
Nobeta li Bendava Tişrînê dewam dike
- 13:36 17 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bendava Tişrînê nobedaran anî ziman ku “divê êdî ew qatilên xwînmij werin darizandin”.
Nobedarên li bendava Tişrînê li hemberî êrişên dagirkeriyê û komkujiyan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de komkujiya li gundê Berxbotanê hate şermezarkirin û hate gotin ku ew ê heta dawiyê berxwedana xwe li hemberî dagirkeriyê bidomînin.
Daxuyanî ji aliyê endamê Hêzên Parastina Civakê a kantona Firatê Bedî ve hat xwendin. Hat gotin: “Em li ser bendavê van êrişan şermezar dikin. Êrişa ku duh li ser wê malbatê hatiye kirin, divê qatilên wê bên darizandin.
Li ser bendava Tişrînê jî ji aliyê dagirkeriyê ve gelek komkujî pêk hatin, lê em wek gel, em xwediyê wê îradeyê ne, em ê li hemberî her cure êrişan li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin.”