ROJIN: Em ê li ser rêya Gurbetelliyan, meşa xwe dewam bikin

  • 14:36 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN), di peyama xwe ya bi wesîleya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd de got, “Rojnamevanên jin ên Kurd deriyê heqîqetê vedikin.”
 
ROJIN, di peyama xwe ya nivîskî de got, “7’ê Cotmehê salvegera qetilkirina gerînendeya weşanê ya giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz ku di pêşketina çapemeniya jinên Kurd de pêşengî kir û yekemîn edîtora jin a di dîroka çapemeniya Tirk de tê nasîne. Jinên rojnamevan di 7’ê Cotmeha 2014’an de ev roj weke Roja Rojnamevanên Kurd ên Jin îlan kirin.”
 
Di berdewama peyamê de ev tişt hate gotin, “Di roja ku weke Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd tê pîrozkirin de, careke din ji ber ku em vê mîrateyê didomînin, serbilind in. Em rênîşandera çapemeniya me ya jinê Gurbetellî Ersoz ku bi hişmendiya xwedî li heqîqetê derketin mîna cilek ji agir lixwe kirine û berdêlên giran dixwaze û li kursiyên êşkenceyê û dadgehên mêtinger serî li ber serdestiyê natewîne, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em 7'ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd pîroz dikin. 
 
Em careke din şehîdên çapemeniya azad di şexsê hevrêyên xwe yên rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn de ku ji bo bi mîrateya Gurbetellî Ersoz heqîqetê bigihînin jin û civakê, bi rêzdarî bi bîr tînin.
 
Jinên ku pênûsa Gurbetellî li erdê nahêlin, li dijî zimanê mêrsalarî yê medyayê ji nivîsandina rastiyan tawîz nadin. Tevî polîtîkayên zextê, binçavkirin, girtin, hezm kirin û tinekirinê jî, rojnamevanên jin ên Kurd ên li pey heqîqetê ne, deriyê rastiyê ji jin û civakê re vedikin. Ji ber vê yekê, di roja me ya îro de ku polîtîkayên şer lê serdest in û zayendîperestiya li qada çapemeniyê di lûtkeyê de ye, girîngiya rojnamevanên jin hîn bêhtir zêde dibe.
 
Rojnamevanên jin ên Kurd bi pênûsa rojnamevanên jin rastiya pergala qirkirinê û medyaya zeyendîperest a li dijî jin û zarokan deşîfre dike û ji civakê re radigihîne.
 
Bêguman ev mîrate bingeha xwe ji têkoşîna wêrek û biryardar a Gurbetellî Ersoz digire. Weke ROJIN bi zanabûna xwedî li pênûsa wê derketin xwedî li heqîqetê derketine, heta dawiyê ji bo ku heqîqet winda nebe em ê li ser rêya Gurbetelliyan, meşa xwe berdewam bikin.”