
Li Umraniyeyê jinek hat qetilkirin
- 17:46 26 Nîsan 2025
- Rojane
STENBOL - Li Umraniyeyê jinek bi çekê hat qetilkirin.
Li navçeya Umraniye ya Stenbolê jinek bi çekê hat qetilkirin. Piştî ku kesên der dorê agahî dan ekîbên tenduristî û polîsan hatin cihê bûyerê. Cenazeya jina ku nasnameya wê nehat diyarkirin, rakirin aorga Saziya Tipa Edlî.
Piştî bûyerê gumanbar hat binçavkirin û hat hînbûn ku lêpirsîn hatiye destpêkirin.