'Em ê li ser rêya ku Birêz Ocalan xêz kiriye bimeşin'

  • 09:02 16 Tîrmeh 2025
  • Rojane
BEDLÎS- Hevseroka MEDYA-DER'ê ya Tetwanê Emîne Dîkmen Irgat li ser pêvajoya aştiyê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rola jinan a li ser pêvajoyê girîng dibîne û got, "Ev nêzîkatî berpirsiyariyekê dixe ser milên min. Divê ez ji bo bicihanîna vê berpirsiyariyê li ser piyan bimînim û têbikoşim."
 
Pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan a 27'ê Sibatê dest pê kiriye, bi gavên pratîkî yên ku ji hêla Kurdan ve hatine avêtin, dilsoziya gelê Kurd ji bo aştiyê nîşan dide. Piştî vê bangê, PKK pêşî agirbest îlan kir û dûv re, di kongreya xwe ya 12'emîn de ku di 6-7'ê Gulanê de hate lidarxistin, biryar da ku xwe fesix bike û ev yek bû sedema gavên din a ji bo baştirkirina pêvajoyê. Di dawiyê de, di 11'ê Tîrmehê de, komeke gerîla ya ji 30 kesan pêk dihat, bi serokatiya Besê Hozat, di merasîmekê de li Silêmaniyê merasîma îmhakirina çekan hat lidarxistin. Bi van pêşketinan re, hemû çav li ser dewleta Tirk in û li benda gavên wan in.
 
Emîne Dîkmen Irgat, Hevseroka Komeleya Ziman û Wêjeya Mezopotamyayê (MEDYA-DER), derbarê rewşa heyî ya pêvajoyê de nirxandin kir.
 
'Ev pêvajo encama xebata Birêz Ocalan e'
 
Emîne Dikmen Irgat, diyar kir ku pêvajoya nû ji bo her beşên Kurdistanê girîng e û got, "Ev pêvajo ne tenê ji bo Tirk û Kurdan, lê ji bo cîhanê jî girîng e. Welatên cîran di rewşek dijwar de ne. Em vê pêvajoyê tenê ji bo xwe naxwazin. Di destpêkê de, hin koman ew bi awayên cûda şîrove kirin. Divê Kurd bizanin ku Birêz Abdullah Ocalan tiştekî xelet nake; çi bike jî, ji bo gelê Kurd, ji bo beşên Kurdistanê û heta ji bo cîhanê dike. Ev pêvajo encama xebata Birêz Ocalan e. Ger ez îro bikaribim biaxivim, ev bi saya wî ye, nemaze ji ber nirxê ku ew dide me jinan. Divê hemî jin vê rastiyê nas bikin."
 
'Em rol û mîsyona ku Ocalan da jinan çêtir fam dikin'
 
Emîne Dikmen Irgat, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyamên xwe de bal biriye ser jinan û got, "Rol û mîsyona ku Birêz Abdullah Ocalan daye jinan hem min pir kêfxweş dike û hem jî heyecan dike. Ev nêzîkatî berpirsiyariyekê dixe ser milên min. Ji bo ku ez vê berpirsiyariyê bi cih bînim, divê ez bi ziman, çand, xebata xwe  têbikoşim. Berê, dayikên me di bin zilma mêran de dijiyan, nikarîbûn dengê xwe derxin. Lê di rastiyê de, mêr jî azad nebûn. Di bin bandora pergala sedsalî de, hem mêr û hem jî jin bê azadî dijiyan. Ji ber ku mêr azad nebûn, ew nikarîbûn bi azadî nêzîkî jinan bibin. Birêz Abdullah Ocalan, dema ku ev têkoşîn dest pê kir, rolek û mîsyonek taybetî da jinan. Ger ez îro li vir bikaribim biaxivim, ew ji ber nirxê ku wî da jinan e. Em her roj girîngiya vê rol û mîsyona ku wî da jinan çêtir fam dikin."
 
'Dewletê gavên berbiçav neavêtiye'
 
Emîne Dikmen Irgat diyar kir ku banga sereke ya pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Emîne Dikmen Irgat,  pêwîstiya azadkirina hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehê de anî ziman û wiha domand, "Çima divê zarokên min her roj li dibistanan bêjin 'Çiqas bextewar e yê ku dibêje ez Tirk im'? Ez ne Tirk im, ez Kurd im. Her gava ku em li qadên giştî û dibistanan dibêjin 'Ez Kurd im' û dema ku ev were qebûlkirin, wê hingê em dikarin bi rastî bibêjin ku gavek hatiye avêtin. Lêbelê, ez dixwazim tekez bikim ku şertê herî bingehîn û pêwîst ê vê pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan e. Ger di vî warî de gav neyê avêtin, dewleta Tirk dê bi destên xwe pêvajoyê têk bibe. Birêz Abdullah Ocalan gelek caran îradeya xwe nîşan daye û gavên çareseriyê avêtiye. Lê mixabin, dewleta Tirk heta niha tu gavên berbiçav  neavêtiye."
 
'Têkoşîna me qet bi dawî nabe'
 
Emîne Dikmen Irgat da zanîn peyama vîdeoyî ya Abdullah Ocalan moral û hêzek mezin da wan û got:" Di wê gavê de, min di dilê xwe de hîs kir ku azadî êdî pir nêzîk e. Wekî jinek û Kurdek, em ê di rêya ku Birêz Abdullah Ocalan ji bo me xêz kiriye de bimeşin. Em ê vê têkoşînê bi biryardarî û heta dawiyê bidomînin. Divê her kes bizanibe ku têkoşîna me qet bi dawî nabe."