‘Hemû cîhan bibe yek em ê nehêlin Rojava bikeve’

  • 15:54 19 Kanûn 2024
  • Rojane
MÊRDÎN – Çalakiya nobeta li sînorê Qamişlo di roja 7’an de didome. Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş di çalakiyê de axivî û got: “Sed sal berê jî Kurd tecrîd kirin îro jî Birêz Abdullah Ocalan tecrî dikin. Ji ber Birêz Ocalan ji gelê Kurd re got hûn hene, ziman û dîroka we heye.”
 
Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê hatiye destpêkirin di roja 7’an de bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" didome.  Hunermendên îro ji Çewlîg û Xarpêtê hatin, piştgirî dan nobetê.  Her wiha Parlamentera DEM partiyê Berîtan Guneş û Oznur Bartin jî tevli çalakiyê  bûn.
 
Em bang li gel dikin
 
Hvserokê DEM Partî Yê Çewlîgê Huseyîn Yoldaş di daxuyaniya çapemeniyê ya di çalakiya nobetê de hat dayîn de axivî û got ew bi salanin li dijî faşîzmê têdikoşin û wiha got: “Ev êrîş li hember destkeftiyên Kurdane. Werin em bi hev re van destkeftiyên xwe biparêzin.”
Hevserokê DEM Partî yê Xarpêtê Alî Yildirim jî axivî û daxu6yairin ku wê ew heta dawî piştgiriyê bidin têkoşîna bi rumet a dayikên aştiyê.
Piştre hunermendê NÇM’ê Cesîm Başboga axivî û banga xwedîderketina li şoreşa Rojava kir.
 
‘Berxwedana gelê Kurd’
 
Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş axivî û di destpÊk aaxaftina xwe de gelê Rojava silav kir û got: “Sed sal berê jî Kurd tecrîd kirin îro jî Birêz Abdullah Ocalan tecrî dikin. Ji ber Birêz Ocalan ji gelê Kurd re got hûn hene, ziman û dîroka we heye. Em tecrîdê qebûl nakin. Rojava bi nasnameyekê tê nasî ew jî şoreşa jinê ye. Hemû cîhan dizane. Hemû cîhan bibe yek jî emê  nehêlin Rojava bikeve. Emê destur nedin tunekirina jiyana azad a bi pêşengiya jinan hatiye avakirin.”