Ji bo doza xwe bi salane têdikoşe

  • 09:05 25 Adar 2024
  • Jiyan
 
ÊLIH - Muhterem Ekîncî ku di temenê biçûk de li dijî înkara Kurdan û tunehesibandina nasnameya xwe têkoşîn meşand, ev 30 sal zêdetire tevî hemû êrîş û astengiyan şûnde gavê navêje.
 
Polîtîkayên dewletê yên ji bo tunekirina çand, ziman, nasname û hebûna Kurdan bi sedsalane didome. Kurd jî li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê şûnde gavê navêjin. Yek ji van jî Muhterem Ekînîcî ya 75 salî ye û ji bo parastina nasnameya xwe têdikoşe. Muhterem ji gundê Hîzonê yê Kercewsa Êlihê ye. 13 salî tê zewicandin û piştre bi malbata xwe re ji ber şertên aborî li Êlihê bi ch dibin. 11 zarokên wê çêdibin.
 
Têkoşîna hebûnê
 
Muhterem di temenê biçûk de zext û êrîşên dewletê nas dike û li dijî vê êrîşê têkoşîna hebûnê dide, xwe di nav siyasetê de dibîne. Bi salane li dijî vê bi biryarbûneke mezin têkşîna xwe bimdeşîne û xurt dike.
 
Ji bo aştiyê têdikoşe
 
Keça Muhteremê, Ruken belavkariya rojnameya Azadiya Welat dike û Muhterem dema nû dikeve têkoşînê alîkarî dide keç axwe. Muhterem bi Dayikên Aştiyê re ji bo êrîş bi dawî bin û gelê Kurd azad bibe diçe Enqereyê û wiha dibêje: “Di rê de li me dan. Gelek astengî derxistin. Em gihiştin Enqereyê lê nehiştin em bi kesî re hevdîtinê bikin. Em wisa vegeriyan.”
 
‘Doza me ziman, maf û welatê me ye’
 
Muhteremê wiha vegot: “Doza me maf, ziman û welatê me ye. Dewlet me înkar dike. Em ji bo mafên xwe têbikoşin. Em mafê kesî ji dest nagirin. Lê dewlet dibêje yek al, yek ziman yek netew. Ev ne maf e. Em Kurd hatin û em ê Kurd biçin. Li ser Abdullah Ocalan tecrîdek giran heye. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Dayik li derve di Nobeta Edeletê de ne.  Em piştgiriyê didin hemû çalakiyan.”
 
‘Me dest jê berneda’
 
Muhteremê wiha dawî lê anî: “Demên berê pîrozkirina Newrozê zehmet bû. Di heman demê de gelek girîng bû.  Ez tu carê ji têkoşînê poşman nebûm. Her kes xwedî maf e. Kurdistan mezin û dewlemend e. Ger Kurdistan azad bibe wê kes birçî nemîne. Em dixwazin serokatiya xwe di nav xwe de bibînin. Bila zimanê me bibe zimanê fermî.”