Bi porê xwe yê sor, şerê sorkirî tercîh kir

  • 09:06 7 Çile 2024
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser qetilkirina Sakîne Sanciz re 11 sal derbar bû. Hevala wê ya zarokatiyê û têkoşînê Aysel Dogan Sakîne wiha vedigot: “Destê wê de tu tiştek tunebû, tenê îradeya wê hebû. Ji xwe kesên îradeya wan tunebe baweriya wan jî tuneye. Bi du çekan têkoşîn da û biser ket.”
 
Di 9’ê Çileyê 2013’yan de li Parîs a Fransayê yek ji kadroya damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Netewa Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), hatin qetilkirin û di ser komkujiyê de 11 sal derbas bû. Tevî vê pêvajoyê gumanbarên esas nehatin dîtin û cezakirin. Lê jinan bi têkoşîna xwe ya ku her sal mezintir dibe, ronahiya Sakîneyan didin nîşandan.
 
Sakîne di 12’yê Sibata 1958’an de li gundê Tahti yê Dêrsîmê hat dinê. Sakîne roja ku hatiye dinê wek şans dibîne û wê rojê wiha vedibêje: “Dema hatim dinê bavê min li leşkeriyê bû. Meha sibatê de hatime dinê û li nifusê hatime qeydkirin. Ji ber vê roja min a fermî ya vejînê 12’yê Sibata 1958’an e. Gelo di serma û seqemê de vejîn şansek e? Herî baş ez bawer bûm ku ev şans e. Li erdnîgariyek bi berf vejîn li gorî min şans e.”
 
Hezkirina welat wê şûnde vedigerine ser axa wê
 
Bavê wê ji bo xwendinê Sakîneyê dibe Almanyayê lê Sakîne ji ber hesreta axa xwe dixwaze vegere. Sakîneyê ku hîna dibistan neqedandibû pirtûkan dixwîne, lêkolînan dike, kesên cuda nas dike. Sakîne demek kurt de rêxistinbûnê pêş dixîne. Bi kurê apê xwe re dizewice û ji Dêrsîmê tê Îzmîrê. Armanca Sakîneyê ev bû ku xwe bigihîne şoreşgeran. Hem ji bo debarê hem jî ji bo rêxitsinbûnê di fabrîkayê de dest bi kar dike. Demek kurt de li fabrîkayê jinan rêxistin dike.
 
Hîna negihiştibû zindana Amedê navê wê gihiştibû
 
Sakîne ji ber pankartek ‘Ji Kurdan re azadî’ vekir hat girti û çend mehan girtî ma. Piştî derket ji bo xebatê çû Çewlîk û Elezîzê. Di yekemîn kongreya PKK’ê de ji du jinên cih girtibûn yek Sakîne bû. Sakîne li gelek bajaran tora xwe ya têkoşînê berfireh dike û beriya darbeya 1980’ê, di 1979’an de li Xarpetiyê tê girtin. Wê demê tundiya giran li Sakîneyê têne kirin lê tevî hemû hovitiyan teslîm nabe. Di warê berxwedana xwe ya di bin çavan de jî dibe sembol. Di pêvajoya darbeyê de jî bi heman rengî îşkenceyên girantir lê tê kirin lê belê li hemberî wan hovîtiyan hemû jinên hatine girtin rêxistin dike û bi têkoşîna xwe wan li ser lingan dihêle. Bi berxwedana xwe re ji bo hemû têkoşeran dibe ronahî.
 
Bi berxwedana xwe di hişan de cih digire
 
Sakîne piştî ji girtîgehê derdikeve li Stenbolê tuzuka Komeleya Jinên Welaparêz dinivîse. Damezrîneriya navenda Çanda Mezopotamya dike. Di kovara Ozgur Halk, Ozgur Ulke de dixebite. Di 1991’ê de  tevli Newroza Stenbolê dibe. Dewlet pêşa Sakîneyê bernade û dişopîne.
 
Sakîne berê xwe dide çiyan û piştî Konferansa Zinda û perwerda li Bekaa ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re radigihîne ku biçe çiyan û rêwitiya wê dest pê dike. Sakîne bi salan li çiyan dimîne û di 1998’an de ji Rojhilata Navîn vediqete û li Ewropayê welat bi welat, bajar bi bjar digere û dest dide jinan.
 
Sakîne piştî jiyana xwe ya bi têkoşîn û pevçûn tije di 9’ê Çile de bi  Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Netewa Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), re hat qetilkirin.
 
Ne mirin jiyan dida jiyîn
 
Aysel Dogan ya di 2022’yan de jiyana xwe ji dest hem hevala zarokatiyê hem jî ya têkoşînê ya Sakîneyê bû. Ayselê ji bo Sakîneyê wiha digot: “Serhidana dawî ya Kurdistanê ya Dêrsîmê bû. Li wir lehengên jin hebûn. Em behsa jinên pêşeng dikin. Jinên Dêrsîmê di serhildanê de ji bo nekevin destê dijmin xwe avêtin mirinê. Ji bo dest dirêjî wan nebin xwe avêtin mirinê. Sakine heval jî ew ezmûn li zindanê da.”
 
Bi du çekan têkoşiya û bi ser ket
 
Ayselê di berdewamiyê de wiha digot: “Wek jinekê ne tenê li Kurdistanê di zindanan de bi celadê xwe re hatina rûhev girîng e. Li wir yek çek hebû. Îrade û bawerî. Ev watedar û girîng e. Ji xwe kesên îradeya wan tunebe baweriya wan jî tuneye. Bi du çekan têkoşîn da û biser ket.”