derê gelek tiştan çandiye. Li gund niha hîn jî çandinî tê kirin. Niha aliyê Ermenîstanê em nizanin ku xizmên me hene, an na. Bi taybetî havînan û biharan gelek tûrîst tên serdana gund. Li aliyê din ê avê jî Gelê Ermenî tên serdana dêrê. Defînegeran ji ber zêran hindirê dêrê hemû kolandine û zirarek mezin dîtiye. Welatiyên ermenî tên li dêrê îbadeta xwe pêk tînin. Dema ew tên em wan dibînin. Li jora gundê me avahiyên ermeniyan hebûn, ew hemû xirap bûne. Bi tenê şopên wan mane.”
 
Leşkeriyê ava gund birî
 
 
Naîme, diyar kir ku ew niha li gund sewalan xwedî dikin û çandiniyê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê wek berê em nikarin bax û baxce biçinin. Leşkeriyê ava ku dihat ser bax û baxceyên me birî, birin qereqola jorîn. Lewma baxceyên me hemû zûha dibin. Çend baxceyên wê aliyê hemû zûha bûn, niha şîn nabin. Ev demeke dirêje hatiye birîn.”
 
Piştî zilma li dijî ermeniyan salên 90’î
 
 
Naîme, bal kişand ser salên 90’î û got wê demê zilmek ser kurda hebû û li vê gundî jî ser kurdan zext û zilm hatiye kirin. Naîme, wiha li dawî axaftina xwe anî: “Leşkeriyê wê demê zilmek mezin li ser me kir. Pêşiya şêniyên gund digirt, destûr nedidan şênî baxce û erdên xwe biçinin û sewalan xwedî bikin. Me zilmek mezin li vê derê dît. Ji ber zilma leşkeriyê hin şêniyên gund neçar ma ji gund koçber bikin, lê hinekî jî li gund man. Piştî çend salan şûnde leşkerî ji nava gund derket, jora gund baregehên avakirin. Welatî niha bi rehetî dikarin çandiniya xwe bikin. Hin kes jî vegeriyan gundê xwe piştî salên 90’î. Niha li gund nêzî 35 xanî hene. Lê xwezî sînor di navbera me de rabûya, em û ermen bi hev re bûna."