Şahbanûya Kurdan: Eyşê Şan

  • 09:04 18 Kanûn 2020
  • Portre
Medya Uren
 
MÊRDÎN -  Îro 25 salin Eyşe Şan, şehbanûya kurdan jiyana xwe ji dest daye. Eyşe Şan a ku bi berxwedana xwe ya ji bo ziman û çanda kurdî navê xwe li dîroka kurdan daye, di heman demê de ji bo nasnameya xwe ya jinbûnê jî têkoşînek mezin li dijî dewlet û mêr daye. Bi milyonan jinên kurd mîrateya ku Eyşe Şan ji wan re hiştiye reng dan têkoşîna wê. 
 
Eyşe Şan jina têkoşer a ku ji bo roja îro ji buye ronahî ye. Eyşe ya dixwaze dengbêjiyê bike malbat bertek nîşanî wê dide. Eyşe ya ku li gel bertekan bi nav û deng dibe vê carê jî ji ber ku bi kurdî distirê dewlet gefan lê dixwe. Lê wê hem li hemberê dewleta mêr û hem jî li hemberî hişmendiya zayendperest ya mêr serî rakir û got jin bixwazin dikarin di her tiştî de serkeftî bin. Ango li dijî nîjadperestiya dewleta tirk, li dijî qedexeyên li ser zimanê Kurdî bi dengbêjiyê re bû navê berxwedanê. Eyşe Şan a di nava Gelê Kurd de weke şahbanûya bê tac û text tê zanîn beriya 25 salan ji nav me koç kir. Lê bi hesreta welat koça dawî kir û îro li tevahiya welat bi rêzdarî tê bîranîn.
 
Dibe denbêjek pispor
 
Eyşe di sala 1938’an de weke keça dengbêjekî navdar û dewlemend  li Amedê ji dayîk dibe. Eyşe di zarokatiya xwe de hertim guhdarî civata ku li dora bavê wê kom dibe dike û hemû stranên wan  ji ber dike. Eyşê di axaftinek xwe de ji wiha qala wan şevbihêrkan kiriye: “Xwezika dengê wan dîwaran heba,  ku qala wan civatan û dengbêjan bikira. Min di quncika xanî de guhdarî dikir. Di dema ku min guhdar dikir de ger ku yesekî bangî min bikira ezê veciniqiyama. Ew qas min bi baldarî guhdar dikir û li ser hûr dibûm.” Eyşe ji bo ku kilamên bavê wê digot wenda nebin jî dixwaze bibe dengbêj. Piştî ku biryar dide, bi gelek hunermendan re dikeve nava têkiliyê. Yek ji wan jî  hunermend Husnî Îpekçî ye ku Eyşe nota, aheng û waneyên mûzîkê jê fêr dibe. Di wan salan de bê guman ji bo jinekê fêrbûna van tiştan ne hêsane. Eyşe Şan jî di vê oxirê de bedelên mezin dide. Lê di encamê de dibe dengbêja pspor a salên 1960’î.
 
Ew yek ji jinên ku dengê xwe bilind kiriye
 
Eyşe Şan êdî 20 salî ye. Ewê êdî hemû zincîran bişkîne. Li hemberî hişmendiya mêr ew ê bibe yek ji jinên kurd ku dengên xwe bilind kirine. Ango wê serkeftinek bê dawî ji bibe xelat jêre. Di serî de li hemberî hişmendiya mêr ala xwe hil dide jor. Ev têkoşîn jî wê ji bo hemû jinan rê veke. Eyşeyê di vî temenê xwe de di civatan de distirê û bala hemû civatê ji dikişîne ser xwe. Stran, dengbêjî û îlahiyan distirê. Lê di wî temenê xwe de di sala 1958’an de bi daxwaza bavê xwe dizewice û ji wê zewacê jî zarokek wê çêdibe. Ango Eyşe di zewca xwe de qet kêfxweş nabe û ew hevjînê xwe berdide. Ev yek jî li ser milê Eyşeyê dibe barek. Malbata Eyşeyê êdî ji wê dixeyîdin û destûr nadin ku were Amedê. Wê sirgun dikin.
 
