'Em di civakeke azad de aştiyê dixwazin'

  • 09:02 11 Hezîran 2025
  • Rojane
RIHA - Malbatên cangoriyan û girtiyan bal kişandin ser wê yekê ku dewletê hîn jî di bersiva banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de kiriye de tu gavên berbiçav neavêtine û xwestin ku gavên pêwîst werin avêtin. Her wiha got:"Em di civakeke azad de aştiyê dixwazin."
 
Dayikên aştiyê gotin ku Dewlet tenê navê aştiyê bi gotinê dihêle û wan hîn gavên berbiçav nedîtine û ew dixwazin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de di nav xwe de bibînin û hemû girtiyên di zindanan de serbest bên berdan.
 
Xizmên şehîdan û girtiyan gotin divê girtiyên di girtîgehan de werin berdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de were berdan, her wiha destnîşan kirin ku ew ji dewletê ji ber ku gavan navêje bawer nakin.
 
‘Me ti gavek nedîtiye’
 
Emîne Yaşar da zanîn ku divê girtiyên di girtîgehê de di zûtirîn demê de werin berdan û rewşa wan a tenduristiyê di bin şert û mercên pir dijwar de xirabtir dibe û got, “Em bi kelecan li benda aştiyê bûn, lê ew derewan dikin, em nikarin ti gavên berbiçav ji bo aştiyê bibînin. Girtiyên me di girtîgehê de dirizin. Em dixwazin ku ew Rêberê me Apo û hemî girtiyên me berdin. Ev heqaret li rûmeta mirovan e. Dê heta kengî berdewam bike? Em bi salan e vê zilmê dibînin. Em di bin dewletek barbar de ne. Wan got aştî, aştî, vê carê derewan dikin, ew guh nadin tiştekî. Ev ne tevgereke rast e."
 
‘Bi salan e em zilmê dibînin’
 
Emîne Yaşar, da zanîn birayê wê bêyî ku îfadeya wî bigire di girtîgehê de ye û got, “Salih Yaşar, birayê min, ji ber ku wî kevir avêtiye ji ber ku beşdarî çalakiya 4'ê Nîsanê bûye, 8 salan bêyî ku îfadeyek bide, avêtin girtîgehê. Ev heqaret e, ev zilm e. Bi salan e ew zilmê li me dikin û dû re dibêjin we kevir avêtine me."
 
'Ew aştiyê tînin ziman lê tiştekî nakin'
 
Dayika Aştiyê Îslîm Demîr derbarê neavêtina gavên pêwîst ên ji bo aştiyê yên ji aliyê dewletê ve got, "Em bi salan e berxwedana xwe ya ji bo aştiyê didomînin. Ew bi gotinên xwe aştiyê tînin ziman lê bi dilê xwe tiştekî nakin. Ew heqaretê li gelê me dikin û derewan dikin. Em dixwazin hemû girtiyên me yên di girtîgehê de werin berdan, êdî bes e. Wan got ku divê gerîla çekên xwe deynin, gerîla çekên xwe danîn lê dewlet li pişt gotinên xwe ranaweste. Êdî bes e, divê çi ji bo pêkanîna aştiyê pêwîst be were kirin. Em nikarin baweriya xwe bi tiştekî ku dewlet dibêje bînin. Em dixwazin ku rêberê me azad be û di nav me de be. Em dixwazin ku di vê rewşê de hemû girtiyên me yên di girtîgehê de werin berdan."
 
'Me bedelên mezin da lê me dev ji aştiyê bernedan'
 
Dayika Aştiyê Emîne Korkmaz, da zanîn ku du zarokên wê şehîd bûne û yek ji zarokên wê niha sax e û got ku wan tevî ku bedelên mezin daye jî hîn jî li ser aştiyê israr dike. Emîne Korkmaz got, "Em alîgirê aştiyê ne. Em dixwazin gerîlayên me yên li çiyayan vegerin cem me. Em naxwazin êdî tu dayik bigirî. Em aştiyê dixwazin. Bes e, me pir şehîd dane. Kurên min Abdullah û Mehmet şehîd bûn û kurê min ê din Yavuz niha sax e. Em dixwazin şer bi dawî bibe. Me nizanîbû her du kurê min sax in an jiyana xwe ji dest dane. Cenaze jî nedan me. "
 
'Em êdî naxwazin bigirîn'
 
Dayika Aştiyê Adalet Çay, bi lêv kir ku wan di vê têkoşînê de bedelên mezin dane lê dîsa jî bi biryardariya roja yekem berxwedana xwe didomînin û got, "Bangek me ji bo hemî beşên di vê pêvajoyê de heye. Em niha westiyane, me bedelên mezin dane, lê em dîsa jî li ser aştiyê israr dikin. Em naxwazin ku tu dayik bigirî. Bila niha xwişk û biratî hebe. Bi xwîn û şer tiştek çênabe, li şûna çekan kulîlk û gul dê vebin, bila ev zilm raweste. Wekî dayikan, em heta niha giriyaye, em êdî naxwazin bigirîn. Me di meşa Amedê de jî diyar kir ku em li her derê aştiyê dixwazin. Em ji bo jiyanek bi rûmet têdikoşin. Em naxwazin bibin girtî an kole, em dixwazin di civakek azad de bi nirxên xwe bijîn."