Li Hezexê jin mahserê hiltînin!
- 09:02 22 Îlon 2021
- Ked/Aborî
Rojda Aydin
ŞIRNEX - Bi hatina demsala payizê re dema hilanîna mahserê jî dest pê kir. Ji tiriyê mezrone ku di demsala payizê de digihêje, jê berhmehên wekî dims bastîq û benî tên çêkirin. Jinên li Hezexê ku mahserê hiltînin diyar kirin ku herî zêde de jin kedê didin û keda wan jî nayê dîtin.
Bi hatina demsala payizê re wekî li gelek cihên ku tirî lê digihê li Kurdistanê jî piştî dema çêkirina mewîjan ku di meha havînê ya dawî de dest pê dike bi hatina demsala payizê re jî dema çûna ser mahserê dest pê dike. Li navçeya Hezex a Şirnexê jî bi hatina demsala payizê re tiriyê ku gihîştiye, ji bo ku vegûherînin gelek berheman bi destên jina tê komkirin. Tiriyê ku di gelek merhaleyan re tê derbaskirin berhemên wî di zivistanê de li ser sifreyan cihê xwe digirin. Tiriyê ku di havînê de jê mewîj tên çêkirin û cureyekî cuda ye, di mehên zivistanê de wekî çerez tê bikaranîn. Tiriyê ku di demsala payizê de jî digihêje jê berhemên wekî dims, bastîq û benî tên çêkirin. Di van hemû berhemên ku tên çêkirin de jî herî zêde jin kedê didin.
Li bajarokê Erebanê yê navçeya Hezexa Şirnexê, jinên ku dest bi hilanîna mahserê kirin ji ajansa me re axivîn û bahsa kevneşopiya mahserê kirin.
‘Ev demsal demsala mahserê ye’
Ji jinan Mûzeyyen Înan a ku ji bo amadekariya zivistanê dest bi hilanîna mahserê kiriye, anî ziman ku ew di saetên serê sibehê ên zû de hatine nav rez û got: “Ev demsal demsala mahserê ye. Her sal di vê demsalê de em jin tên tiriyên xwe bi hev re kom dikin. Em tiriyê xwe berî bi rojekê kom dikin. Em karê xwe parve dikin û her jinek tiştekî dike. Me îsal tiriyê xwe gelek zû kom kir. Ji ber ku dema baran an jî terez bibare tirî diqelişe ava xwe winda dike û zerarê dibîne. Wekî ku me di serî de jî got em tiriyê xwe berî bi rojevkê kom dikin û Piştre yê baş û yê nebaş ji hev vediqetînin. Yek ji me tirî diesrîne û ava wî dike sîtilan. Herî dawî em sîtilan didin ser agir û dikelînin. Em dimsa ku çêdikin nafiroşin. Em bi tenê ji bo malbata xwe çêdikin.”
‘Dims ji tiriyê mezrone tê çêkirin
Mûzeyyen, bi lêv kir ku ew demeke dirêj e ji ber tiriyê wê kêm e dims çênekiriye û wiha domand: "Îsal li gor salên borî rezê me piçek baştir tirî girtibû. Lê îsal jî ne ewqas zêde bû. Li gorî salên din ji ber ku zêdetir bû min xwest îsal bikim dims. Ji xeynî dimsê em benî, bastîq, havînê jî mewîjan jî çêdikin. Tiriyê mewîjan cuda ye û zutir çêdibe. Em ji tiriyê mazrone ango şîrê jî dimsê bastîq û beniyan çêdikin. Em serê sibehê tên û heta êvarê dixebitin. Me di du rojan de di sîtil dims çêkir. Hemû di rojekê de xilas nabe. Ger ku tiriyê me xirap nebûya dê ev karê me 15 rojan jî berdewam bikira. Ev kar kedeke mezin dixwaze. Mahsere yanî çêkirina dims, bastîq û beniyan bi kesekî tenê nayê çêkirin. Ji ber ku karekî zahmet e û divê hevpar bê kirine. Heta em kedê nedin em nikarin berheman bigirin. Ji tiriyê mewîjan dims nayê çêkirin ango bê çêkirin jî ne xweş e. Tiriyê mezrone ji bo dimsê gelek başe û dermane jî. Her wiha gelek bihaye jî. Dims di navbera 4-5 saetan de encax tê çêkirin. Ji ber ku gelek dikele heta ku tîr dibe. Ji bo ku em dimsê çêbikin axa spî heye ku em hinek dikin nav ava wê û em wê jî ji mevsikê (bêjingê) derbas dikin û piştre tevlî dimsê dikin. Dema dikele ew kefa wê bi ser dikeve û em wê ji ser didin alî û diavêjin heta ku dimsa me zelal bibe. Axa spî mîkrobên di navê de hemû jê dibe.”
Keda ku nayê dîtin
Mûzeyyenê di, dawiyê de got ku di çêkirina dims, benî, bastîk û hwd.de keda jinê gelek mezine û ev tişt got: “Çêkirina dimsê gelek zehmet e. Em tim li ber agir disekinin û dimsa di sîtilan de li ser agir e tevdidin. Lê wekî ku karekî hêsane tê dîtin û keda me nayê dîtin. Ev berhemên ku em ji tirî çêdikin em tenê ji bo xwe çêdikin ji ber ku rezê me hindike. Heta ku mirov kedê nede nikare bixwe. Her wiha ev dims ji bo tendûristiyê jî gelek başe. Zivistanê gelek zêde tê bikaranîn. Em her sal di vê demsalê de tên ser mahserê û ji şîreya tirî gelek berheman çêdikin. Ev sê salên dawiyê ji ber tiriyê me xira dibû me nikaribû dims ango bastîq û benî çêbikiria. Lê min îsal carekedin çêkir. Ev nêzî 30 sal e çêdikim”
‘Ev kar gelek zehmet e’
Fatma Ozkan jî diyar kir ku çêkirina dimsê gelek zehmet e û wiha behs kir: “Ji her aliyî ve ev kar gelek zehmet e. Em diçin ji rezan tirî kom dikin û tînin. Piştre ji hevdû vediqetînin, diesrînin, dikelînin û dikin dims û gelek berhemên din ku ji şîre û ard çêdibin . Ev hemû jî kedek mezin dixwazin. Lê dawiya vî karî jî gelek xweş e. Ez jî îro hatime alîkariya mala dayika xwe. Me zehmetiyek mezin dît. Min heta niha ev kar nekiribû. Cara yekem hatime ser mahserê. Em alîkariya hevdû dikin û bi awayê komunal dixebitin. Di hilanîna mahserê de herî zêde jin diwestin ji ber ku zêde dixebitin. Ji bo amadekariyên zivistanê em vî karê dikin. Ji xeynî dimsê ji aliyekî ve jî benî û bastîqê jî çêdikin. Tav gelek dijware û em jî di bin vê tavê de dixebitin. Lê dawiya wê jî xweş e. Em ji dimsê jî gelek berhemên din çêdikin. ”