Jinên Mêrdînî yên li ser erd dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin

  • 09:01 7 Îlon 2021
  • Ked/Aborî
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Jinên li Mêrdînê bi şerdên zor li ser erd dixebitin bal kişandin ser zehmetiyên dibînin û gotin ew saet ji 6'ê serê sibehê heta 7'ê êvarî li ber tavê dixebitin û heqê keda xwe nagirin. Jinan di heman demê de bal kişandin ser derftên kêm ên xwendinê û daxwaz kirin ku perwerdeya bi zimanê kurdî bê dayin. 
 
Jinên ciwan ên li ser erd di nava şerdên zehmet de têkoşîna ji bo debara jiyanê didin behsa derfetên kêm, zehmetiyên dibînin û pêwistiya perwerdeya bi zimanê dayikê kirin. Jinên kedkar diyar kirin ku divê ji bo kar derfetên baş ji jinan re bên avakirin û gotin:"Divê ji bo jin bixwînin jî derfet bên avakirin. Pêwist e perwerdeya bi zimanê kurdî jî bê dayin."
 
'Pêwist e derfet ji hemû gundan re bê avakirin'
 
Xezal Şik a alîkariya malbata xwe dike anî ziman ku ew her sal karê demsalî jî dike û wiha got:"Em li Gundê Deyşana Şemrexê dijîn. Li vir derfet gelekî kêm in. Pêwist e derfet ji hemû gundan re bê avakirin. Ji bo ziman, çan pêş bikeve û ji bo xizanî bi dawî bibe avakirina derfetan pêwist in. Li vir di heman demê de em ji mafê xwe yê xwendinê jî bêpar dimînin. Min pir dixwest bibim bijîşk lê malbata min xizan e û divê ji neçarî ez alîkariya malbata xwe bikim."
 
'Diya me çi jiya em ji wê dijîn'
 
Denîz Bozkurt a 8 salan dibistanê dixwîne û piştre ji ber derfetên kêm dev jê berdide bal kişand ser zehmetiyên li ser erd dibînin û wiha got:"Derfetên me tune bûn. Bi taybet li gundan ji ber bêderfetiyê dibistan nayên xwendin. Yên  ku diterikînin jî zêdetir jin in. Bi rastî ji me re xwendin luksek e. Çûyin û hatina dibistanê zehmet e û misrefa wê jî zêde ye. Niha jî em li ser erd dixebitin. Em zehmetiyê dibînin. Em saet di 6'an de dest pê dikin û heta 7'ê êvarê didome. Karê me jî li ber tavê ye. Sala me wisa derbas dibe. Em diçin mal jî em dixebitin. Jiyana me wisa derbas dibe. Diya me çi jiya em ji wê dijîn."
 
'Pêwist e perwerdeya bi zimanê kurdî bê dayin'
 
Hediye Bozkurt jî dibistana amadehiyê qedandiye û wê here zanîngehê. Hediyeyê havînê dixebite û dema dibistan vedibe jî dixwîne. Hediyeyê da zanîn li gundan kêm jin dixwînin û pêwistî bi perwerdeya zimanê kurdî heye û wiha got:"Min jî di xwendinê de israr kir. Heta min xwend min zehmetiyên mezin dît. Di salên dawî de li ser ebayê ders dihat dayîn, lê tablet, înterneta me tune bû. Li gorî yên bajaran em pir li pişt diman. Derfetên me tune bûn. Di rewşa asayî de me baş nedixwend, dema bû eba hîn zortir bû. Li rex wê jî gelek giliyên me ji sîstema perwerdeyê heye. Dibistan bi tirkî ne. Em li gundan bi kurdî diaxivin, em çawa diçin dibistanê jiyana me tê guhertin. Heta niha jî em wan pirsgirêkan dijîn. Pêwîst e perwerdeya bi zimanê kurdî were dayîn. Pêwîst e bi taybet ji bo jin bixwînin derfet were dayîn û ji bo kirina kar jî derfet were dayîn."
 
'Em daxwaza demokrasiyê dikin'
 
Sevcan Bozkurt a dibistana amadehiyê dixwîne jî daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir. Sevcanê da zanîn ew zehmetiyê dibînin û wiha berdewam kir:"Me gelek zehmetî dîtin, em naxwazin ên li pey me jî heman tiştî bibînin. Zarok tim weke îşkenceyekê bi zimanê biyanî dixwînin û bi zimanê xwe perwerdeyê nabînin. Zimanê wan tê înkarkirin. Loma jî rastiya wan tê xwestin bê tunekirin. Kêm ciwan ji bo zimanê xwe pêş bixin hewil didin. Em daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe dikin. Em daxwaza demokrasiyê dikin."
 
'Em gelek pirsgirêkan dibînin'
 
Asli Şik jî herî dawî gilî û daxwazên xwe wiha anî ziman:"Em gelek pirsgirêkan dibînin. Dibistanên me dûr in, çûyin û hatina me zor e. Ji ber van sedeman malbatên me keçan naşînin dibistanê. Em diçin jî em zehmetiyan dibînin. Derfetên me tune ne. Min got ez ê ji dûr dibistanê bixwînim vê carê jî malbatê got derfet tune ye. Ango li Tirkiyeyê xwendin gelek zor e. Bi taybet jî em daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî dikin."