Li Elbakê qedexe û operasyon

  • 11:52 4 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Li Elbakê gelek herêm weke “Herêma ewlehiyê ya taybet” hatin ragihandin. Hate diyarkirin ku li yek ji van herêman operasyon hatiye destpêkirin. 
 
Li navçeya Elbakê ya Wanê gelek herêm weke “Herêma ewlehiyê ya taybet” hatin ragihandin. Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Wane ve hate dayîn de hate ragihandin ku 15 herêm di navbera 3’yê cotmehê û 17’ê cotmehê de weke “Herêma Ewlehiyê ya Taybet a Derbasdar” hatine îlankirin. 
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin li hin herêman operasyon hatiye destpêkirin û li hin qadan ketin û derketin qedexe ye.