'Em li dû hêza pratîk a Birêz Ocalan in'
- 11:18 5 Çile 2025
- Rojane
AMED-Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna gel a beriya 7'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê de axivî, bal kişand ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got, "Em li pişt hêza pratîk a Birêz Ocalan in. Em amade ne ku 24 saetan bixebitin."
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 7’emîn Kongreya Asayî ku dê di 12 Çile de li Enqereyê li dar bixe, li Amedê civîna gel a girseyî li dar dixe. Civîn, li eywaneke dawetan a li bajar tê lidarxistin. Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî tev li bûn. Li eywana civînê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî pankartên “Deriyên Îmraliyê vekin, bila demokrasî û azadî derkevin pêş”, “Vekirina rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiyê girêdayî azadiya birêz Abdullah Ocalan e”, “Heke di civakekê de ciwan saxlem bin, pêşeroja wê civakê jî saxlem dibe”, “Netewên ku neteweyên din dieciqînin, azad nabin”, “Li dijî şerê taybet jin, jiyan, azadî”, “Xwe birêxistin bike, îradeya çareseriyê xurt bike”, “Parastina Rojava, parastina mirovahiyê ye” û “Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin” hatin daliqandin.
Pêşandana sinevizyonê
Beriya çalakiyê di kêliya rêzgirtinê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, sirûda "Çerxa Şoreşe" hate xwendin û dirûşma "Bê Serok Jiyan Nabê" hate berzkirin. Piştre sînevîzyona ku bi axaftina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir û têkoşîna nasnameya gelê Kurd a ji demên berê heta niha vedibêje hate nîşandan. Di civînê de timî bê navber dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabê" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
'Navnîşan diyar e, çareserî diyar e, deriyê Îmraliyê vekin'
Beriya her tiştî Çîgdem Kiliçgûn Uçar got, “Wan mîrateyek ji me re hiştin. Li hemberî înkarê stûyê xwe xwar nekirin û heta azadiya gelê Kurd û azadiya Birêz Ocalan em ê têkoşîna xwe bidomînin. " Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku salek e wan xebatên pir cidî meşandine û got, “Pirsgirêka me ya sereke çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û rakirina tecrîda ya li ser Birêz Ocalan e. Me ew kir. Bi rojan e li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd û paradîgmaya birêz Ocalan tê nîqaşkirin. Me bi hev re nîqaş kir ku ji bo guhertina pergala sed salî çi pêwîst e were kirin."
'An azadî an serkeftin'
Hevserokê Giştî ya DBPê Keskîn Bayindir axivî û wiha got “Heta Abdullah Ocalan azad nebe, ji bo me her tim têkoşîn esas e. Banga me ji bo gelê me heye. Nîşana me û navnîşana me Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gotinên wî neşxeya me ye. Ji xeynî wî li ser televîzyonan bi manîpulosyanan tu axaftin û nû agahî ne esas e. Em ê li ser têkoşîna wî û têkoşîna hemû ciwanên leheng bin. Îro li Kurdistanê şert û mercên Azadiyê derketiye pêş. Em ê wekî têkoşîna 35 salan em ê dîsa têkoşînê xwe berdewam bikin. Îro li Kurdistanê ruhê welatparêziyê derketiye pêş. Em wekî kurdekî û welatparêzekî, em bang li hemû hêzên Kurdistanê dikin. Divê gelê kurd destkeftiyên xwe biparêze. Dê dîsa gelê Kurd destkeftiyên xwe, yekîtiya xwe û tifaqa xwe ava biki. Em li Kurdistanê yekîtiya xwe ya ku 100 sal in kurd li bendê ne, ava bikin. Em siberoja xwe û statuya xwe û azadiya xwe mîsoger bikin. Heta azadiyê berxwedanê bilind bikin. An azadî an serkeftin.”
'Jin, jiyan, azadî'
Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Bêrîvan Bahçecî jî got:"Em îro li vir hatin cem hev da ku di vê pêvajoyê de xebatên xwe hîn berfirehtir bikin. Li dijî vê pergala dagirker a ku vîna jinê ji nedîtî ve tê em ê akademiya xwe ya jinan berfireh bikin. Çawa ku rêberê me got 'Bê jin aştî nabe' em careke din dibêjin jin, jiyan, azadî."
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM’ê Rezan Kağanaslan got:"Ciwan wê berpirsyariya xwe bi cih bînin."
Wekî hevserokên serdema nû Çigdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindir hatin deklerekirin.
Civîn bi derketina ser dikê ya Koma Ritmen Azad bi dawî bû.