Îranê êrişî jinên Belûc kir

  • 11:42 2 Tîrmeh 2025
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN -Muhafizên Şoreşê yên Îranê, duh danê sibehê êrişî gundê Guniç a girêdayî bajarê Haş a Îranê kirin. Di encama êrişa hêzên Îranê de jinek hate qetilkirin û 11 jin jî bi giranî birîndar bûn.
 
Yekîneyên îstîxbaratê yên Muhafizên Şoreşê yên Îranê, duh sihehê êrişî gundê Guniç a girêdayî bajarê Haş ya parêzgeha Sîstan û Belûcistanê ya Îranê kirin. Di encama êrişa hêzên Îranê de jinek hate qetilkirin û 11 jin jî birîndar bûn.
 
Li gorî çavkaniyên herêmî, yekîneyên îstîxbaratê bi îdiaya komên muxalif li gundin, êrişî gund kirine. Lê, şahidên bûyerê, diyar kirin di dema bûyerê de li gund tu kesên biçek tûnebûye û ev êriş bi armanca avakirina tirs û fikara li ser gundiyan bû. Hate ragihandin ku leşkeran rasterast sivîlan hedef girtine.
 
Her wiha li gorî heman agahiyan jina hatî qetilkirin bi navê Xan Bibî Bamîrî ya 40 salî ye û navê birîndaran jî wiha ye: Medîna Bamîrî (24), Seba Bamîrî (17), Esra Bamîrî (18), Rehm Bîbî Bamîrî (32), Senj Melîk Bamîrî (45), Asel Bamîrî (20), Muhaddese Bamîrî (16), Mehtap Bamîrî (50), Fatma Bamîrî (26), Lalî Bamîrî (40) û Reyhaneh Bamîrî (21).
 
Hat diyarkirin Xan Bîbî Bamîrî ya jiyana xwe ji dest daye, di encama êrişa hêzên ewlehiyê de ji gurçika xwe birîndarbûye û beriya ku rakin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
 
Di heman demê Reyhaneh Bibî Bamîrî ya tê diyarkirin ducanî ye, rastî tundiya Muhafizên Şoreşê ya Îranê hatiye û bi guleyê birîndarbûye; di encama vê êrişê de pitîka xwe winda kir.
 
Hat ragihandin Lalî Bamîrî û Esra Bamîrî ya rewşa wan giran jî, li beşa çavdêriya awerte ya Nexweşxaneya Îmam Humeynî ya li Hoş