‘Hevalên Nagîhanê xeyalên wê pêk tînin’
- 09:02 18 Kanûn 2024
- Rojane
Memîhan Zeydan-Neslîhan Kardaş
WAN - Ji Jîneolojiyê Eylem Akti der barê “Navenda Lêkolîn û Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” ya ku şaredariya bajarê mezin a Wanê vekir de axivî û got: “Ev wek berdewama pirtûkxaneya ku hevalên Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê vekiribû ye. Em ê wek şopdarên Sîmone û Nagîhanê xeyalên wan pêk bînin.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 7’ê Kanûnê de li navçeya Tuşba taxa Akkopru ‘Navenda Lêkolîn û Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ vekir. Pirtûkxaneya ku xeyala endama Navenda Lêkolîna Jîneolojiyê Nagîhan Akarsel ku di 4’ê cotmeha 2022’an de hat qetilkirin bû, piştî Silêmaniyê li Wanê hat vekirin.
Xebatkara Kovara Jîneolojiyê Eylem Akti der barê armanc û derfetên navendê de axivî.
‘Li ser hewcedariyan hat vekirin’
Eylem Akti da zanîn ku piştî şaredarî ketiye bin rêveberiya DEM Partiyê, xebatên jin û zarokan esas digirin û got: “Li gorî hewcedarî û pêşniyarên gel proje dikevin jiyanê. ‘Navenda Lêkolîn û Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ li ser hewcedariyan hat vekirin. Ev qad ji bo bibe qada xweser a hevalên jin hat vekirin. Di heman demê de naveneke wek parastina cewherî a li dijî zîhniyeta serdest hatiye vekirin.”
Ji her qadê pirtûk hene
Eylem Akti balkişand ser pêvajoya avakirinê û wiha domand: “Li ser pêşniyar û lîsteyên hevalan ava kiribû pirtûk hatin hilbijartin. Pirtûk bi piştgiriya nivîskarên jin anîn navnedê. Pirtûkên niha li pirtûkxaneyê tenê beşekê ava dikin. Hîna pirtûkên bên pir zêde ne. Lîste û pêşniyar hîna tên. Ji her qadê pirtûk hene.”
‘Em ê xeyalên Sîmone û Nagîhanê pêk bînin’
Eylem Akti di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Pirtûkxaneya Jinê piştî qetilkirina Nagîhanê li Silêmaniyê hat vekirin. Ev di alî dîroka jinan de girîng e. Ya li vir hatiye vekirin jî wek berdewama pirtûkxaneya Silêmaniyê ye. Em Nagîhan û hevalên xwe yên din ji bîr nakn. Em ê xeyalên wan her tim pêk bînin.Wê navend li Wanê hişmendiyekê biafirîne. Her wiha wê projeyên der barê jinan de jî bidomin. Divê em di hişmendiya girîngiya saziyên xweser yên jinan de bin.”