‘Ji bo jin reng û dengê xwe bikin yek konferans girîng in’

  • 09:04 26 Adar 2025
  • Rojane

  

QAMIŞLO - Berdevka Kongra Star a Qamişloyê Ibtîsam Elhuseynî ya bal kişand ser girîngî û taybetmendiya 1’emîn Konferansa Jinên Kurd a Rojava wiha got:”Bi pêkhateyên cuda re nîqaşkirina mijarên bi vî rengî û ji bo naskirina nasname û îradeya jinan hatina gel hev û rêxistinbûyin gelekî girîng e. Divê em her tim bi vî rengî ji bo Sûriyeyek ne navendî bên gel hevdu. Divê jin di her qadê de rol û misyona xwe bi cih bînin.”
 
Bi pêşengiya jinên Kurd ên Rojava, bi dirûşmeya “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekîtiya Neteweyî ya Kurd misoger dibe” 1’emîn Konferansa Jinên Kurd a Rojava hat lidarxistin. Konferans, li hola Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi beşdariya jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şam, Heleb û kesayetên serbixwe, partiyên siyasî û YPJ’ê, pêk hat. Di konferansê de 11 xal hatin nîqaşkirin.
 
Berdevka Kongra Star a Qamişloyê Ibtîsam Elhuseynî têkildarî armanca û girîngiya 1’emîn Konferansa Jinên Kurd a Rojava û tevlibûna jinan a ji bo konferansê nirxandin kir. 
 
Ibtîsam Elhuseynî ya ku bal bir ser girîngiya tevlibûna jinan a ji pêkhateyên cuda ya ji bo konferansê wiha got:” Rêbazên tundiyê li ser jinan hatine meşandin û îşkence dîtine. Ji aliyê olperestî, netewperestî û zayendperestiyê ve jinan tade dîtine. Loma jî tevlibûna jinan ên ji qadên cuda ya ji bo vê konferansê girîng e.”
 
‘Pêwistî bi yekîtiya Gelê Kurd heye’ 
 
Berdevka Kongra Star a Qamişloyê Ibtîsam Elhuseynî di destpêkê de bal bir ser armanca konferansê û wiha got:”Kurd bi salan e di bin sîstema tunekirin, bişavtin û qirkirinê de ye. Siyasetek vî zimanî, vê çandê dixwaze tune bike, heye. Loma jî ev konferans girîng bû. Heta niha yekîtiya di navbera kurdan de tam ava nebûye. Ji ber hevrêziya xwe ava nekirine vêya bandoreke neyînî kiriye. Loma jî pêwistî bi yekîtiya Gelê Kurd heye. Divê yekîtiyek di navbera hemû partiyên kurdan de jî bê avakirin.”
 
‘Jin pêşengên civakê ne’
 
Ibtîsam Elhuseynî da zanîn tevlibûna jinan a ji qadên cuda ya ji bo konferansên bi vî rengî girîng in û wiha pê de çû:”Ji bo konferansên bi vî rengî bigihêjin armanca xwe divê konferansên jinan ên neteweyî bên avakirin. Ji ber jin pêşengên civakê ne, ji ber jin pêşengên Şoreşa Rojava ne. Di bin sîstemên dagirker de jinan bedelên giran dane. Rêbazên tundiyê li ser jinan hatine meşandin û îşkence dîtine. Ji aliyê olperestî, netewperestî û zayendperestiyê ve jinan tade dîtine. Loma jî tevlibûna jinan ên ji qadên cuda ya ji bo vê konferansê girîng e.” 
 
‘Ji bo jin reng û dengê xwe bikin yek konferans girîng in’
 
Ibtîsam Elhuseynî bal kişad ser mijarên bi konferansê de yên jin li ser axivîne û wiha dewam kir:”Ji bo jin reng û dengê xwe bikin yek, hevbeşiyekê di navbera xwe de ava bikin Konferansa Jinên Rojava gelekî girîng û taybet e. Ji bo em bi îradeya jinê, ji bo em bi bi statu û nasnameya jinê tevli konfransê wiha bibin em li berxwe didin. Divê di nava Sûriyeya nû de jin jî cihê xwe bigirin. Di konferansê de jî jin li ser mijarên bi vî rengî sekinîn. Jinan soza dewamiya têkoşîna xwe ya ji bo vê yekê dîsa dubare kirin.”
 
‘Ji bo Sûriyeyek ne navendî em hatin gel hev’
 
Ibtîsam Elhuseynî da zanîn ji bo reng û dengê jinan derkeve pêş û ji bo Sûriyeyeke ne navendî divê her tim jin bên gel hev, rêxistinbûyina xwe xurt bikin û wiha got:”Ji ber rejîma BAAS’ê di serî de kurd hemû gelên li Sûriyeyê zehmetiyên mezin dîtin. Hemû gel ji ber vê desthilatdariyê bi îşkenceyan rû bi rû man. Bi taybet jî jin hatin eciqandin. Ji bo Sûriyeyek nû û demokratîk hatina gel hev a jinan a di konferansên wiha de girîng e. Ji bo Sûriyeyek ne navendî bê avakirin, ji bo her kes reng û dengê xwe bi ziman, nasname û çanda xwe bide bihîstin em hatin gel hevdu.” 
 
‘Divê jin di her qadê de cih bigirin’
 
Ibtîsam Elhuseynî bal bir ser girîngiya rol û misyona jinan a di her qadê de û wiha bi dawî kir:”Di sîstema hevserokatî û hevpeymana civakî de, di sîstema Rêveberiya Xweser de jinê rol û misyona xwe daye meşandin. Niha jî di destûra Sûriyeya nû de ne tenê jinên kurd divê hemû jin cihên xwe tê de bigirin. Di vir de jinên Siwêdî jinên Şamî jinên ji pêkhateyên cuda bangewaziya wan ji bo parastina destkeftiyên jinan hene. Her wiha YPJ’ê jî ji xwe re wekî hêz û bendewariyekê dibînin. Her wiha zanista Jineolojiyê jî ji xwe re esas digirin. Loma bi pêkhateyên cuda re nîqaşkirina mijarên bi vî rengî û ji bo naskirina nasname û îradeya jinan hatina gel hev û rêxistinbûyin gelekî girîng e. Divê em her tim bi vî rengî ji bo Sûriyeyek ne navendî bên gel hevdu. Divê jin di her qadê de rol û misyona xwe bi cih bînin.”