
‘Ji bo aştiya demokratîk gavên şênber şert in’
- 09:02 15 Tîrmeh 2025
- Rojane
WAN - Hevseroka ÎHD’a Wanê Ayten Kiran da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û got di şexsê Abdullah Ocalan de divê mafên girtiyên siyasî bê dayîn.
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin giran dibin. SaziyaTipa Edlî (ATK) raporên ne zanistî amade dike û dermankirina girtiyan asteng dike. Tahliyeya girtiyan jî bi pêkanînên kêfî yên Lijneyên Şopandin û Îdarî tên astengkirin.
Hevsroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê Ayten Kiran, balkişand ser binpêkirina mafan û der barê aştiya demokratîk de nirxandin kir.
Ayten Kiran diyar kir ku gelek kesên ku ji 30 salî zêdetir e girtî ne divê bên berdan û got hinek girtî bi biryarên lijneyan nayên berdan. Ayten Kiran wiha got: “Biryarên kêfî, cezayên tên dayîn piranî girtî înfaza wan salekê, 6 mehan û sê mehan tên talqokirin. Girtiyên astengdar ên nikarin bi tenê bimînin hene. Lê ATK bi raporan berdana van asteng dikin. Divê hemû girtî ji mafan fêdeyê bigirin.”
‘Mafê girtiyan tê astengkirin’
Ayten Kiran daxuyakirin ku tecrîd, zext li ser girtiyan zêde bûne, ji bo pêkanîna aştiyek demokratîk divê tecrîd bidawî be. Ayten Kiran wiha anî ziman: “Girtiyên nexweş, girtiyên înfaza wan hatiye taloqkirin. Girtiyên binpêkirinên mafan dibînin. Di nameyên tên şandin de diyar dikin ku mafê girtina nûçeyan, mafê ragihandinê tê astengkirin. Girtiyên siyasî dijhiqûqî surgun dibin. Rewşa gelek malbatan ne baş e. Nikarin biçin serdana zarokên xwe. Li girtîgehan tecrîda sîstematîk didome. Qanûna înfazê hat derxistin lê em dinêrin ji bo girtiyên siyasî tu tiştek tuneye.”
‘Divê gav samîmî bin’
Ayten Kiran balkişand ser bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî dayê: “Rêxistinê li dijî bangê xwe fesh kir. Li dijî van geşedanan wê çi bê kirin. Divê li hember van gavan dewlet jî samîmî be. Divê mafê hemû girtiyên siyasî bê nasîn. Li hember girtiyên nexweş sûc tên kirin. Daxwazên dewletê zêde ne lê li hember vê titşekî ku bidin jî tuneye.”
‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
Ayten Kiran destnîşan kir ku heta ku tehliye pêk neyên, mirov nikarin behsa pêvajoya demokratîkbûnê bikin û got: “Zext û tecrîda li girtîgehan hîna nehatiye çareserkirin. Zext û tecrîd didome. Tevî vê em hewl didin hinek tiştan biguherînin. Divê samîmî tevbigerin.”