Saniyeya 80 salî ku bi naskirina rêxistinê jiyana wê diguherî
- 09:06 17 Kanûn 2020
- Portre
AMED - Saniye Ektî ya 80 salî bi têkoşîna xwe ji gelek jinan re bû hêz û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ligel îşkence, şîdet, koçberî û revandinê min tu carî dev ji rêya heqîqetê berneda. Min li hemberî hişmendiya mêr û li hemberî deshilatdaran serî rakir. Xwezî emrê min têrê bike ku min serkeftina van serhildanan bidîta."
Jinên kurd bi rihê berxwedanê û bi wêrekiya xwe di gelek serhildanên kurdan de pêşengtî kirine. Destanên nivîsandine mixabin gelek caran nehatine bihîstin yan jî ji rûpelên dîrokê hatine reş kirin. Lewra li hemberî bişaftin û zilmê berteka herî xurt dane. Rindêxan, Fata Reş, Dayika Zarîfe ango bi hezaran kesayetên weke van jinan serhildanek binirx dan û xaka Kurdistanê bi berxwedana xwe pîroztirkirin. Yek ji van jinan Saniye Ektiya ku li navçeya Hazroyê dijî. Saniyeyê ji bo nasnameya xwe têkoşînek mezin da. Serpêhatiyên wê û têkoşîna wê ji aliyê herkesî ve hat bihîstin. Lewra dewlet ji vê yekê dibihîse û bi dehan caran dixwazin wê qetil bikin. Em îro kêm jî be dixwazin jiyana vê jina kurd bînin ziman.
Saniye Ektî kê ye?
Saniye li gundê Helhelê ya girêdayî navçeya Hazroya Amedê ji dayik dibe. Di temenê 12 salî de bi zorê tê zewicandin. Ji vê zewaca xwe jî dibe dayika 7 zarokan. Di zewaca xwe de jî rastî tundiyê tê û ev ji bo wê dibe sedema yekem ya serhildanê. Piştî rêxistinê nas dike jî ev xwesteka serî hildanê gur dibe. Saniye êdî li hemberî mêr û li hemberî hişmendiya dewletê jî şer dike. Tevlî çalakiyan dibe û bi qasî 22 caran tê binçavkirin. Ango bi dehan caran dixwazin wê qetil bikin. Lê wê tucarî dev ji berxwedana xwe berneda. Saniye wek jinek têkoşer zarokên xwe ji bi vî rengî mezin dike.
‘Min ronahiya jiyana xwe nas kir’
Saniye hin di temenê gelek biçûk de bi zorê tê zewicandin. Heqareta yekem ji bi vî rengî dixwe. Saniye dema van gotinan bi me re parve dike ji aliyekî de jî dibêje “Kesekî em wek mirov nedihesibandin û rêz ji me re nedigirt. Ji ber ku em jin bûn nehîştin em biçin dibistanê, ne jî hîştin em zarokatiya xwe bijîn. Piştî ku ez zewicîm van heqeret û neheqiya îcar li vir domand. Em zarokbûn me fema tiştekî nedikir û em bi şîdetê re rûbirû diman. Ez vê pêvajoya xwe tunedihesibînim. Ez tunebûm, wê demê jinek kole hebû.”
Saniye dibêje min bi rêya xortekî serkêş rêxistinê nas kir û jiyana min guherî. Saniye diyar kir ku ew ronahiya jiyana xwe nas kir û wiha qala wê ronahiyê dike: “Rojekî weke her carî ez diçûm bostanan av bidim. Min di nava bostanên xwe de gerîlayên ciwan dîtin. Yek ji wan bixemgînî li marê kuştiye temaşe dikir. Gava ku ez nêzîkê wan bûm, yek ji wan li ber min rabû ser xwe. Ev ciwan ji bo ku mehr kuştibû xemgin dibû. Ew dilnizm û nêzîkatiya wî ji min re bû ronahiyek. Heta ku ji min hat min ew ronahiyê mezin kir. Ez dikarim bêjim ku ew sekna wan wê deme gelek bandor li min kir. Ez vê demê 44 salî bûm."
