'Em bi destên vala hatin bazarê û em bi destên vala diçin'

  • 09:05 13 Sibat 2022
  • Ked/Aborî
 
Medya Uren-Derya Ren 
 
AMED - Têkildarî qeyrana aborîyê ya her ku diçe zêde dibe jinan li bazarê bersiva pirsên me dan. Jinên ku gazindên xwe di derbarê bihabûnê de bi lêv kirin wiha gotin: "Em bi destên vala hatin bazarê û em bi destên vala diçin."
 
Qeyrana aborîyê her ku diçe bêhtir bandorê li gel dike. Zemên ku li mûçeyên kedkaran hatine kirin têra stendina xurekan û dayîna deynê ceyran û gaza xwezayî nake. Têkildarî zemên pêk hatine li kolanên Ofîsa girêdayî Yenîşehîrê ye em bi jinên li bazarê xurek dikirîn axivîn. Jinan gazindên xwe bi me re parve kirin û gotin ew ê nikaribin wiha bidin rêvebirin.
 
'Derûniya me xira bûye'
 
Çîgdem Tarûk: "Em hemû perîşan in. Em ketin bazarê û vala derdikevin. Em nikarin tiştekî bistînin. Hertişt pir biha ye. Diravê em distînin têra me nake. Niha hevjînê min di girtîgehê de ye û ez du xwendevanan didim xwendin. Ez bi wan re nagihêjim. Êdî zarokên me jî dipirsin ka em çibikin. Niha min deynê ceyranê û gaza xwezayî da. Diravê gaza xwezayî 550 lîre û ceyran jî 200 lîre hatiye. Em mûçeyekê distînin lê bi zorê em dikarin diravê ceyran û gaza xwezayî bidin. Her sala diçe xirabtir dibe. Sedemê vê jî wezîrên Tirkiyeyê ne. Derûniya me hemûyan xira bûye."
 
'Ger wisa biçe jî em ê nikaribin biqedînin'
 
Jina karê cotkariyê dike jî got: "Ez karê cotkariyê dikim û min bi wê debara xwe dikir. Lê ji ber bihabûna mazotê, ceyran û gazê em nikarin hilberînê bikin. Yên me par hilberandine bi ser me de mane û em îsal jî wan difiroşin. Ger wisa biçe jî em ê nikaribin biqedînin. Bila siyasetmedar gel bifikirin."
 
'Barê mezin li ser milê jinê ye'
 
Sanem Guzel: "Çar xwendevanên min hene. Ez karê destan dikim û hewl didim bi wê debara xwe û ya wan bikim. Roja min carna naçe 10 milyonî jî. Em ketine rewşek xirab û em nikarin tiştekî jî bikin. Tenê vê mehê 200 lîra deynê ceyranê ji min re hatiye. Rûxmê ku ez sobeya daran bi kar tînim. Ez ji niha hatime bazarê ka em ê bikaribin çi bistînin. Xwedê alîkarê me be. Di qeyranê de barê herî mezin jî em jin dibînin. Rast e em hemû civak vê zehmetiyê dijîn lê barê mezin dikeve li ser milê jinan."
 
'Guh nadin me"
 
Eylem Ozcan: "Min nikaribû ji bazarê tiştek bistanda. Yek şênkayî bi 3 lîrayî ye ma tiştek wisa heye. Min 50 lîra xerc kir lê tiştek di destê min de tune ye. Hertişt biha bûye. Sedema vê jî yên li jor in. Wan jiyan biha kir û em jî nikarin bijîn. Bila êdî çareseriyekê bibînin em nikarin debara xwe bikin. Gaza xwezayê ya mala min milyarek hatiye. Em deng derxin jî vala ye ji ber ku guh nadin me."
 
'Her tişt pir bi biha ye'
 
Kedkara malê jî ji bazarê tiştê stendiye nîşanî me da û gazinên xwe wiha parve kir: "Me ji bazarê hinek pêwîstiyên xwe stendin lê belê her tişt gelek bi biha bû. Êdî bi qasî ku em dikarin em distînin. Pêwîstiyên xwe yên mezin em digirin. Ji derveyî wê quweta me jî nagire. Gaza xwezayî, ceyran û wekî wê her tişt biha bûye. Em ji xwarina xwe kêm dikin û didin wan tiştan."
 
