'Ger edalet bihata bicihanîn dê Rojîn û Narîn sax bûna'

  • 11:47 5 Çile 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari di nivîsa xwe ya der barê Gulistan Doku de got, "Eger edalet bihata bicihanîn wê Rojîn û Narînan sax bûna."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal derbarê Gulistan Doku ya ku ji 5'ê Çileya 2020'î vir ve tu agahî jê nayê girtin, parve kir.
 
Tulay Hatimogullari di peyama xwe de wiha got: "Gulistan Doku li ku ye? Tam 5 sal in em vê pirsê dikin. Gulistan Doku li Dêrsimê winda bû, ji her alî ve bi kamerayan dorpêçkirî bû. Kesên ku Gulistan di tariyê de hiştin em nas dikin. Em kiryaran nas dikin. Ger îro edalet ji bo Gulistan bihata peydakirin Rojîn û Narîn jî niha sax bûn. Em qet dev ji pirsa aqûbeta Gulistan û Rojînê bernadin."