98 rêxistinên sivîl ên Sûriyeyê: Êriş dibin sedema vegera DAIŞ`ê

  • 11:51 18 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 rêxistinên mirovî û sivîl ên Sûriyeyê, êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser sivîlan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin. Rêxistinan hişyarî da ku ev êriş metirsiya vegera çeteyên DAIŞ`ê zêde dikin.
 
Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 sazî û rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê daxuyaniyek dan û bi tundî êriş û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
 
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku ev êriş dê bibin sedema vegera çeteyên DAIŞ'ê.
 
Di daxuyaniyê de ev daxwaz arasteyî rêxistin û saziyên navneteweyî hatin kirin:
 
* Rawestandina hemû kiryarên tundiyê û kuştinê li Sûriyeyê û li herêmên Kurdan.
 
* Hêzên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê bê şert û merc ji hemû herêmên Sûriyeyê vekişin.
 
* Diyarkirina rewşa kesên ku ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatine revandin û yekser serbest berdana wan.
 
* Rawestandina polîtîkayên koçberkirina bi dare zorê û guhertina demografiyê.
 
* Çareserkirina doza Kurd bi awayekî dadmend û demokratîk di nava destûra Sûriyeyê de.
 
* Pêşxistina çanda welatîbûn, lihevhatin û aştiya navxweyî ku bibe garantiya yekitiya civaka Sûriyeyê.