Pitika ku êrişa zayendî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da

  • 14:25 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pitika bi navê Sila ya li Tekîrdagê tundî û êrişa zayendî lê hatibû kirin, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. 
 
Sila Yenîçerî ya du salî ku li Tekîrdagê tundî û êrişa zayendî lê hatibû kirin, li nexweşxaneya lê hate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Sila di 12’ê îlonê de hatibû entubekirin. Pitika ku mehek bû di beşa lênerîna awarte de dihate ragirtin, êdî ji dermankirinê re bersiv nedida.  
 
Çi bibû
 
Sila Yenîçerî ya du salî di 8’ê îlonê de ji aliyê dayika xwe ve bi gotina ‘duh bi şev aciz bûye û şiyar nabe” bir Nexweşxaneya Dewletê ya Malkarayê. Di dema mûayene ya li nexweşxaneyê de hate dîtin ku li ser laşê pitikê şopa derban heye û bi gumana êrişa zayendî û xwîna çûye ser mejî sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cûmalioglû ya Tekîrdagê hate kirin. 
 
Serokê Baroya Tekirdagê Egemen Gurcun diyar kir ku di rapora tiba edlî de hatiye tespîtkirin ku pitika du salî ku ji ber lêdanê anîn nexweşxaneyê û di beşa lênêrîna awarte de dihat dermankirin êrîşa zayendî lê hatiye kirin.