Hem li dijî nexweşî hem li dijî pêşdarazan li ber xwe da

  • 09:07 4 Adar 2024
  • Jiyan
 
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Aygul Atsiz ku bi salan di bin zextên civak û dewletê de ma wiha got: “Ji ber tiştên hatin jiyîn ez bi pençeşêra memikan ketim. 17 caran min kemoterapît dît û mehekê jî radyoterapi. Tevî hemû zehmetiyan min serî netewand.”
 
Têkoşîna jiyanê ya jin didin, li Kurdistanê ji bo jinan hîn zehmetir e. Jin li Kurdistanê tenê zexta civak û malbatê nabînin ya dewletê jî dibînin. Mînaka vê di çîroka Aygul Atsiz ya li gundê Egîrmeç a Muşê hatiye dinê, tê dîtin. Aygulê di temenê biçûk de tê zewicandin û ji ber zextên dewletê dikeivn riya koçberiyê.
 
‘Di temenê biçûk de hatim zewicandin’
 
Aygulê da zanîn ku li gund hatiye dinê û kar û barên gund gelek giran bûye û wiha vegot: “Me karê titun û sewalkariyê dikir. Kar bi vê ne sînor bûn. Bavê min nedihişt ez karê giran bikim. Ez yekane keça malê bûm. 8 birayên min hebûn. Min ew mezin kirin. Min dixwest ez bixwînim lê dayika min nehişt. 18 salî zewicîm.  Ez ji gundê xwe çûm gundekî din. Min li wir karên giran kirin.”
 
‘Gotin wê her gava me bişopînin’
 
Aygulê dizewace mehek şûnde hevjînê wê diçe leşkeriyê.  Salek 6 meh şûnde tê. Rojekê ji malê dertê û carek din nayê. Wê demê Aygul 4 salan bi malbata hevjînê xwe re dijî. Aygulê wiha dibêje: “Hevjînê min hat girtin. Dewletê her tim zext li me dikir. Di sala 1992’an de bi ser mala me de girtin. Wê demê zarokê min hebû. Mala me şewitandin. Em çûn Mersînê. Em li wir dişopandin. Ji ber vê me cih guhert. Em carek din vegeriyan mala xwe. Şevekê saet di 19’an de bi ser mala me digrtin heta 01.00’ê li mala me man. Gotin heta hevjînê te teslîm bibe em te digirin. Min got zaroka xwe jî digirim cem xwe lê nehiştin. Min israr kir, polîsekî kulmek li min xist. Gotin em ê her gava te bişopînin. Roja din hevjînê min hat Mersînê ku zarokê me bibîne û biçe Stenbolê. Lê ez neçûm cem wî. Piştî demekê bi du xizmên me re li Stenbolê hat girtin.”
 
‘Porê min li ber deriyên girtîgehan spî bû’
 
Aygulê di berdewamiyê de got ji neçarî ji Mersînê vegeriyane gundê xwe û got: “Lê li gund me di her alî de zehmetî kişand. Em carek din vegeriyan Mersînê. Kurê min 5 salî bû.  16 sal piştî dadgehê 36 sal ceza li hevjînê min birîn. Ji bo debara xwe min karê destan dikir. Me pir zehmetî kişandin. Porê min li ber deriyê girtîgehan spî bû.”
 
17 caran kemoterapî dît
 
Aygulê daxuyakirin ku 12 sal berê hatine Amedê û wiha vegot: “Me ji nû ve dest bi jiyana xwe kir. Teşhîsa pençeşêra memikan danîn. Ji ber vê nexweşiyê çend salên min li nexweşxaneyan derbas bû. Ewil nehat teşhîskirin. Li bajarên cuda çûm nexweşxaneyê. Hêrî dawî gotin pençeşêra memikan e. Ewil emelyat bûm. 17 caran kemoterapî kirin. mehekê jî radyoterapi. Ew pêvajo pir zehmet bû. Aliyê manewî girîng bû. Heval, dost û xizmên me ligel min bûn. Ez ji bo hemûyan spas dikim. Lê bêguman mirov dixwazin malbat li gel mirovan bin.”
 
Aygulê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew tevî hemû zor û zehmetiyan nêzîkatî û heqeretên malbatê wek jineke Kurd li ser piyan maye û li dijî pergala feodal li ser piyan maye. Aygulê wiha dawî lê anî: “Tevî her tiştî serê min bilind bû. Ez li pey îradeya xwe bûm. Her tim wisa bû. Ez ji jinan re vê dibêjim. Bila di hişmendiya hêza xwe de bin. Bila xwe bi mêran ve girêdayî nebînin. Bila xwe koleyên mêran nebînin.”