Dengbêj Gazin: Heta dawiya emrê xwe jî kilam gotin
- 09:02 20 Tebax 2020
- Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Dengbêja navdar Gazin li gel zext û zordariya malbat û civakê dengê xwe bilind kir û serî rakir. Heta dawiya emrê xwe ne bi dengekî nizim bi dengekî bilind eş û çîroka axa xwe anî ziman.
Zarokatiya Dengbêja navdar Gazin (Rukiye Qizil), bi guhdarkirina stranên Eyşe Şan û Meryemxanê derbas bû. Li dijî malbat û zihniyeta serdest a mêr bi salan li ber xwe da û dengê xwe gihand hemû deveran. Dengbêj Gazin mîrateyeke mezin li pêy xwe hişt û di 21'ê tebaxa 2018'an de koça dawî kir û çû ber dilovaniya xwe.
Dengbêj Gazin, li gundê Unsuz ê Tetwana Bedlisê ji dayik bû. Gazin, hêj di biçûktiya xwe de dest bi gotina kilaman kiriye. Hêj 9 salî bû bi zora malbatê serê xwe girt û Gazin dema 12 salî bû malbatê dest bi amadekariya zewaca wê kir. Dema Gazin dixwast kilaman bêje dayika wê zext lê dikir û jê re digot "Êdî tu mezin bûyî û bila kes dengê te nebihîze" lê Gazin bi israr iklamên xwe berdewam kirin.
Ji Hozan Mizgîn hêz girt
Gazin hêj 15 salî bû ji aliyê malbatê ve hat zewicandin û piştî zewicî li Wanê bi cih bû. Gazin, piştî zewicî jî li malê bi dengekî nizm kilam digotin. Gazin hêza herî mezin ji Hozan Mizgîn wergirtiye û cara yekem di dawetekê de kilam gotine. Gazin di roportajeke xwe ya di 8'ê Adara 2012'an dabû de wiha dibêje: "Dengbêjî bi saya jinê ji civakê re bûye mal. Jinan gotiye lê ji mêran re bûye mal. Bi dehan albûmên min ên stranan hene lê malbata min pir dereng pê hesiya ku kasetê min hene. Min 7 salan veşartin. Kasetên min dihatin belavkirin lê min nedikarî bigota ez im."
Li malê bi dengekî nizim stran digot...
Gazinê ku li malê bi dengekî nizim stran digotin dema diçû zozanan bêrîvantî dikir stranên xwe diqiriya, ji bo wê ev hest pir cuda bû. Ji bo Gazinê di dawetan de stran gotin jî tehmeke cuda bû ji ber ku her kes bi baldarî guhdarî dengê wê dikir. Gazin, cara yekem ji bo şahiyekê di 8'ê Adarê de li baxçeyê Navenda Çanda Dicle Fıratê ya Amedê bi hesteke pir taybet derketiye ser dikê. Piştî demekê êdî her kes dengê Gazinê nas dikir.
Dixwest tecrûbeyên xwe bi nifşên nû re parve bike
Gazin 30 salan dengbêjî kir û bi kilamên xwe êşên jinan anîn ziman. Erdheja Wanê û komkujiya Roboskê li ser Gazinê bi bandor bû, tenê êş û hestên xwe bi kilamên xwe dianî ziman. Ji bo wê êş bingeha dengbêjiyê bû. Dengbêj Gazin li welat û li derveyî welat gelek konser dan. Her xebat ji bo dengbêj Gazin dibû tecrûbeyek û Gazin jî dixwast tecrûbeyên xwe bi nifşên nû re parve bike.
'Bila ciwan xwedî li çanda xwe derkevin'
Dengbêj Gazin daxwaza xwe pêk anî û di sala 2014'an de li Wanê Mala Dengbêjan ava kir û ji bo dengbêjiyê rêya bi sedan jinên ciwan vekir. Her wiha Gazin dema Mala Denbêjan vekir xwest ciwan xwedî li dengbêjiyê, dîrok û çanda xwe derkevin.
'Xeyalên min di dilê min de man'
Çend stranên dengbêj Gazinê ji hêla dewletê ve hatibûn qedexekirin û li ser astengî û qedexan jî wiha nêrînên xwe anîbûn ziman: "Ewil malbata min destûr nedida û niha jî dewlet destûrê nade ku ez li gundan dengbêjiyê bikim. Xeyala min a herî mezin bû ku ez gund bi gund, bajar bi bajar bigerim û ji bo jinan dengbêjiyê bikim. Her wiha klamên ku min li ser êşa Şengalê nivîsandin jî nikarim bistrêm. Xeyalek min a din jî qeyda dengê 200 û 300 dengbêjan bikim pirtûk bû. Hemû di dilê min de man..."