'Ji bo aboriyê divê hiqûq hebe'
 
Sevgî Kiliç: "Ez mamoste me û mûçeyek min jî heye lê ez êdî hertiştî bi liban distînim. Mixabin qeyrana aborîyê êdî hertiştê me serû bin kir. Zemên ku li ser mûçeyên me kirine zemên li ser xurekan çêbûne pêşwazî nake. Mûçeya me qatek jî zêde nebûye, lê xurekên li bazarê hertişt çar qat zêde bûne. Em hatine wê rewşê ku em nikaribin tiştekî bistînin. Êdî ji 2 hefteyan carekê ez têm bazarê. Vê rojê jî ji derveyî pêwîstiyên zirûrî em tiştekî din nastînin. Êdî meyve ji me re lûksek e. Êdî baweriya kesî nemaye ku wê bi hikumeta niha re bibe. Pêwîst e hikumet were guherîn. Bi wê re divê sîstemek nû ya siyasî û aborîyê were rûniştandin. Ya herî girîng jî pêwîst e sîstemek nû ya hiqûqê were rûniştandin. Heta ku sîstemek baş ya hiqûqê nîn be wê sîstemek baş a aboriyê jî çênebe. Her tişt bi hev re girêdayî ye. Mixabin niha li welatê me yek ji wan jî tune ye."
 
Sûcê kê ye?
 
Kedkara malê: "Li gorî butçeya xwe me hinek tişt girtin. Min hinek sêv û porteqal tenê stendine. Ew jî bihayê wan li dora 5-6 lîrayî bû. Li gorî berê bihayê wan gelek zêde ye. Enflasyon bilind bûye. Pêwîst e gavek were avêtin û ev jî di destê mezinên welat de ye. Çiqas zam dibe em ewqas di zirarê de ne. Pêwîst e gel bifikirin. Em ji vê rewşê qet ne memnûn in."
 
'Torbeyek ard bû 350 lîre'
 
Kedkara din a ku bi mûçeya kêmtirîn dixebite û debara xwe dike jî wiha dibêje: "Rast e em mûçeyekê distînin. Lê belê çiqasî têra me dike gelo? Di gotinê de zam anîne ser vê mûçeyî. Lê çiqas bidin 6 qatê wê jî ji me distînin. Ceyrana ku berê min 100 lîre dida deynê wê niha ez 600 lîrayî didim. Ez ê çawa bikarim deynê wê bidim? Hevjînê min nexweş e ez tenê li malê dixebitim. Gunehê vî miletî gunehê min çiye ez di vê rewşê de me? Min 100 lîra aniye vir lê min tiştek jî nestendiye. Torbeyek ard bû 350 lîre, ev ji bo malek bi zarok 10 rojan jî têr nake. Hinek wijdan û merhamet lazim e. Ger tiştek ji destê mezinan tê bila bikin. Êdî em ji ber rihê xwe derbûne."
 
'Bila mezinên welat bifikirin'
 
Hatîce Akli: "Em hatin bazarê me tenê pêwistiya xwe ya herî girîng stend. Me tenê nan stend û em diçin. Weke din tiştek nayê stendin. Her tişt biha bûye. Kes naxebite û pere jî tune ye. Em vala tên û vala diçin. Zarokên me dixwînin jî tiştek nakeve destê wan. Pêwîst e mezinên vî welatî êdî tiştekî bifikirin û bikin. Weke din tiştek ji destê me nayê."
 
'Xwedê heqê me nehêle'
 
Suzan Aslan: "Weke hûn dibînin em geriyan û me tiştek nestend. Em bi poşetekî vala derdikevin. Her tişt pir biha bûye û xwedê dawiya me bike xêr. Em êdî nikarin debara xwe bikin. Xwedê heqê me jî nehêle."
 
'Her tişt gelek zor bûye'
 
Aygul Çolak: "Her tişt gelek biha bûye. Min nekaribû zêde tiştek bistenda. Ceyran jî bi wî rengî rûxmê ku me bi baldarî bi kar aniye jî 340 lîre hat. Me tenê fener pêxistine. Em hewl didin ku deynê van tiştan bidin. Her tişt gelek zor bûye."
 
Kedkara malê: "Min xiyar bi 20 lîreyî û ispenax jî bi 10 lîreyî stend. Min encex dikaribû vana bistenda. Her tişt pir biha ye qet nepirsin."