Ti xeber ji Ecrîn Erîm nayê girtin
- 15:55 18 Kanûn 2024
- Rojane
AMED - Ji Ecrîn Erîm a 12 salî ya ku danê nîvro li navçeya Rezanê ji mala xwe derket ti xeber nîne.
Ecrîn Erîm a 12 salî ku li navçeya Rezanê ya Amedê dijî, danê nîvro ji mala xwe derket û careke din venegeriya. Malbata wê ji bo dîtina Ecrîn Erîm serî li midûriyeta polîsan da.
Malbata wê diyar kir ku kesên Ecrîn Erîm bibînin dikarin telefonî hejmara 05397262409 bikin.