Têkoşera edaletê: Ebrû Tîmtîk
- 09:15 26 Tebax 2022
- Portre
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Tenê daxwazeke Ebrû Tîmtîk hebû; darizandineke adilane, lê belê rayedarên dewleta Tirk xwe bêdeng kir heta mirina wê. Piştî mirina wê cezayê wê xera kirin. Hevpîşeya wê Çîgdem Akbulut, diyar kir ku Ebrû ji bo jiyanek wekhev û azad her tim di nav têkoşînê de bû.
Di sala 2017’an de komek parêzer ên endamê Buroya Hiqûqê ya Gel û Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem hatin girtin. Li ser îfadeya şahidên veşartî dadgehê bi giştî 160 sal li parêzeran birî. Li ser vê biryarê, ji baroya Stenbolê Parêzer Ebru Timtik û ji Baroya Enqerê Parêzer Aytaç Unsal, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ebrû Timtik di roja 94’an de û Aytaç Unsal jî di roja 63 û çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê.
Tenê daxwazeke wan hebû; darizandineke adil. Lê belê rayedarên dewleta Tirk, xwe bêdeng kirin. Rewşa Ebrû giran bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê. Ebrû di tevahiya jiyana xwe de li dijî pergala AKP/MHP’ê têkoşiya.
Ebrû di sala 1978'an li Xarpetê ji dayik bû, lê bi eslê xwe Xozata Dêrsimê ye. Ebrû, hêj 7 salî bû bavê wê jiyana xwe ji dest da. Bi salan ji bo debara malê xebitî. Jineke afrînera jiyanê bû. Heya kêliya dawî jî ji bo jiyaneke adîlane li ber xwe da.
Dema ew rakirin nexweşxaneyê ev peyam da; “Dest û milê me girêdane, em nikarin tiştek bikin. Em tenê edaletê dixwazin. Ya ku herî zêde me diêşîne jî ev e. Ku werim berdan ez ê herim axa xwe Dêrsimê. Heya neçim Dêrsimê baş nabim.” Lê belê bêyî ku were berdan Ebrû Tîmtîk di roja 238’an a çalakiya xwe de, ango 27’ê tebaxa 2020’an li Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê jiyana xwe ji dest da.
Hevala wê vedibêje
Seroka ÇHD’a Stenbolê parêzer Çîgdem Akbulut, Ebru vegot. Çîgdemê da zanîn ku ji Ebruyê re digot xwişka min û wiha vegot: “Ebru li her derê ji min re xwişk bû. Ew û hevalên xwe piştî Geziyê tahliye bûn û wê demê min ew nas kir. Di rûniştina Hasan Ferît Gedîk de em hatin gel hev me li wir hev nas kir. Li salona dadgehê li dijî çeteyê hişbirê ku muvekîlê wê qetil kiribû têdikoşiya. Min dosya Berkîn Elvan dişopoand. Dilê xwişka Ebru tije hezkirin bû.”
‘Cîhanek wekhev dixwest’
Çîgdemê her wiha daxuyakirin ku jiyana Ebruyê bi têkoşîn derbas bûye, ji ber nasname, jinbûn û xizaniyê her tim zehmetî kişandiye û wiha vegot: “Ebruyê ji bo jinan, xizanan, gelê bindest jiyanek wekhev û azad hedef dikir. Ji bo zarokan hawirek wekhev dixwest. Ji bo jiyanek wekhev û azad têdikoşiya.”
‘Parêzeriya şoreşgeran dikir’
Çîgdemê bi lêv kir ku Ebru jineke ku bi şoreşê bawer dikir bû û wiha daxuyaniyand: “Ebruyê bi vê baweriyê têkoşîna xwe domand. Parêzeriya kesên bindest dikir. Parêzeriya şoreşgeran dikir. Ebru hema diçû bûyerên wekê îşkence, binpêkirinên nebaş yên li girtîgeh û navendên binçavkirinê. Pirsgirêkên girtîgehan, zextên li ser xizanan, zilma li hember kurdan qebûl nekir û gel diparast. Ebruyê dosyayên bindestan dişopand. Ebru û Aytaç ji bo darizandineke adîlane ketin grevê. Wê demê dengekî mezin derxistin. Hiqûq serobino kirin. Ebru û Aytaç bi çalakiya xwe tenê behsa xwe nekirin. Zextên pêk tên zextên li ser gel anîn ziman, ji bo her kesî ketin greva birçîbûnê. Îro hîna jî mafê darizandina adîlane tê binpêkirin. Dayik li ber edliyeyan di nobeta edeletê de ne. Têkoşîna li dijî binpêkirina mafan didome. Nav cudane lê têkoşîn didome.”
‘Ez li dijî zilmê berxwe didim’
Çîgdemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ebru mehek beriya jiyana xwe ji dest bide li odeyek nexweşxanê ya roj didît de jiyana xwe domand. Wê demê gelek kes çûn serdana wê. Tişta ket ser me ev bû ku me dengê wê bilind kir. Di odeya nexweşxanê de ne kêfxweş bû. Digot ez li dijî zilmê berxwe didim. Piştî Ebruyê jiyana xwe ji dest da jî êrişên li hember Ebruyê berdewam kirin. Vê jî bêtehemuliya dewletê nîşan dida.”
Çîgdemê dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Ebru bû sîmgeya edeletê. Li dijî bêdadiyê têkoşîn da. Em hevpîşeyên wê têkoşîna Ebruyê didomînin. Tişta Ebruyê ji me re hişt berdewamkirina têkoşînê ye. Em têkoşîna Ebruyê dimeşînin. Em ê xwe bigihînin tişta ku ji bo wê jiyana xwe ji dest da.”
Dixwest biçe Dêrsîmê
Ebru zaroka malbateke kurd ya Dêrsîmê bû. 42 sal jiyana xwe da ser têkoşînê. Yek ji parêzerên ku parêzeriya dosya Berkîn Elvan û Dîlek Dogan dikir bû. Ligel gelê bindest bû. Beriya jiyana xwe ji dest bide digot ‘Min bêriya Dêrsîmê kiriye, ez tahliye bibim ez ê biçim Dêrsîmê.’ Piştî Ebruyê jiyana xwe ji dest da hêjayê xelata Mafê Mirovan a Navneteweyî ya Ludovîc Trarîeux ya 2020’an hat dîtin. Her wiha piştî mirina wê cezayê wê jî hat xerakirin.