
Kongra Star biryara darvekirina Şerîfe Mihemedî şermezar kir
- 13:06 20 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li dijî darvekirina çalakvana mafên jinan û mirovan Şerîfe Mihemedî daxuyanî da û da diyarkirin ku rejîma îranê bi biryarên li hemberî jinan dixwazin civakê tune bikin.
Aktivîsta siyasî û mafên jinan Şerîfe Mihemedî ya 45 salî ji bajarê Urmiyeyê ye, di Kanûna 2023’an de bi hinceta ‘Propagandaya li dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha 2024’an de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirabkirin.
Di 13’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Serokê 2’yemîn a Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Reşdê, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hatibû pejirandin. Der barê vê de Kongra Star a Kantona Firatê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya daxuyaniyeke devkî biryar şermezar kir.
Daxuyaniya ku li qada Jina Azad hat dayîn, ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Xunav Xelîl ve hat vegotin.
Daxuyanî wiha ye:
Bûyerên darvekirinê li dijî jinan em şermezar dikin. Ev bûyer ji aliyê rejîma Îranê ve tên kirin, ne yekem car e ku Îran dixwaze bi riya jinan civakê tune bike. Bi taybet jinên siyasetmedar û jinên ku têdikoşin li ser xwe zordarî qebûl nakin tên hedef girtin. Derbarê çalakvana siyasî Şerîfe Mihemedî de biryara darvekirinê hat dayîn. Jina ku piştgirya jinan dikir û li ber xwe dida. Bi van biryarên ku digrin li ser jinan dixwazin mafên wan tune bikin, biryarên jinan têk bibin. Her wiha di azadiya jinan de dixwazin ku civakê desthilatdar bikin.
Em weke jinên bajarê Kobanê û hemû jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê piştevaniya xwe ji hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê re nîşan didin. Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinan hêz û nasnameya xwe nîşan dan û em li ser vê dirûşmê li ber xwe didin û têkoşîna xwe xurtir dikin. Em ê bi heman rih, destpêkirina şoreşa Jîna emînî li dijî biryarên darvekirinên jinan rawestin û rê nedin desthiladan ku îrade û hêza jinan biçewsînin. Biryarên ku derbar jinan de tên girtin divê paşve werin girtin. Divê were zanîn ku tu carî dê jin dev ji mafên xwe bernedin û her dem li ber xwe bidin. Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê bi ser bikevin û bibin pêşengên azadiyê.
Di dawiyê de jinan weke çalakiyeke sembolîk ku helwesta xwe li dijî rêbaza darvekirinê nîşan dan, li gel berzkirina dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ agir berdan werîsên ku di darvekirinê de bi kar tînin.