Li dijî xespkirina îradeyê çalakî: Dê têkoşîn bidome

  • 14:09 16 Sibat 2025
  • Rojane
WAN – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulûy Hatîmogullari li ser berxwedana serdemê ya li dijî desteserkirina îradeya gel a li Wanê û tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin axivî û diyar kir ku di salvegera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de qeyûm tayînî şaredariyê hatiye  kirin û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê dev ji têkoşînê bernedin. 
 
Çalakiyên ku piştî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li tevahiya bajêr destpê kirin, dewam dikin. Li Kolana Cûmhûriyetê ya li navçeya Rêya Armûşû ya navendî bi beşdariya Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllarî û Tuncer Bakirhan daxuyaniyek hat dayîn
 
Xwedîderketina li îradeyê
 
Di daxuyaniya ku hat dayîn de tevî dorpêçê jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî.  Tuncer Bakirhan, diyar kir ku dema em li tiştên qewimîn dinêrin, hewl didin hiqûqa kolonyalîzmê zindî bihêlin û got, "Aqilê ku dixwaze di navbera me û gelê Wanê de bariyeran dayene, ev sed sal e didome. Ger polîtîkayên we yên çewisandinê encam bidana, wê ev qas car şaredarî bi hilbijartinan nehata bidestxistin.Ew bajarê jin û ciwanên li pey hêviyê ne. Gelê Wanê serî natewîne. Qeyûm demkî ne, vîna gelê Wanê mayînde ye. Birêz Ocalan 26 sal in li Îmraliyê li berxwe dide. Xwe amade dike ku di rojên pêş de nexşeya xwe ya çareseriyê pêşkêş bike. Dema ku Birêz Öcalan ji bo çareseriyê hewl dide û têdikoşe, hûn qeyûm tayîn dikin. Gelê Wanê aştiyê dixwaze. Wêrek bin û eşkere bibêjin. Ma hûn aştiyê dixwazin? Ev gel ji bo aştiyê hewl dide, hûn ê bi tirsandina gel aştiyê bînin? Ma we ji bûyerên li Rojhilata Navîn qewimîn tu ders dernexistin? Qeyûm dê biçe û îradeya gel dê bimîne."
 
'Gelê Wanê li îradeya xwe xwedî derket'
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî û got, "Cezakirina hevserokê me, tolhildana ji gelê Wanê ye. Rewşên ku dema qeyûm tayînî şaredariyê tê kirin, weke helwesta Îsraîlê ya li dijî Filistînê ye. Dagirkirina Wanê mîna dagirkirina welatekî din e. Em ji gelê Wanê ji we re gotiye biçin."
 
Em ê hevşardarên xwe biparêzin
 
Tulay Hatimogullari got ku divê her kes guh bide Wanê û wiha got: "Hikûmet ew qas hêrs bûye ku li cihên ku lihevhatina bajaran pêk hatiye hewl didin qeyûm tayin bikin. Em ê bi van gelan re lihevhatina bajaran zêdetir bikin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê bidomînin. Di 15'ê Sibatê roja ku birêz Ocalan bi komployê anîn Tirkiyeyê de qeyûm tayînî îradeya gelê Wnaê hat kirin. Ji bo demokrasiyê çi bedel pêwîst be em ê bidin, em van şaredariyan ji çar dîwaran pêk nabînin, em ê piştgiriyê bidin têkoşîna xwe û hevşaredarên xwe xwe."