
Li Îranê zagona sergirtina ji mecbûrî hat taloqkirin
- 20:04 14 Adar 2025
- Rojane
NAVENDANÛÇEYAN - Li Îranê Cigirê Serokomar yê ji Karê Hiqûqê yê Derve berpirs Mecîd Ensarî, diyar kir ku zagona sergirtinê ya ferzkirî bi rewşa niha nikare pêk bîne û got wê qanûn bê guhertin û bişînin meclîsê.
Li gorî ajansa nûçeyan a nîv fermî ya Tesnîm a Îranê, Cigirê Serokomar yê ji Karê Hiqûqê yê Derve berpirs Mecîd Ensarî ku di bernameyeke li Tehranê pêk hatiye de axiviye, der barê qanûna zagona sergirtinê ya li welat rastî bertekên mezin tên nirxandin kiriye.
Mecîd Ensarî diyar kiriye ku di rewşa heyî de qanûna di dema hikûmeta berê de hatiye amadekirin hinek beşên wê nikarin pêkan be û biryara taloqkirinê hatiye dayîn.