Dayika Sema Yuce: Serokatiya me wek rojê hilat

  • 09:05 15 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Dayika Sema Yuce, Zennûre Yuce, diyar kir ku bi banga bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj hilatiye û wiha got: “Dema min merasîma berdana çekan dît, min got xwezî niha Sema jî hebûya û min ew bidîta. Em bi kes, têkoşîn û hêza Semayan hatin van rojan.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ kir û vê bangê deng da. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Tîrmehê de bangek din a dîrokî kir. Peyamek bi dîmen şand û got PKK’ê têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye û banga demokratîkirina Tirkiyeyê kir. Peyama bi dîmen a Abdullah Ocalan di rayagiştî ya Tirkiye û navneteweyî de deng da. Piştî bangê PKK’ê di 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê merasîmek pêk anî û çekên xwe îmha kirin. Merasîma ku 30 gerîla tevlibûn hevseroka Konseya Rêveberiya KCK’ê Besê Hozat û Nedîm Seven pêşengî kir.
 
Malbatên kesên zarokên xwe di pevçûnan de winda kirin piştgiriyek mezin dan gavê. Yek ji van Sema Yuce ye û sembola berxwedana jinên Kurd e. Sema Yuce ji bo aştiyê keseke bûye sembol e.
 
Dayika Sema Yuce, Zennûre Yuce, der barê geşedanên dawî de nirxandin kir.
 
‘Serokatiya me wek rojê hilat’
 
Zennûre Yuce daxuyakirin ku roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birine Îmraliyê, êdî ew nedîne û wiha bi lêv kir: “Ev pêvajo me kêfxweş dike. Dema me wêneyê serokatiyê dît roja me ji nûve hilat. Ez pir kêfxseş bûm. Serbest bê berdan bes e. Bêyî bedel tu tişt nikare bê kirin.”
 
‘Abdullah Ocalan bi tena serê xwe cîhan rakir ser piyan’
 
Zennûre Yuce daxuyakirin ku ji dîrokê heta îro serokatiyek wek Abdullah Ocalan nehatiye dîtin û ev tişt bi lêv kir: “Ew kesekî girêdayê doza xwe şervanên xwe ye. Ji bo gel xwe feda kir. Kes di vê mijarê de nikare tiştekî bike. Dema serokatiya me tunebû her kes kole bûn. Lê Abdullah Ocalan bi tena serê xwe cîhan rakir ser piyan.”
 
‘Ked, hêz û têkoşîna Semayan’
 
Zennûre Yuce balkişand ser merasîma îmhakirina çekan û di vê mijarê de jî wiha got: “Dema min merasîm dît min got xwezî Sema bijiya û bidîta. Wê ew jî kêfxweş bibûya. Xwezî ew roj bidîtana. Dema çek hatin şewitandin pir zehmet bû. Lê dîsa jî bila bi xêr be. Heta sreokatiya me hebe em jî hene. Tiştên me kişandin bila dayikên din nekşînin. Hêviya me pêkhatina aştiyê ye.”