Emîneya qartonan kom dike li hemberî qeyranê têdikoşe

  • 09:03 17 Mijdar 2021
  • Ked/Aborî
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Emîne Çarkici ji bo li 4 zarokên xwe û hevjînê xwe yê ku nexweş e binêre qartonan kom dike, karê paqijiyê dike û geştiyaran digerîne. Emîneya bê rawestan dixebite dibêje:"Ez her roj difikirim ka wê çawa zarokên xwe têr bikim." 
 
Ji ber polîtîkayên şaş ên îqtidara AKP-MHP’ê, qeyrana aborîyê kûr dibe û welatî xizantir dibin. Êdî jimara kesên li kolanan qarton, bermayî û laylonan kom dike zêdetir dibe. Ji wê zêdetir di vê pêvajoyê de pêkan e ku em rastî kesên li kolanan radikivin jî werin. Emîne Çarkici (46) ya li Mêrdîna kevin, li kuçeya Bazarê bi malbata xwe re dijî ji bo debara malbata xwe û hevjînê xwe yê ku nexweş e bike qarton û bermayiyan kom dike. Di nava qeyrana heyî de Emîneyê têkoşînek mezin a jiyanê dide. Ji bo bi hezaran xizanên li Tirkiyeyê û herêmê ew nimûneyek in. 
 
Di sîstemek nîjadperest û zayendperest de dema mirov jin be bi serê xwe pirsgirêkek mezin e. Ger tu nîştecihê herêma kurdan bî, jin bî û xizan bî ji bo te jiyan qat bi qat zehmetir dikeve. Di aliyê dîtina kar de zehmetiyan dibîne û di çi karî de bixebitin jî rastî mobîng û bişaftinê tên. Li rex vê yekê jî em li jinek ku li hemberî hemû qeyranên siyasî, civakî û aborî karê kolanan dike û bermayan kom dike temaşe bikin. Ew hem rastiya Tirkiyeyê ne û nîşaneya têkoşîna jinê ye. 
 
24 saetên Emîneyê bi kar derbas dibe
 
Her ku diçe qeyran kûr dibe û jimara xizanan zêde dibe. Weke gelek nîştecih dibêjin jî xizan xizantir û dewlemend jî dewlementir bûn. Bi kurtasî sîstem ji dewlemendan re xebitî. Weke me di serî de jî me nîşan kir li her kuçeyê pêkan e ku em jin û zarokên ku bi bermayan debara xwe dikin ango li kolanan radikevin bibînin. Emîne Çekîcî jî yek ji wan jina ne ku li Mêrdîna kevin kuçe bi kuçe digere  û ji bo debara xwe bike her karî dike. Dayika 4 zarokan e. Hevjînê wê jî nexweş e. Ew beriya zarok rabin li kolanan bermayan kom dike û tê malê xwarina wan amade dike. Piştî paqijiya malê û lênêrîna hevjînê xwe ew cardin derdikeve kolanan. Ger karê paqijiya malan hebe, paqijiyê dike. Ger tune be jî geştiyaran digerîne yan jî qartonan kom dike. Dema xwarina firavînê xwe digihîne malê. Ev tim wisa berdewam dike. Ji bo zarokên xwe û hevjînê xwe jî îhmal neke bi rêk û pêk tev digere. 
 
'Min tiştekî nebaş û parsekî nekiriye'
 
Gelek jinên weke Emîneyê hene. Lê ji ber zextên sîyasî û civakî nikarin biaxivin. Zêdetirînê wan  xwe dinixûmînin jî. Dema em Emîneyê dişopînin jî em dibin şahidê gotinên çewt ên kesan û henekên zarokan ên li dijî wê. Ew li ser vê yekê ji me re dibêje:"Ez li cihê 10 mêran dixebitim, heta niha min tiştekî nebaş û parsekî nekiriye. Min nehiştiye zarokên min jî mihtacê kesî bibin. Ên ku tiştekî nebaş bêjin jî şerm û gunehê wan e."
 
'Her tişt ewqas biha bûye'
 
Emîneyê di nava têkoşînek mezin de ye. Lewra ew ji vê rewşê gilîdar e. Ruxmê jiyana wê hemû kar e jî nikare debara xwe bike. Ew dibêje ez bi bermayên xelkê cilan li xwe û zarokên xwe dikim û wiha berdewam dike:"Em di nava xizaniyê de hatin dinê lê her ku diçe em lûtkeya xizaniyê dibînin. Her roj ez a xirabtir dijîm. Ez carek bikaribim kîraya xaniyê xwe bidim, ez ji wê rojê de dikevim fikara meha were ez ê çawa bidim. Ez ê çawa zarokên xwe îro jî têr bikim ez difikirim. Ango ez ne tenê destên xwe û lingên xwe bi kar tînim. Ez tim di fikaran de me. Her tişt ewqas biha bûye ku ez bawer im ne ez tenê gelek kes weke min hene."