Komek rojnamevanên ewropî derbasî Silêmaniye bûn

  • 15:56 6 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Komek rojnamevan li ser banga ROJIN û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê, ji bo rojnamevan Gulîstan Tara û Xêro Bahadîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin Silemaniyê. Şande wê sê rojan li bajêr hevdîtinan bike.
 
Komek ji rojnamevan li ser banga Înîsiyatîfa Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN)  û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo Gulîstan Tara û Xêro Bahadîn ên di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk di 23'yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê hatin qetilkirin, ji Ewropayê hatin Silêmaniyê.
 
Şandeya ku ji rojnamevan Alîce Magar, Emma Audrey, Diler Akreyî, Hendrîn Faraj Mohamed, Jallan Zîaeî û Devrîm Alp pêk tê, wê sê rojan li bajêr hevdîtinan pêk bînin.
 
Şanda, wê biçe serdana Produksiyona Chatr cihê xebata Tara û Bahadîn, malbata Bahadîn, cihê komkujiyê, biçe serdana Rabîn Bekir ê di komkujiyê de birîndar bû, gora Bahadîn, bîranîna ku ji bo Tara û Bahadîn hatiye çêkirin, her wiha dê bi Waliyê Silêmaniyê re hevdîtin bike. Di heman demê de dê rêxistinên pîşeyî, rojname, televîzyon û radyoyên li bajêr bên ziyaret kirin.
 
Ev serdan bi armanca piştgiriya bi rojnamevanên di bin gefa êrîşa dewleta Tirk de ne dê bê pêkanîn. Tê payîn ku şande di dawiya serdanan de li bajêr daxuyaniyekê bide.
 
Tê payîn rojnamevanên ku dê li herêmê çavdêriyê bikin, wê piştre li Ewropayê bi rêxistinên pîşeyî re hevdîtinê bikin û hevgirtinê bi rêxistin bikin.