Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê li Abdullah Ocalan bê guhdarkirin
- 13:07 20 Tebax 2025
- Rojane
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku komîsyona li meclîsê hatiye avakirin divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diyalogê dîne û li nêrînên wî guhdarî bike.
Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît bûyerên di rojevê de ne nirxand.
Gulistan Kiliç Koçyîgît li meclîsê daxuyaniyek da çapemeniyê û bi taybetî bal kişand ser komîsyona li meclîsê têkildarî pirsgirêka Kurd hatiye avakirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku guhdarîkirina li mexdûrên şer girîng e û got, "Îro wê di civîna komîsyonê de li Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Tahîr Elçî bê guhdarîkirin."
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser têkoşîna Dayikên Aştiyê û got, "Têkoşîna wan a ji bo aştiyê wê karên komîsyonê jî ronî bike û tevkariyê li karên komîsyonê bike."
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku Dayikên Şemiyê jî 30 sal in têdikoşin û got, "Hinekan hevjîn, hinekan jî xwişk, birayên xwe winda kirin. Hinekan dayik, hinekan bavê xwe winda kirin. Lê belê dest jê bernedan. Hatin binçavkirin, doz li wan hate vekirin. Lê belê wan têkoşîna xwe ya edaletê ya ji bo dîtina windayan a li vî welatî dewam kirin."
Gulistan Kiliç Koçyîgît helwesta hin derdoran a li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rexne kir û got, "Hewl tê dayin ku atmosfereke welê biafirînin, ku tu yê bibêjî qey banga 27'ê Sibatê ya Birêz Ocalan nîne, rêxistinê bersiv nedaye vê bangê, li pêşberî vê bangê di 5-7'ê Gulanê de rêxistinê biryar negirtiye û di 11'ê Tîrmehê de merasîma îmhakirina çekan nekirine. Bi vî rengî nîqaşan dimeşînin ku hewl didin vê heqîqetê binixumînin. Halbûkî ev hemû ji aliyê 45 salên şer ên derbasbûyî û pirsgirêka Kurd a 100 salî, kêliyên mezin ên dîrokî ne. Di derbaskirina van kêliyên dîrokî de rola Birêz Ocalan gelekî girîng e, gotina wî girêker e. Gelên Tirkiyeyê ev yek dîtin."
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di her hevdîtinê de işaretê bi meclîsê dike û got, "Di heman demê de divê em destnîşan bikin ku Birêz Ocalan timî işaretê bi zemîna hiqûqî û siyasî dike. Belê, siyaset divê bi berpirsyariyê rabe û pêwîstiyên hiqûqî yên pêvajoyê bi cih bîne, ji bo vê jî gavan biavêje. Ji ber vê yekê jî çawa ku beşên civakî li vir têne guhdarîkirin, li mexdûran tê guhdarîkirin, divê komîsyon li fikir û nêrînên Birêz Ocalan jî guhdarî bike ku di vê pêvajoyê de girêker e û xwedî biryar e. Em dixwazin destnîşan bikin; gelekî girîng e ku li fikrê wî guhdarî bikin û pê re diyalog bê danîn."