
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan Abdullah Ocalan meş
- 18:37 14 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Til Birak bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Di meşê de peyama "Heya azadiyê dê têkoşîn dewam bike" hat dayîn.
Bi pêşengiya Meclisa Kongra Star a bajarê Til Birakê ya kantona Cizîrê, îro bi sedan şêniyên Til Birakê, endamên saziyên sivîl û leşkerî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.
Girseyê ji deriyê rojava yê têketina bajar dest bi meşê kir, wêneyên Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" berz kirin.
Meş li Çerxerêya Hêzên Ewlekariya Hundirîn sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama Meclisa Kongra Star a Til Birakê Zehra Mutleq axivî. Zehra Mutleq di axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna wan heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bike û fikra neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan wekî çareseriya herî guncaw ji qeyranên li Rojhilata Navîn re destnîşan kir.
Zehra Mutleq anî ziman ku têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erkek e û azadiya wî di têkoşîna siyasî û dozên hiqûqa mirovahiyê de girîng e.
Zehra Mutleq di dewama axaftina xwe de bang li Tirkiye û hikumetên dewletên din kir ku mafên siyasî û çandî yên gelê Kurd nas bikin û di dan û standinên bi pirsgirêkên civakî re rêbazên demokasiyê bipejirînin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku bi cidiyet nêzî doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin, dawî li pergala îşkence û qirkirinê bînin û zextê li Tirkiyeyê bikin bila mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan bi cih bîne.