Eyşê vê carê li hemberî gefên dewletê serî radike
 
Eyşê piştî van buyeran derbasî  Entabê dibe. Ji ber ku zimanê kurdî qedexeye neçar dimîne ku di radoyyê de bi tirkî stranan bistire. Di salên 1963’an de jî derbasî Stenbolê dibe û li wir bi zimanê kurdî û tirkî stranan dibêje û konseran dide. Ango 2 albumên ku bi herdû zimanan stran tê de hene derdixe. Piştî parvekirina van stranên kurdî zêde zext lê tên kirin û di sala 1972’an de neçar dimîne ku koçberî Elmanyayê bibe. Vê carê ji aliyê dewletê ve tê sirgûnkirin. Lê ew tucar dev ji têkoşîna xwe bernade. Ew ji weke gelek hunermendan bi awayek veşartî gelek kasetên bi zimanê kurdî derdixe. Bi vî rengî hewil dide ku dengê xwe bilind bike. Piştî hewildanên xwe ew bi stranên “Lê lê Ximşê, Lorkê, siverek Yollari û Xurbettê” re tê nas kirin. Lê keça Eyşe ya 18 mehî jiyana xwe ji dest dide û ji ber wê êşa xwe navber dide hunerê. Piştî demekê ew bi 3 zarokên xwe re vedigere Stenbolê. Lê gefên dewlet û malbatê cardin li ser Eyşeyê kêm nabin.
 
Eyşe li Bexdayê bi nav û deng bû
 
Eyşe piştî ku vedigere welat jî bi bertekan re rûbirû dimîne û ji ber van yekan jî di sala 1979’an de diçe Bexdayê. Tê zanîn di wan pêvajoyên ku zimanê kurdî qedexe de, ji bo pêşketina çanda kurdî radoyaya Bexdayê rolek girîng lîst. Ji bo gelek hunermendên kurd bu cihê pêşketin û pêşveçûnê. Di wan pêvejoyan de hunermendên  weke Meryem Xan, Îsa Berwarî, Gûlbahar, Nesrîn Sêrwan, Cemîlê Haro Mihemed Arif, Hesen Cizrawî, Mihemed Şêxo,  Tehsîn Taha û Eyşe Şan jî di radyoyê de bi nav û deng bûn û strandine. Ayşe Şan li vir gelek dengbêjên kurd nas dike û bi wan re dengbêjiyê dike. Li Musil, Bexda, Hewlêr û Dihokê konseran dide. 
 
'Em ê ji welat û gelê xwe re bibin rêzan'
 
Piştî salên 1990’î navê PKK’e li Kurdistanê belav dibe. Eyşe ya ku ji ber nasnameya xwe ya zayendî û kurdîtiyê zext lê hatine kirin belavbûna navê vê rêxitinê pir watedar dibîne.  Eyşe li ser pêşveçuna PKK'ê ji van gotinan dike: “Ger welatek me yê azad heba, meyê bi awek azad stranên xwe bigota û wê gel jî qedirê me bigirta. Em ê jî welat û gelê xwe yê ku hatiye çewisandin re bibin rêzan.” Eyşê bi vê wesîleyê ji stranên bi navê “Werin Pêşmerge, Newroz û Diyarbekir” dibêje. 
 
Hesreta welat ma di dilê wê de
 
Eyşe dubare derbasî Îzmîrê dibe û li wir bi zarokên xwe re dijî. Lê gefên malbata wê ji tucar kêm nabin. Her çend ku dixwaze carekê diyika xwe û Amedê bibîne jî destûr nayê dayîn. Piştî mirina diya wê destûr nadin ku Eyşê biçe ser mezelê diya xwe jî. Ew bi wê heseretê çû. Vê jiyana xwe ji bi strana “Ey Wax Dayê, Xerîbim Dayê, Bê kesim dayê” re vedibêje. Eyşe di wesyeta xwe de ji diyar dike ku piştî mirina wê divê ew li Amedê were veşartin. Eyşe bi nexweşiya Penceşêrê di 18’ê Kanuna 1996’an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dide. Lê mixabin ev weyseta wê jî nayê cih û Eyşe li îzmîrê ji aliyê çend kesan ve tê veşartin. 
 
Eyşe hertim hunermenda gelê xwe bû. Wê li hemberî hemû gefan têkoşînek bê hempa da. Li pey rastî û heqîqetê meşiya. Weke jineke kurd bû pêşeng. Ji bo bi hezaran hunermendan rê vekir. Ew niha jî ji aliyê bi milyonan kurdan ve tê bi bîranîn. Eyşe wê tim weke şahbanûya bê tac û text ya kurdan bijî. Ew bê mirin e.