Li Sûrê xizaniya kolektîf: Xizanî bi kîjan gotinan tê gotin
- 09:03 16 Hezîran 2024
- Jiyan
Habîbe Eren
AMED - Li Sûrê xizaniyek giran heye. Jina ku 6 zarokên wê hene, di xaniyekî xerab de dijî, bi mehane nikare ji zarokên xwe re goşt bigire. Jinek din ku du neviyên wê nexweşên epîlepsi ye, li bende alîkariyê ye. Xizaniya giran ji van her du jinan tê fêmkirin.
Li Tirkiyeyê xizanî her diçe giran dibe û bi taybet li bajarên Kurdan ev hîn bêtir giran e. Yek ji van bajaran Amed e. Li bajar xîzanî bi awayekî giran tê hîskirin. Bi taybet jî li navçeya Sûrê. Li Sûrê di 2015’an de piştî îlankirina rêveberiyên xweser, navçeyê zirarek mezin dît.
Ji 20 hezarî zêdetir kesî koç kir
Piştî pêvajoya pevçûnê li Sûrê li 15 taxan li 368 cihî 6 hezar û 300 parsel hat cemawerî kirin. Piştî vê beşek mezin a malan hat hilweşandin. Welatî bê mal man.
Li Amedê li Kolana 75’an (Bulvaara Mahabadê) , Dîclekent, Otogar di alî aborî de navîn e û di asta jor de ye. Li Sûrê jî gelê ku li taxê Fîskaya, Alîpaşa, Ben û Sen, Deriyê Mêrdînê, Azadiye, Baglar, Îskenderpaşa, Ziya Gokalp, Melîkahmet, Balikçilarbaşi xizaniyê ji kûrahî dijîn.
Em diçin taxên Alîpaşa û Ziya Gokalp. Li Ziya Gokalp hîna şopa hilweşîn û xesarê heye. Li taxê kirê navbera 3 hezar û 7 hezarî de diguhere. Şênî di karên rojane de dixebitin. Ligel serjimara ciwan, teqawît û kal û pîr dijîn. Piranî welatî bi alîkariyên civakî debara xwe dikin.
40 sal in tenê dijî
Halîme Aktaş a 65 salî li taxê dijî. Di katê bodrumê de tenê dijî. Di pevçûnên Sûrê de mala wê xera bûye. Hevjînê wê 40 sal berê miriye. Halîme dibêje: “Ez di kirê de me. Nikarim kirê bidim. Kesekî min tuneye. Tenê dijîm. Rewşa min ne baş e. Ez tiştekî nebêjim, cîranên min dizanin ez çi dijîm. Ji tu derê alîkarî tuneye. Ez bi mûçeyê pîrbûnê ya 3 hezarî debarê dikim. Ez nikarim biçim doktor. Pere tuneye. Xizmên min li Stenbolê dijîn. Lê ew jî zehmetiyan dijîn. Nanek 15 TL ye. Her tişt biha ye. Dilê me diçê lê em nikarin tiştekî bigirin. Min di cejnê de jî goşt negirtiye.”
Malbata 4 serjimar bi 6 hezarî debarê dikin
Cîrana Halîmeyê, Bahriye Mazan jî wiha got: “50 salî me. 25 sal in li vê taxê me. Hevjînê min 5 sal berê mir. Ez bi kurê xwe û bûka xwe re dijîm. Kes naxebite. Em bi deynan dijîn. Du neviyên min hene. Em bi 6 hezar TL mûçe debarê dikin. Ev pere têrî kesî nake. 5 sal in ji taxê neçûme cihekî. Butçe têr nake. Ewelehiya me ya civakî tuneye.”
Betalî, xizanî, hişbir
Keyayê taxê Muhsî Sanir jî der barê pirsgirêkên taxê de axivî û got li taxê hişbir, betalî û xizanî pir zêde ye û wiha got: “Piştî pêvajoya Sûrê koçberî pir hat jiyîn. Dema nû bûm keya 4 hezar hilbijêrên me hebûn. Lê niha hejmar pir kêm bûye. Bikaranîna hişbirê ketiye bin temenê 15’an. Xizanî zêde ye. Betalî zêde ye.”
Li taxa Alî Paşa welatiyekî da zanîn ku zarokên wê hene û ji yekê re jî heta niha tu pêlîstokek negirtiye û wiha domand: “Serokomar dibêje li welat rêjeya welidînê ketiye. Dibêjin zarokan bînin. Lê mezinkirin ne hêsan e. Emrê me bi bêzarbûnê derbas bû. Ez 42 salî me. Min qeyrana dil derbas kir. Mirovên 20 salî êdî krîzê derbas dikin.
Welatiyê bi navê Abdullah jî da zanîn di xaniyekî du ode yê 50 metrekareyî de 7 kes dijîn û got ew di nava xizaniyê de jîn. Abdullah got daxwaza wî ev e ku kesên bi wan kişandine li vê cîhanê ew jî bikşînin û bibînin.
Saadet Turkoglu jî bi sê zarok û 2 neviyên xwe re dijî. Saadetê jî diyar kir ku ew nikarin debarê bikin û tu hatineke wan tuneye. Em bûn mêvanê Saadetê û di malê de tu alavek tuneye û di cemedankê de jî tu xwarinek tuneye. Tenê du koltix û nivînek heye. Du neviyên wê jî nexweşên epîlepsê ne.
Jina bi navê Hanîfe Togur jî diyar dike ku 7 kes in û got ew 30 sal berê jî xizan bûne û niha jî xizan in, ji bo wan xizanî naguhere.