Têkoşîna piştî Zeycan Yedigul a bêdawî...

  • 10:22 30 Mijdar 2020
  • Portre
Rengin Azizoglu
 
STENBOL - Dayika Şemiyê Zeycan Yedigol a ku 40 salê xwe bi lêgerîna kurê xwe Nurettin ê di bin çavan de hat windakirin, derbas kir, têkoşîna xwe ji yên li dû xwe hişt. Keça Zeycanê, Sevim Demir wiha got:"Dayika min digot ger ez bimirim jî hestiyên wî têxin gora min da ku ez rehet rakevim. Dayika min dema jiyana xwe ji dest da min serê wê şuşt û hinek porê wê min jê kir. Ji bo DNA'yê min got hinek porê wê bila li gel min be. Min got dibe ku em hestiyên birayê min bibînin."
 
Dayikên Şemiyê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin bersûc bên darizandin" ev 25 sal in li aqubeta xizmên xwe yên di salên 90'î de hatin binçavkirin, kuştin û windakirin, dipirsin. Têkoşîna di 27'ê Gulana 1995'an de dest pê kir tevî astengî, tundî û zextên polîsan mezin dibe û dewam dike. Di vê têkoşînê de gelek dayik bêyî ku bigihêjin zarokên xwe û hestiyên wan bibînin jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan dayikana Zeycan Yedigol 40 salî li zarokê xwe geriya û ji bo kesên ew kuştin bên darizandin têkoşiya. 
 
'Ew ê destên min li ser yaxa wan be'
 
Zeycanê li Qada Galatasarayê ya ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê herî dawî di 11'ê Nîsana 2015'an de jê bang kiribû wiha gotibû:"Ev 34 sal in ez bi pirsa gelo dijîm. Ez her bi wê hêviyê me ku gelo ew ê rojekê kurê min xuya bibe. Ev 34 sal in her şev ez serê xwe datînim ser balîfê û ez dibêjim 'Kurê min tu li ku yî?'. Ew ê destên min li ser yaxa kesên kurê min winda kirin be. Ez dema mirim jî ew ê neviyên min vê têkoşînê dewam bikin."
 
Zeycana ku ev 40 sal in li kurê xwe digeriya di 20'ê Mijdarê de di 98 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Zeycanê li Erzînganê hat oxirkirin. Hevalên wê yên Dayikên Şemiyê li dû wê peyama "Israr û têkoşîna te ya ji bo gihaştina Nurettin emanetî me ye, Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin. Em dev jê bernadin."
 
Keça Zeycan Yedilgol, Sevim Demir têkoşîna dayika xwe ya ji bo kurê xwe bi ajansa me re parve kir. 
 
'Wê tu carî neheqî qebûl nekir'
 
Sevîma ku da zanîn dayika wê li gund bi çandiniyê mijûl dibû dayika xwe wiha rave kir:"Diya min jineke otorîter bû. Wê tiştên ku ji bo wê rast bû dikir û ji kesî re serî neditewand. Jineke têkoşer bû. Ew tu carî ranewestiya. Ji bo mirovên jê hez dikir jî canê xwe dida. Dema hinekan şaşiyeke bikira jî helwesta xwe nîşan dida. Li dû kesekî nediaxivî. Qet neheqî qebûl nedikir. Wê tu carî dev ji têkoşînê berneda. Dema nexweş ba jî heta karê xwe nekira ranediketi. Gelekî ji zarokê xwe hez dikir. Devbiken û henekbaz bû. Şêwra wê xweş bû."
 
'Netirse ew ê birayê min bê'
 
Sevîmê bi bîr xist ku Nurettin di 10'ê Nîsana 1981'ê de hatiye binçavkirin û piştî 12'an şûnde agahî jê nehatiye girtin û diyar kir ku wê herî dawî kurê xwe di serdana dawî de dîtiye û wiha got:"Wê demê ez li Erzînganê bûm. Min got hey hatiye bila hinekî bimîne. Lê belê got ez mecbûr im biçim. Hevalên min li hêviya min in. Karê min heye. Min her ji diya xwe re digot 'Netirse ew ê birayê min bê'. Dema me wêneyê îşkenceyê dît hêviya me şikest."
 
'Çalakiyên Dayikên Şemiyê bû hêvî'
 
Sevîmê bi lêv kir ku piştî wan agahî girtine Nûrettin winda bûye wan dest bi lêgerînê kirine û wiha got:"Cihê bavê min neçûyê nemabû. Heta çû gel Kenan Evren. Gotibû 'lawê min winda bûye'. Wî jî gotibû 'Na li tu derê qeyda lawê te winda bûye tune ye'. Heta li qeydên nexweşxaneyê jî hatiye gerandin. Ez herî dawî bi Dayika Şemiyê Umit Efe re rast hatim. Wê hinekî re li ber me xist û me ronî kir. Piştî birayê min winda bû 2 sal şûnde dayikan min çû Stenbolê. Birayê min ê din li Stnbolê bû. Diya min digot ez naxwazim wî jî winda bikim û çû Stenbolê. Em gelekî li birayê min geriyan lê me tu encam negirt. Herî dawî çalakiyên Dayikên Şemiyê dest pê kir. Ev ji me re bû hêvî."
 
'Ji bo DNA'yê min porê diya xwe jê kir'
 
Sevîmê da zanîn ku diya wê 40 rojî her li hêviya hatina birayê wê bû û wiha got"Dayika min her bi hêvî bû ku agahiyekê ji birayê min bigire. Her kesên ku dihat mala me wêneyê birayê min şanî wan dida. Digot 'Hûn dizanin ev lawê min e'. Ji ber deng dereng diçûyê carinan em bi dengê bilind bi wê re diaxivîn. Ji me re digot 'Bi min neqêrin min lawê xwe winda kiriye. Derdê min giran e'. Di demên dawî de dixwest bimire lê belê digot heta ez hestiyên zarokên xwe nebînim ez naxwazim bimirim. Digot ger ez mirim 'hestiyên wî têxin gora min. Ji bo ez bi rehetî razêm.' Dayika min dema jiyana xwe ji dest da min serê wê şuşt û hinek porê wê min jê kir. Ji bo DNA'yê min got hinek porê wê bila li gel min be. Min got dibe ku em hestiyên birayê min bibînin."
 
'Di rojên dawî de jî dayika min navê birayê min bi lêv dikir'
 
Sevimê da zanîn ku ew bi birayê xwe serbilind in û wiha got:"Kesên ev yek bi birayê min kirine bila heman êşê bibînin. Kanî gora birayê min bidin min. Me kêlaka mezelê dayika min vala hişt. Ji bo em wî li gel dayika min defin bikin da ku dayika min rehet razê. Dayika min di hilma xwe ya dawiyê de jî got 'ka kurê min'. Çavên wê vekirî jiyana xwe ji dest da. Dayika min û bavê min jiyana xwe ji dest dan lê belê em dev ji vê dozê bernadin. Heta em bimirin em ê ve dozê bidomînin. Em ji bîr nakin û dev jê bernadin. Ez bejna xwe li ber wan ditewînim. Kesên ev êş bi me dan jiyîn bila xirabtir bibin."