‘Ji bo evîna xwe hîn bibim ez fêrî xwendinê bûm’
Saniye derbarê serpêhatiya xwe de gelek tişt ji bîr kirine, lê ew qas tişt jiyaye ku em jî qet pêwîstî bi pirsan nabînin. Her wiha îro şûnde jiyana Saniye tê guhertin. Ew êdî jineke serhilder û têkoşer bû. Ji bo vê ji canê xwe datîne holê. Saniye wiha behsa serpêhatiyên xwe kir: "Ez bi gotinên wan ciwanan fêrî gelek tiştan bûm. Lê evînek di dilê min de geş bû û pêwîstbû ku ez evîna xwe fêr bibim. Ez hînê xwendin û nivîsînê bûm. Min di derbarê dîrokê de gelek pirtûk xwendin. Min lêkolîn kirin û min hemû pêngavên xwe bi zanabûn davêt. Vê jî çavê malbatê gelek ditirsand.”
‘Min pariyekî ji keyfa dijmin neanî’
Li Kurdistanê kesên ku kurdî jî diaxivîn bi hincetan dihatin girtin Saniye wiha bal kişand ser mijarê: "Bi caran li ser mala me de girtin, li me xistin û mal ji me re nehêlan. Carekî li ser malê de girtin, çavê min pêçan û ez revandim. Min di hucreyekî de tenê hiştin û îşkence li min kirin. Zanîn ku ez xeber nadim min birin li ser pirekî. Her yek ji wan desekî min girtibûn. Ji min re gotin 'Di bin pirê bi sedan cesed hene. Hemû jî mirovên weke te ne'. Min got çiqas şanazim ku min ji weke wan têkoşîn da û binê pirê min maf kir ku ez dizwazim wan bibînim. Min tucarî nehîşt kêfa wan bê, ez netirsiyam. Dema vê yekê dîtin li ser lêva pirê pehînek li pişta min dan û min avêtin. Ez ketim nava teqna heriyê. Ji îşkenceyê guhê min nedibihîst û pişta min jî şikiya bû. Çend roj bû min nan jî nexwarîbû. Bi rojan di nava teqnê de wisa mam. Kesen ku li ber pirê derbas bûn min dîtin û min birin nexwaşxaneyê. 17 roj derbas li ser windabûna min re derbas bibû. Gundiyekî me li nexwaşxaneyê min dibîne û agahiyê dide malbatê. Hêj malbat nehat, cerdewan û leşker hatin li ber deriyê nexweşxaneyê. Malbata min dema serlêdanê dikin bi îşkenceyê re rûbirû dimînin."
‘4 sal ceza li min birîn'
Saniye, destnîşan kir ku hîn rewşa wê nebaş bû cerdewan ew dibin lêpirsînê û wiha bi lêv kir: "Piştî ku dozger halê min dît û got 'Ma wijdana we tune ye ew jin ketiye vî halî' Min carek din birin nexweşxaneyê û li vir jî min şandin Enqereyê. Li wir ez hîn bûm ku gurçika min teqiyaye. Ez emeliyat bûm û gurçika min rakirin. Ez êşa wahşeta wê rojê hêj jî dijîm. Piştî demek carek din ez haim girtin û berdan. Cerek din jî ez bi îşkenceya giran re rûbirû mam. 4 sal ceza dan min."
Saniye wek sedema şewata gundan hat nîşandan
Dawiya van girtinan nayê ango Saniye di encamê de 22 caran zêdetir tê girtin. Carekî ji mala wê xira dikin tiştên wê dişewitînin û wê bi kuştinê tehdit dikin. Heta serpelek wê ra dibêje "Bireve wê bombe bavêjin li ser mala te". Saniye wiha berdewam kir: “Min bê mal hiştin û zarokên min bi rojan birçî man. Ji ber gefan kes nediwêrî alîkariyek bide me. Piştî wê jî di sala 1993’yan de gundê me hat şewitandin. Dema em derxistin jî ez wek sedema şewatê hatim nîşandan.Wel hasil piştî 22 girtinan min gelek cih guhertin. Herî dawî em çûm Îzmîrê. Ji bo debara xwe me karê demsalî dikir. Li vir jî neheqî li me dihat kirin û ji ber ku em kurdbûn tu kar nedidan me. Em naçar cardin vegeriyan gundê xwe.”
Li gund cardin hewildidin ku careke din jiyanekî nû ava bikin. Vê carê 2 zarokên Saniye tevlî tevgera azadiyê dibin û yek jî wan jiyana xwe ji dest dide. Saniye dema qala pêvajoya niha dike wiha dibêje: “Xwezî emrê min têrê bikira. Lê tehemula dewletê ji bo jineke temen mezin jî tune ye. Niha jî li hemberî me zext û zilm heye. Xwezî emrê min têrê bike ku min serkeftina van serhildanan bidîta."