'Rojê 5 sitil mast bifroşim jî tenekeyeke rûn pê nayê'
- 09:03 13 Çile 2022
- Ked/Aborî
Rojda Aydin
ŞIRNEX - Jinên Botanê li hemberî qeyrana aborî bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Em êdî nikarin debara xwe ya rojane bikin, rojê 5 sitil mast bifroşim jî tenekeyek rûn pê nayê. Ji ber buhabûna ceh û ka em nikarin pêz jî li xwedî bikin. Ji bo çareseriyê em siyasetek bi edalet û mirovî dixwazin. Bila ev pergala eletewş rast bibe."
Li Tirkiyeyê qeyrana aborî bûye mijareke sereke ya welatiyan. Welatiyên li herêmê ji polîtîkayên aborî yên hikûmetê bi gazinc in. Ji ber ku êdî koçer nikarin pêzê xwe xwedî bikin, li bazaran şîr û mast bifiroşin, esnaf nikarin danûstandinê bikin û welatî jî êdî nikarin debara xwe ya rojane bikin. Rewşa herî dawî ya welatiyên Botanê wiha ye. Welatiyên Botanê ji ajansa me re wiha behsa bandora qeyranê kirin.
Bi firotina şîr û mast debara xwe dikin
Gulçîn Demîr a ku ji gundê Danêrê ya navçeya Hezexê ye, serê sibê zû tê li bazara Cizîrê mast û şîr difroşe. Gulçîn wiha behsa karê xwe kir: "Ez li gund pez û çêlekên ku xwedî dikim bi şîrê wan mast çêdikim û tînim li vir difroşim. Serê sibehê di saet 08.00’an de têm bazara Cizîrê û dest bi firotinê dikim. Carna heta dereng li vir dimînim û firotinê dikim."
'Sedema qeyranê hikûmet e'
Gulçîn diyar kir ku buhabûn bandoreke mezin li debarê kiriye û got: "Em nikarin êdî sewalan jî xwedî bikin. Şîr û mastê ku ez difroşim gel dibêje gelek buhaye. Em êm û ka dikirin lê gelek buhaye. Berê ev gelek erzan bû. Ji ber vê yekê jî me dema şîr û mast difrot bi erzanî difirot. Lê niha ji ber ku êm buhaye em nikarin mast û şîr jî bi erzan bifroşin. Gel ji ber vê rewşê nerazî ye. Carna jî mast û şîr di destên min de dimîne. Ji ber vê yekê jî ez bi erzanî difroşim. Her tişt gelekî buhaye, em nikarin debara mala xwe û danûstandinê bikin. Ev qezenca ku ez dikin pê rûn, şekir û gûbre jî nayê. Tu kes nikare êdî ji mala xwe re tiştekî bikire. Rûn îro bûye 500 TL. Sedema vê qeyranê hikûmet e. Ev qeyran bi taybetî bandorê li jinê dike. Ji ber ku jin hem li malê û hem jî li derve dixebitin."
‘Ez rojê 5 sitil mast bifroşim jî tenekeyek rûn pê nayê'
Nasîbe Bûdak jî ji gundê Danêrê ye, destnîşan kir ku qeyran di her alî de bandorê li jiyana wan kiriye û wiha bi lêv kir: "Kesên ku tên mast û şîr dikirin dibêjin gelek buhaye. Mişterî jî nikarin danûstandinê bikin. Carna mastê min nayê firotin. Ji ber vê yekê jî ez carna erzanî difroşim. Min berê mast bi erzanî difrot. Lê niha ji ber qeyranê mastê bi 30 TL'yê difroşim. Ez rojê 5 sitil mast bifroşim jî tenekeyek rûn pê nayê. Hemû tişt gelek buhaye. Em nizanin em ê êdî çawa debara xwe bikin.”
‘Em nizanin ku sibê dê çi bibe!'
