Jinên Ermen kongreya xwe ya 2’yemîn li dar dixin

  • 14:30 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya 2’yemîn a Yekitiya Jinên Ermen bi beşdariya nêzî 150 jinan li Hesekê tê lidarxistin.
 
Kongreya 2’yemîn a Yekitiya Jinên Ermen a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê sibehê bi dirûşma "Wekhevî, jiyana azad… têkoşîna jinên Ermen" dest pê kir.
 
Kongre bi beşdariya 150 endamên yekitiyê, nûnerên rêxistin û tevgerên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevseroka MSD’ê Leyla Qereman, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo û hevseroka TEV-DEM’ Remziye Mihemed li Xwaringeha Marbêla ya li bajarê Hesekê tê lidarxistin.
 
Piştî deqeya rêzgirtinê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ermenî Losnak Kaferyan ve hatin xwendin.
 
Berdevka Yekitiya Jinên Ermen Anahîta Qesebiyan bixêrhatina beşdaran kir û got: "Li cîhanê gelek şoreş rabûn ku hin maf dane jinan û hinek jê xwarin. Lê Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) bi pêşengiya jinan dest pê kir. Di şoreşê de rastî û cewhera jinan derket pêş û jinên Ermen ji windabûnê hatin rizgarkirin."
 
Anahîtayê avakirina Yekitiya Jinên Ermen wekî serketina şaristanî û pêwîstiyeke têkoşînê bi nav kir û diyar kir ku armanca pêşxistina rola jinên Ermen di qadên civakî û çandî de ye.
 
Rîhan Loqo lidarxistina kongreyê li tevahî jinên Ermen pîroz kir û diyar kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêxistinên jinan berhemên ramanên Abdullah Ocalan in.
 
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Hêvî Hesen jî diyar kir ku gelê Ermen ji gelên kevnar û têkoşer e ku avakirina şaristaniya herêmî de xwediyê ked e.
 
Hêvî bang li tevahî jinên Sûriyeyî kir ku di qonaxa dîrokî de berpirsyariyên xwe bi cih bînin û xwe di hemû qadan de bi rêxistin bikin da ku tevahî astengiyan derbas bikin.
 
Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman şehîdên komkujiyên li dijî Ermenan bi bîr anîn û têkoşîna azadiyê ya jinên Ermen vegot. Leylayê bang li jinan kir ku li hember siyasetên pergalên serdest hevgirtina xwe xurt bikin.
 
Di kongreyê de hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed bal kişand ser têkoşîna tevahî jinên li Rojhilata Navîn û diyar kir ku dirûşma jinan a "Jin, Jiyan, Azadî" peyama hemû jinan e ku ew serî tu carî natewînin.
 
Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer îşaret bi têkoşîna jinên Ermen a li hember êrişên qirkirinê yên li ser gelê wê kir û banga xurtkirina hevgirtin û yekitiyê li tevahî jinên Sûriyeyî kir.
 
Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser xebatên 2 salan ên Yekitiya Jinên Ermen hate nîşandan.
 
Kongre bi xwendin û nîqaşkirina rêziknameya yekitiyê didome.