MKG û DFG dê ji rojnamegerên girtî re name bişînin

  • 14:36 29 Kanûn 2024
  • Rojane
  
 
STENBOL- MKG û DFG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin.
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran Dîcle Firatê (DFG) ji bo rojnamegerên ku ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19'ê Kanûnê de li Bakur û Sûriyeyê ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin çalakî li dar xistin û piştre di 22'ê Kanûnê de hatin girtin, pirtûk û nameyan bişîne.  
 
MKG û DFG ji bo pirtûk û nameyên ku dê sibê saet di 14.30 de li PTT Beyoglu bên şandin banga hevgirtinê kirin.