Ji nav erdan heta konan, keda nayê dîtin...

  • 09:02 13 Îlon 2021
  • Ked/Aborî
Dîlan Babat
 
ENQERE  - Karkerên demsalî  yên jin ku seranserê havînê li bajarên metrepolan li nav erdan dixebitin, keda wan nayê dîtin. Jinên kedkar ên li Enqereyê ku li nav erdan dixebitin, tevî ku bi mêran re heman karî dikin, newekheviya zayendî li wan tê kirin. Jin dixwazin ku ev pêkanîn bi dawî bin.
 
Yek ji qadên ku binpêkirina kedê lê zêde tê kirin jî qada çandiniyê ye. Bi hatina biharê re malbatên ku bi zarokên xwe re dikevin riyan, di konan de dijîn û  pirsgirêka ava paqij û hîjyenê  hîna nehatiye çareser kirin. Yek ji pirsirêka din ku karkerên demsalî dijîn jî êrîşên nîqadperest yên pê re tên rû hev e. ya din jî şert û mercên aboriyê ye.
 
Li navçeya Bala ya Enqereyê, li taxa Kesîkkopru, karkerên li erdê pîvazan dixebitin jî heman pirsgirêkan dijîn. Li nav erd nêzî 30 zarok hene û 14 zarok ji ber temenên xwe di kon de dimînin, zarokên din jî bi malbatên xwe re li nav erdan dixebitin.
 
Du qat bar li ser milê jina ye
 
Karkerên demsalî yên Kesîkkopru bi derfetên xwe kon vedane û nava rojê mirov nikarin di konan de bimînin. Niha jî bi hatina sermayê re nexweşî gelek zêde bûye. Malbatên li  erdan dixebitin piranî ji Heweg, Sêwreg, Pirsûs a Rihayê hatine û çend malbatên din jî malbatên ji şerê Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kirine ne. Gelek jinên ku me mîkrofon dirêjî wan kir, ji aliyê mêran ve bi hinceta ‘axaftina wan şerme’ hatin astengkirin û tevî astengiyan jinên ku axivîn jî heman pirsgirêkan dijîn. Jinan diyar kirin ku tevî ji mêran zêdetir dixebitin jî keda wan nayê dîtin.
 
‘Ji ber nasname tune em nikarin emelyet bikin’
 
Firat Enqe 5 sal berê ji Sûriyê koçî Tirkiyê kiriye û du zarokên wê hene. Firatê got dixwaze zarokan bişîne dibistanê lê ji ber nasname tune ye nikare bişîne û got zaroka xwe di kon de aniye dinê, tevî ku serî li gelek cihan daye nasname negirtiye. Firat wiha dibêje: “Keça min ya mezin ji roviyên xwe nerehet e. Divê emelyet bibe. Me bir nexweşxana taybet 5 hezar TL xwestin. Ez wî pere ji ku bînim. Em ancax dikarin debara xwe bikin.”
 
‘Em du car zêde diwestin’
 
Karkera çandiniyê Adîle Eraslan ya ji Pirsûsê hatiye jî wiha got: “Em sibehê saet di 06,00’an de radibin heta 17.00’ê êvarê dixebitin. Rakirina pîvazan li gorî sebzeyên din zehmet e. Jiyana di kon de zehmet e. Carna ava paqij dereng tê. Em ava tê jî ji bo xwarin û serşoyê hildidin. Ji ber daristan tune em êzingan jî nabînin. Piştî em ji nav erd diçin malê, em cilan dişon, xwarinê çêdikin. Karê jinan pir zehmet e. Em du car zêdtir diwestin.”
 
‘Em serê çewalî dixebitin’
 
Cemîle Eraslan jî diyar kir ku 5 meh berê ji Pirsûsê hatine Enqereyê û ev tişt daxuyand: “Ev çend mehe em bi zarokên xwe re ji vir diçin wir ji wir diçin wir. Sibehê em zû radibin. Zarokên me bê xew dimînin. Lê ji bo debarê em neçarin vî karî bikin. Em serê çewal dixebitin. Ji ber ceyran û ava paqij tune ye em zehmetiyan dikşînin.”
 
‘Ji ber aboriyê min dest ji dibistanê berda’
 
Sedef Mizrakli jî du meh berê ji Sêwregê hatiye Enqereyê û got: “Pirsgirêka herî mezin ev kare. Dibêjin ev kar hêsane, lê ne hêsane. Ceyran tune ye, av tune ye. Bi tankêran avê tînin, ne paqije.  Em hemû nexweş ketin. Ez dixwazim li warê xwe karekî bikim. Lê derfet li bajarê me tune ye. Ger kar hebûna ez nedihatim vir. Ji ber aboriyê min dest ji dibistanê berda.”
 
‘Zarok ji dibistana xwe dimînin’
 
Ayşe Laçin jî  nerazîbûna xwe ya ji ber aboriyê wiha anî ziman: “Ez ji Pirsûsê hatim. Neçarim bêm. Dibistan vebûn. Zarokên min naçin dibistanê. Çend meh şûnde em ê vegerin malê, wê demê jî dibêjin zarok ji dibistanê dereng mane.Lê tiştekî em bikin tune ye. Qezenca me têr nake. Dema em vegerin kurê min dîsa hemaltiyê dike. Keça min jî kar hebe dixebite. Li bajarê me kar tune ye. Derfet tune ye. Ji ber vê em tên van cihên dur.”