Emîne Yilmaz Aktaş a ku li Cizîrê terzî ye, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên aboriyê ya hikûmetê û got: "Hikûmet hemû barê xwe daye li ser milê gel. Dema kiryar tên tiştek bikirin buhayê wê dipirsin, ez şerm dikim ku bêjim. Ji ber ku ez ditirsim ku dê bertekekî nîşan bidin. Mirov nizane di vê rewşê de çawa nêzî wan bibe. Ji ber ku hemû tişt gelek biha bûye. Gelê ku bertek nîşan bide jî mafdar e. Em nexebitin jî em nikarin xwe xwedî bikin. Dema em dixwebitin jî em hemû qezenca xwe bi rêya fatureyan didin dewletê. Berê wisa nebû. Me debara xwe jî dikir, pêdiviyên xwe jî pêk dianî. Niha ez ne dikarim ji xwe re cilan bistînim, ne dikarim fatûrayên malê bidim û ne jî dikarim danûstandina malê bikim."
'Buhaya qumaşê hefteya borî 15 TL vê heftê jî bû 25 TL'
Emîne, destnîşan kir ku ne dikarin bikirin û ne jî dikarin bifroşin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Qumaşê ku ez dikirim gelek buha bûye. Metreya qumaşê hefteya borî 15 TL bû, lê vê heftê bibû 25 TL. Her roja ku derbas dibe jî zêdetir dibe buhayên tiştan. Kiryar jî dema tên dikirin jî dibêjin gelek buhaye. Lê mesrefa ku ez dikim, qûmaş û ta yê ku ez dikirim buhaye. Ez ê çawa bi erzanî bifroşim. Min got ez ê rûn bistînim lê di nava hefteyeke de sê caran buha bû. Ez nizanin ku sibê dê çawa be. Em ne dikarin bikirin û ne jî dikarin bifroşin.”
'Ne şeva me şev e û ne jî roja me roj e'
Emîne, wiha bal kişand ser buhabûna dolarê: "Li welat di şevekê de darbeyek pêk hat û bi carekî her tişt guherî. Hikûmetê bi balyozan serê welatiyan xist. Wisa dikin ku wilatî serê xwe raneke û peyama ‘Ez nahêlim ku hûn nan jî bixwin’ dan. Ji ber vê rewşa heyî êdî tu kes ne dilşad e û her kes sibêya xwe difikire. Edalet li tu cihê tuneye. Pergal dibêje tu weka min nekî tu nikarî bijî. Kes ji kesî ne memnûn e. Hemû kes xemgîne. Gel din nava fikaran de dijî. Ji bo çareseriyê divê ev hikûmet biguhere. Em siyasetek bi edalet û mirovî dixwazin. Dema edalet hebe hemû tişt dê bi cih bê. Bila ev pergala eletewş rast bibe. Ne şeva me şev e û ne jî roja me roj e.”
Buhabûna ceh û ka bandorê li debara koçeran kir
Gulê Ûner a koçer, li gundê Kiwex a Hezexê konê xwe vekiriye derbarê qeyrana aborî de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji xwe jiyana me koçeran zehmet e û bi buhabûna tiştan re jî bêtir jiyan zehmet dibe. Em debara xwe bi xwedîkirina pêz dikin. Ez ji zarokatiya xwe heta îro koçer im. Lê heta îro min buhabûneke wisa nedîtibû. Ez nikarim pêzê xwe jî bifroşim, her wiha ji bo xwedîkirina sewalan jî ceh û ka divê. Lê belê gelek buha ye û em nikarin bistînin. Me ka û ceh bi deyn kiriye. Ev tişt jî bandorê li me dike. Êdî em nikarin ji bo xwe ar, rûn, şekir û hwd. bikirin. Ji ber buhabûna ar em nikarin zêde nan jî bipêjîn. Her wiha em xeynî her tiştî heqê erd jî didin, em neçarin ku bidin. Em mast, penir û şîr difroşin lê dîsa jî nikarin pê debara xwe bikin. Ev zilm e, jiyana me gelek zehmet e."